Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin
peyamên çepikkirî

42559. (bnr: halama) ku ev peyv li cem hawka jî nebê di ti ferhengên dî de peyde nabê. ji kerema xwe re vê jî bixina ferhengekê de*

halama li cem me tê wateya panîkê, ji yên ku halama derdixin re jî halamoyî tê gotin.

ku bûyereke piçûk qewimî bê yek weke ku tiştekî mezin çêbûbê bûyerê mezin bike re dibe halama ne rake, neke halama, bere nebê halama... halamoyî jî weke nexweşiyeke psîkolojîk e.



15.06.2013 00:28 | azadixwaz

91876. (bnr: hişkeber)
(bnr: hûreber)
(bnr: derbelot)
(bnr: darbelandin)
(bnr: micivî)
(bnr: bêş)
(bnr: hêwî)
(bnr: destbih)
(bnr: çemçemoyî)
(bnr: çemçem)
(bnr: kereguhî)
(bnr: cewciqîn)
(bnr: cewciqandin)
(bnr: almik)
(bnr: rayêlandin)
(bnr: qebo)
(bnr: kakerîk) => kakerîka guh
(bnr: kolankut)
(bnr: kêsîre) => ji kêsîre ketin
(bnr: tûqle)
(bnr: goy)



07.06.2013 18:27 | brusk56

97166. (bnr: keşkî)



08.06.2013 14:50 | simurg56

116252. (bnr: bergîr)
(bnr: dara bergîr)
(bnr: xilopilo)
(bnr: çîzandin)
(bnr: bercot)
(bnr: pepik)
(bnr: berzan)
(bnr: rêbarvan)
(bnr: berek)
(bnr: nefirandin)
(bnr: pindirîşk)
(bnr: devgiran)



07.06.2013 18:27 | brusk56

119289. (bnr: teseliq)



26.10.2013 23:54 | endazer

137059. Berê benikên qalind ku ji hiriyê dihat çêkirin hebûn. Bi vê hesp û dewar dihatin girêdan. Koçerên me ên xarpêtê bo wan digotin (bnr: aris) (bnr: ariz).
Hinekê dişibe wê tiştê lê qalindtir e.
Here lînkê
Ew peyv di ferhengên kurdî de peyda nabe ecêb li deverên dî kurd bo wê tiştê çi dibêjin.

***
edît: eslê peyvê werîs bûye. peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin/137061.



01.06.2013 01:27 | simurg56

139053. Derbarê jîyana koçberiyê 2 peyv hene ez merax dikim. Lê min nikaribû di ferhengan de peyda bikim:

1. hilbêr
2. delbêr

Maneya wan ew e:
Koçer ji bo cihê pez dotinê re dibêjin bêrî. Kesên pez didoşin re dibêjin bêrîcî/bêrîwan. Delbêr(cî) jî ew kes e ku dema dotinê serê mihan hildide ta ku bêrîwan bi rehetî bidoşin.

Berî li yaylaxê (çiyayê) li hêla obayê dibe. Lê payîzê çêre li der dora obayê kêm dibe lowma bericî (bêrîwan) teşt û berojên xwe hildidin û terin beriyê li derên dûr bi çêre çêdikin. Ji bo wê dibêjin hilbêr.

Peyva hilbêr dibe ku ji peyvên hildan+bêrî pek tê. Lê peyva delbêr çawa pek hatiye nizanim.



01.06.2013 01:27 | simurg56

139701. (bnr: avî bûn), (bnr: avî kirin).

Gava pezek nuh tevli keri dibe, çend rojan ew di nav kerî de xerîb hîs dike. her tim dikale. seba wê te gotin ku avî dike. avî bûye.

herwiha seba merivan jî tê gotin. ew zarok xerîbê wir e. avî dike.



01.06.2013 01:27 | simurg56

140435. yên ez ê binivîsînim belkî jî tê peydekirin di ferhengan de, lê niha hîç nikarim yek bi yek li wan vekolînim. hemû ji devê dayika min in © * îja xwedê zane kengî min kirine not. di nav kaxidên min ên yên avêtî de ket erdê û min vedît.
gov: axur [piştî weşandina peyamê tew tu nebê ya ewilî/gov li tirşikê hatiye zêdekirin*]
cüher: çenteyê bo xwarinan. [erê bi ü-yê. di devoka me de ü pir berbelav e û kubarî dide zimên ku mere bi godarîkirina wê têr nabe.]
doşanî: bizinê ku aîdî şivên.
guhar: meydanê ku hemû şivanan pezên xwe tê de hev dide.
jêrajor: ? (min wateya wê nenivîsandiye)
hêvistin: cihê pîneyê mîna dantelê neqşandin.
kobe kirin: xemilandin. neqşandina qeraxên dirûneyan.
dirûne. ?
doran: piştik. lo dora pişta tê girêdayîn.
merhes: (h-ya heft-heşt) cinsek qumaş a mîna hevirmêş.
melkezêt: kitana tenik.
qemte: destmala hevirmêş a ku kesk û sor û zer e.



06.06.2013 16:08 | endazer

143715. boyine

Tê watêya her tim, her gav. Ew peyv li deverên kurmancên berfêratî mîna mereş û Xarpêtê hem ji aliyê kurdan hem jî ji aliyê tirkan bi wê maneyê we tê bikar anîn.

Mînakek;
"Çaxa terime ser kaniyê boyna ew keçika memko ya kiçik li vê derê ye"

dema ku min bi çend hevalan berfêratî re li ser wê nîqaş kir gotin ev peyv ji tirkî ketiye kurdî. Lê ez qebûl nakim. Di vê wateyê de ev peyv ji peyva tirkî ya ”boy” ango "boyunca" cuda xuya dike. Ger tirşikvanên me karibin fonksîyona paşgira -ne û -na di dawîyê de rave bikin pir baş be. herwiha peyvên bişibiha wê pêşkêş bikin dê pir baş be.



01.06.2013 01:27 | simurg56

144182. (bnr: baş bûn), (bnr: baş kirin)
Ew peyv li hinek deverên kurmanciya berfêratî te gotin.

Baş bûn: qedîn, xelas bûn.
Baş kirin: qedandin, xelas kirin.

Mînak: çaxa pereyên te baş bûn, here dikana memko. ji/li memko bixwaze.



01.06.2013 01:27 | simurg56