Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin - tirşik
peyvên kurdî yên ku di ferhengan de peyda nabin
(28) (2) (1)
di mijarê de bigere

1. peyvên ku ji ber xelet nivîsandin ez nikarim biwênim an jî hîna neketî ferhenga.du heb çuçik hebun navê wan:(bnr: qerît) (bnr: tîtî) bu.yek giya tê bîramin navê wî:(bnr: parê çuçê) bu.



18.08.2013 17:44 | bayesar

2. (bnr: serbest çağrışım)

erê, ev peyv ji min re bûye derd.



18.08.2013 19:38 | simurg56

3. axaftina sarûbar



18.08.2013 20:15 | tivirloismail

4. titi anji titelan çivilke ki por direje guli ya wi weke ya Angelina jolie ye...



18.08.2013 20:56 | robin digir

5. peyvên ku pêwist Û li ser milê her nivîskarekî/a tirşikê ferz e ku di tirşikê de bi wateyên xwe û çend nimûne û mesterên di nav hevokan de binivîse û tomar bike û wek mîras ji nevî û nevîçîçirkên xwe re bihêle.. ez bi xwe kengî li kû derê peyv û têgeh û biwêj û dijûn û nifir û dua û gotineka pêşiyan ji dev û deverinan dibihîsim tavilê li ferhenên berdest dinêrim eger tunebin di tirşikê de mijarekî vedikim û di bin mijarê de wek peyam dinivîsim.. (bnr: armancên tirşikê)



18.08.2013 23:35 | endazer

6. (bnr: totme)



22.09.2013 20:33 | endazer

7. peyvên ku mamoste û sosyologê kurd adnan fırat tibabek jê ji derdora xerzanê berhev kirine û her roj çendekî jê li ser hesabê xwe yê facebookê belav dike ne..

hevalekê min ê torî jî ji derdora herêma torê bi qase hezar peyvên di ferhengan de hilnehatine dane hev.. min jî dil heye ku eger rojekî vegerim cizîrê peyvên xas yên cizîrê berhev bikim..

peyvên ku mamoste adnan fırat li ser hesabê xwe yê facebookê parve kirîn xwudê hez bike ez ê yeko yeko di tirşikê de ligel wate û salix û nasnameya wan binivîsim û tomar bikim..li bendê bin..



05.12.2013 01:33 | endazer

8. fiş : vala,berhewa,betal

cihaşe: gellek mezin,girs

etlahî : betlane

kerkere : mezin,xweve

milkis : gezik(süpürge)

melbex: mitbax (mutfak)

zerî : keçik



05.12.2013 16:41 | karmatî

9. (bnr: rÛnuxamtÎ)

di mÎrname ya jan dost de çendÎn caran derbas dibe. di ferhengÊ de min ew nedit.

gelo ew tÊ menaya 'ermiş' a tirkÎ?



05.12.2013 19:59 | cinorek

10. KIXS: PÎVAZÊ PIÇÛK YEN JI BO ÇANDINÊ..

SORGEH: CIHÊ GELAŞ Û ZIBILÊ..

STÊRIKÊ CILA : CIHÊ KÛ MIROV CIL Û NIVÎNÊN XWE DIXÊ YE..

tEWAŞ : DOHNÊ KÛ GELLEK SOR BÛYÎ..

xARÛFK : AMÛREKA WEKE BARDAQÊ YE Û MIROV JÊ AVÊ VEDIXWÊ. lÊ XARUFK JI HÊSIN TÊNE ÇÊKIRIN.

pIYAN : AMÛRA KÛ JI XARÛFKÊ MEZINTIR E. pIRRANÎ DI SARINCA DE NE Û JI BO AV BIBÊ QEŞA/BÛZ TÊ BIKARANÎN..

yANE : CÛREYAK QENEPE YE LÊ BINÊ WÊ VEKIRIYE Û MIROV DIKARÊ SELIKÊN CILA BIKÊ BIN YANE DE..

kÛLEK : QÛLA KÛ DÛYÊ SOBEYÊ JÊ DERDIKEVÊ YE..

çAVÎ : QÛLA KÛ DI BINÊ TENÛRÊ DE YE Û DEMA TENÛR JI VÊ ÇAVIYÊ HEWA DISTÊNÊ ZÛTIR PÊDIKEVÊ..

NÊHGON : GOLIKA YEK SALÎ..

VIRNÎ : HEYWANA KÛ ZÛ XWEDEDAYÎ.

hEVÛRÎ : pEZÊ SER YEK SALÎ RE YE..

sERE : HEYWANA KÛ GELLEK PÎR BÛYE YE..

lIXAB : GEMÊ HESPA YE.

dARKOLK : DARÊ KÛ MIROV PÊ AGIRÊ TENÛRÊ DEVDIDÊ YE..

gÊRE : CIHÊ KÛ JI BO GENIM BIDÊRIN E. PÊNÇ-ŞEŞ GA BI GÊRÊ VE TÊN GIRÊDAN Û EW GA DIDIN SER GENIM. BI VÎ AWAYÎ SINBIL JI GENIM DIVEBÊ Û TENÊ GENIM DIMÎNÊ.

ZIXWIR : KEVIRÊ GELLEK PIÇÛK..

SÊLAK : QÛM/ XÎZ.

MIVRED : AMÛRA KÛ KERIKA TÛJ DIKÊ..

QOQ : TOPEK TA YÊ JI BO KAZAXA..

MIQARE : HESINÊ KÛ DEMA DAR TÊNE ŞKANDIN JI BO DAR JI NÎVÊ RE BIBÊ DU QET MIQARE DI DEYNIN SER DAR Û BI BIVÎrÎ LI MIQARE DIDIN Û DAR DIBÊ DU QET..

BEŞIŞÎ : TEBESSÛM..

ŞAQIS : BI AWAYEK ŞAŞBÛYÎ LI YEKÎ NÊRÎN E..



05.12.2013 21:23 | nan û av

11. bi min, di vê tirsikê de sernivîsa herî girîng ev e. çima?



ji ber ku em dizanin kurmanciya me li her deverê, di nav xwe de hin cudahiyan dihewîne. ji ber vê yekê her çiqas xebatên giranbiha li ser ferhengan de hatibin çêkirin jî, dîsa jî, têrê nake. temam kurmanciyekê standart êdî heye an jî çêdibe lê dîsa jî her kes kurmanciya herêma xwe baş dizane. ango hem axaftin hem jî peyvên ku tenê li vê cihê bikar tê...



ji ber vê yekê nivîskarên tirsikê beriya her tiştê divê peyvên herêmî, peyvên ku di stran û klaman de derbas dibin, peyvên ku diwan/helbestan de derbas dibin, bi wateyê wan binivîse.



ev tişt ji bo nivîskarên tirsikê peywirê yekemîn e.



06.12.2013 00:11 | tu qurbana zarê xelqê bî

12. xem revandin :li ber dil dan

mitale : xem,meraq

xelîxerez : reben, kesê/a ku be deng,faqir

balîlok : balûle (dürüm) ,kadik

zilûmat : cîhê gellek tarî (bnr: tarî û zilûmat)

dede : dê,dayîk

qajik : benîşt

ceban : goristan ,

reyîn : eftîn (havlamak) (bnr: sa direyê kerwan dibure.)

biste : jidil,samîmî



06.12.2013 08:47 | karmatî

13. (bnr: temirîn)

(bnr: xwedemezin)



06.12.2013 10:37 | brusk56

14. Qîjot: komira êzingan. Pîmroq: cama ku qîtik qîtikî bûye û ji her ew qîtikan yek jê.



06.12.2013 20:34 | hemdilaarda

15. kokure, yek ji van peyvan e. weke hiphipe'yê, ev peyv jî ji bo mirovên zêde qelew û bêxîret tê gotin.



09.12.2013 21:36 | simurg56

16. (bnr: xenî)



02.03.2014 21:16 | simurg56

17. bilîmet = jîr

çaverêkirî = li bendê mayî



Nivîskarê bilîmet û jêhatî, Helîm Yûsiv, di pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê Ausländer Beg de....

Weşanxaneya Lîs vê berhema Helîm Yûsiv a nû ya çaverêkirî bi şanazî pêşkêşî xwendevanên kurdî û xwendevanên Helîm Yûsivî yên dilsoz dike....



wecgehîn = wec (sûd, feyde) + gehîn (ji lêkera gehandin, gihandin) = sûdbexş, sûdmend, bifeyde



Mamosta Remzî Kerîm bi dûr û dirêjî behsê perwerdeya bi kurdiya kurmancî li Swêdê kir, lê me ji sohbeta wî ya wecgehîn çend parçeyên jêrîn hilbijartin





kalfamiya serkirdê şoreşê = bê aqiliya serkirdê şoreşê



Dema Uzun behsî şoreşa Agirî dike, nezanîn û kalfamiya serkirdê şoreşê berçav dike, dema ew xwe bi rengê xulaman diguhere û ji bo anîna jina xwe, di gel Siloyî diçe bajêrê Xoyê, li Kurdistana îranê -Hîngê dikarî du hevalan bişîne- û dema dijmin digirin, dibê: ”Ez xulamê Yosif axa me, saeta zîviya axa kar nake, min anî da saetsaz ku çêke



02.03.2014 21:21 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» peyvên heyran û qurban
» kurdînûs
» yên ji kul û derdan mirine

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi ziman
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî