Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


7 mijar û 8 peyam
ayasofya - tirşik
ayasofya
(3) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. avahiyeke dîrokî ya ji aliyê bîzansiyan ve li stenbolê yanê navenda împaratoriyê, weke sembola împaratoriya bîzansiyan hatiye çêkirin e. di eslê xwe de dêr e, lê piştî ku stenbol kete destê osmaniyan, Ayasofya jî weke mizgeft hate bikaranîn. di dawiyê de piştî demazrandina tirkiyê Ayasofya bû mûze.



ji bo dîroka avahîsaziyê avahiyeke pir girîng e. di ayasofyayê de plana bazîlîkayan û planên navendî yên bi kumbet hatin yek kirin. bi vî avayî di dîroka avahîsaziyê de planeke nû hate ceribandin. di ayasofyayê de kumbeteke tam û 2 heb jî nîv kumbet hene. pêwendiyên navbera wan kumbetan û sistema barkêş jî ceribandinên nû bûn. kumbeta navendî li gor wê demê pir fireh e. heta hezar sal şûn de avahîsaz sinan her çiqas bixwaze ku firehiya kumbeta ayasofyayê derbas be jî bi ser neket. avahîsaz sinan bi mizgefta selimiyeyê ve kumbeta xwe a herî fireh çê kir lê ew jî 30 cm ji ya ayasofyayê piçûktir e.



bi kurtasî Ayasofya di dinyê de yek ji avahiyên herî girîng e û hê saxlem e. di dewra xwe di ji aliyê avahîsaziyê de behîtek bû û destpêka gelek sîstem û metodên nû bû.



28.04.2016 12:54 | nazim tolhildan

2. Avahiya neka dîsa weke mizgeftê hatiye vekirin. Tu dibêjî qey mizgeftan Mişt dikin cih têra wan nake. Ji xwe kesên di Telefona min de qeydkirî jî par ve dikin nizanim çi bêjim. Yekî kurmanc jî nivîsîbû dewleta me nizanim çi nizanim çi. Tobe ya rebbî tobe...



10.07.2020 18:33 | xabûrî

3. îro kirin mizgeft û nimêja pêşîn jî 24ê vê mehê da bê kirin. heskîf kirûn bin çîmentoyê niha dora ayiasofiayê ye. çiqas wêne, gravûr an jî tiştên bi huner heye yê giştî rakin. netewek wek mîna wê netewî nehat vê dînyayê, dilê van çiqas xirabe, ew tev nexweşin, xwedê ew nexweşin.



10.07.2020 22:54 | doesntmatter

4. Meriv bêje çima wisa dikin, meriv piştgirî dide Kemalîstên bênamûs
Meriv bêje başe wisa dikin ew jî ji dilê meriv nayê
Lê aşkere ye ku hilbijartin tê û tiştek di destê van dîncîyan de nemaye



10.07.2020 23:03 | afa

5. mizgefta ku tê de bi fîgûrên îsewî.. hatîye xemilandin *

ev dêr piştî standina stenbolê, ji alîyê osmanîyan ve hat, çend mînare lê zêde kirine û ew kirine mizgeft. di eslê xwe de wê demê jî ev tiştekî şaş bû û zilm bû, lê qet nebe mirov belkî bikare bêje li gorî şert û mercên wê demê, normal e.
piştî avabûna komara tirkiyê, ataturk ew kiriye mûze. gavek gelek rast bûye. eger ji min bihata pirsîn, min ê bigota bila wek mûze bimîne lê ya rastî zêde ne xema min e jî.
bila îsewîyên durû û îslamîstên ehmeq di navbera xwe de hal bikin.

tişta ez pê dimînim heyirî, li gel ku kirine mizgeft û bi sedan salan wisa bi kar anîne, osmanîyan çawa morîfên îsewî jê paqij nekirine? tiştekî ecêb e.



21.07.2020 11:04 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» ayasofya

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî