Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


22 mijar û 39 peyam
music box - tirşik
music box
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Nizanim ji ber çi ye lê gelekî ji wan hez dikim û hetta min nêzî salek berê ji aliexpressê ji bo xwe yek kirîbû, muzîka wê jî xweş e her dem saz dikim û guhdar dikim. Hesteke pir xweş e pêşniyarî hemû muzîkhezan dikim.

Dîroka vê enstrumana otomatîk digihêje heta sedsala 19. wan çaxan bi navê gramafonê dihat bikaranîn. Niha hîn jî bi navê gramafonê enstrumaneke otomatîk heye lê bingeha wê qutiya muzîkê ye. Bi awayekî basît em bêjin, di qutiyên muzîkê de gindorek, hesineke tablet ku hji nêvî bêtir weke derziyan hatiye jêkirin hene. Her çiqasî weke tiştekî basît xuya bike jî tê de mûcîzeyek heye. Zagonên fîzîkê xweş hatine bikaranîn. weke mînak gindor û perçeyek din girêdayî heman çavkaniyê ne lê di deqeyekê de 2.75 caran û perçeya din di deqeyekê de 2000 caran digere. li jêr wêneyê vê mekanîzmayê heye. Bi rihetî mirov dikare jê fêhm bike.

mekanîzma:

1. Here lînkê

2. Here lînkê



Ji çar aliyan xuyaniya music boxeke wind up:

Here lînkê



vîdeoyek di derbarê dîrok û mekanîzmaya music boxan:







ev jî muzîka music boxa min:





29.04.2016 19:48 | mergehez

2. yeka min jî he ye, şirîkê min mergehezo nançû ji min re ji aliexpressê xwest û diyarî da min; carna dema miho ji bêdengîyê aciz dibe dengê wê dibe derman û xwe dighîne miho.



14.11.2016 23:50 | xendekî

3. îcadek gelek şêrîn e. dema biçûk bûn, min jî yek hebû heta min xerab kir, min bela xwe jê venekir. ji guhddarkirina wê zêdetir, temaşekirina xebitîna wêbala min dikişand.



15.11.2016 08:45 | simurg56

dengdanên dawîn (yên din..)
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Nivîskarên ku eyb kirine û simurg56 bi hêrs kirine. Yên ku simurg bin ...
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
belki ev jî bala te bikişînin
» musical saw
» boxçika xwe ya hêja li ber kesekî/ê vekirin

Kategoriyên mijarê:: jiyan muzik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî