Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
mijara winda 2288 - tirşik
mijara winda 2288
(6) (1) (1)
di mijarê de bigere

1. rojekî zelamekî ku êdî ji qûdum ketî tê malê. zarok,nevî,nevî çirk tevde ew hiştine çûne. ew pîra jina xwe tenê mane.helbet mesele ne eve, ka bisekinin.

zivistane gurpa gurpa soba sergînane. zelam li jina xwe dinhêrê, rojên berê dikeve bîra wî.Xwerin vexwarina bêhmapa, gayîn û vegayinê agirene li ber çavan re mina kelaska hespê derbas dibe.cî de li jian xwe vedigre dibêje: xatûn ka rabe avê bide ser sobê, jixwe bû, bû; nebû jî emê bixin çay ji xwe re vexwin.

pirzanayê hêja NeyzEn Tefvîk belsabep negotiye, xwedêyo beriya ez nemrim kirê min nekuje. ev jî meseleke wiloye.miqeteyê kîr û qûzê xwe bin û her bijî.



18.08.2013 20:36 | tivirloismail

2. dibêjin rojekî êvara îniyê melayek li mala xwe destnimêj digire û xwe kar dike ji bo here mizgeftê û li pêşiya cimaetê nimêj bike.. axirê yê zane ji xwe zane yê nizane jî nizanim çi ye berê li gundan li mizgeftan êvara îniyê berî nimêja eşayê melayê mizgeftê wez û nesîhet didan cimaetê.. mela weza xwe dide û nimêja xwe dike û tê malê jina wî jê dipirse dibêj mela xwudê nimêja te qebûl bike ka bêje îro mijara wez û sohbeta te li ser çi bû te çi pend û şÎret li cimaeta xwe kirin.. mela jî dibêje willehî xatûn ya ku xwudê dizane çima ji te veşêrim mijara me ya îşev li gorî qeyd û miqamên dînî û di daîreya helal û meşrû de nêzikbûn û pevşabûna jin û mêrên misilman bû.. û serde jî dibêje heçiyê li gorî van qeyd û miqaman pev şabibe li gorî dînê mihemed wekê ku gawirek kuştibe li ba xwudê dikeve xêrê.. axirê dibe şev seyda û jina xwe dikevin di nav nivînan de dilê jinikê diçe ewkê tiberik yê seydê ji seyda re dibêje mêro tu dibêjî em jî gawirekî nekujin.. wek ku bavûkalan gotiye seyda jî dibêje wille hurmet ji te re xweş be ji min re bîst û şeş e û radibe jinikê dinermijîne.. biskek ser re derbas dibe û jinin têr nebûye dîsa dengê xwe li seyda dike û dibêje mêro ka em gawirekî din jî nekujin.. seyda jî bi ser mêraniya xwe ve nabe û nabêje na û nirç radibe dîsa bi qasê hêz û qeweta xwe dilê jinikê bicih dike.. axirê jinik dîsa têr nabe û bela xwe ji seydê venake dîsa destê xwe li pişta dide û dibêje seyda ka em gawirekî din jî di rêya xwudê û di daîreya helal û meşrû de nekujin.. seydayê ji hal ketî hema cihde ji nav nivînan radibe û dike ku cilên xwe li xwe bike jinik şaş dimîne dibêje seyda te xêr e vê nîvê şevê tê çi bikî, bi kû ve herî.. seyda dibêje bi xwudê hurmet ez bi serê xwe nikarim ji heqê van gawiran de derkevim ez ê herim hawara xwe bigihînim ometa mihemed bila bên arî min bikin..



19.08.2013 00:05 | endazer

3. Meleyê gund, her cara ku bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê, çavê wî bi jinekê û mêrekî dikeve. Her du li ser xêniyê xwe tim û tim rûniştî ne û bi hev re ken û henekan dikin.



Jinik pir xweşa mele diçe, gava çav pê dikeve agir bi serî dikeve, hiş û aqil difûre meletî ji pê re...



Rojek, du roj, sê roj... Êdî hew xew dikeve çavan, sebr û tebat dimîne.



Şevekî şeytan dikeve qalikê melayê me, diçe xwe li koşeyê xêniyê wê ditelîne. Hayê jinika reben ji bayê felekê tune. Bo destavê çawa ku derdikeve derve, yek ji nişkave bi her du destê wê ve digire û ber bi xwe ve dikişîne.... Bala xwe didê ev meleyê gund e.



Mele bê pirs û bê teklîf dike fişefiş û jê re dibêje: “Porkurê ez bo te mirîme, xêra mezinên xwe ji sing û berê xwe yê sipî û qerqaş, ji dev û lêvên xwe yên şirîn û şekir ramûsanek kerem bike!”



Jinika reben bi dîtina mele şaş û mat dibe, ez bibêjim ji şerman, hûn bibêjin ji tirsan, diricife û hêdîka jê re dibêje:



“- Mele, eyb e, şerm e tu van gotinan dikî! Heke mêrê min bi vê bênamûsiyê bihise ew ê te jî bikuje, min jî...” Û direve dikeve malê.



Mele pol û poşman vedigere, lê ev tirsa jinikê ya ji mêrê xwe cesaretê dide wî û dotira rojê dîsa diçe paş mala wê û heman daxwaziyê jê dike. Jinik dîsa red dike. Mele vê yekê ji xwe re dike edet û her şev, wek kundê kor, xwe li paş diwarê mala jinikê vedişêre û bi derketina wê ya ji malê wek qirnî pê ve dizeliqe û heman tiştî dixwaze. Jinik dike nake xwe ji mele xilas nake...



***

Jinik Şevekê dîsa derdikeve derve, mele wek her carê dîsa qîra xw tê dide...dibîne nikare xwe jê xilas bike, li ber rûyê mele disekine û jê re dibêje:



"- Mele ser çavan; ez ê xewsteka te bînim cih û bi te re serî daynim; lê sê şertên min hene..."

Mele pirî şad dibe baskên wî hebin ew ê bifire... Jinik şertên xwe yeko yeko dijmêre:



-Mele dora pêşî divê tu di mizgeftê de qwîna xwe nîşanî Cemaetê bidî.



Mele dibêje, "heşa heşa, qe tiştek wisan dibe!"



Jinik:

“- wele tu dizanî” û dike biçe malê.



Mele bi milê wê ve digire, dibêje;



“Mele Qurbana te be canê! Ka şertên xwe yên din jî bêje.”

- Tu yê roja înê ewkê kîrê xwe jî nîşanî Cemaetê bidî.



Mele dîsa soro moro dibe lê, dibîne ku dê jinik ji dest biçe, bi dengekî ricifok dipirse;



“ê...ê...ê, ê sêyemîn?”



- Tu yê wî karî li ber çavê mêrê min bikî!





Mele dîn û har dibe. Jinik baz dide diçe malê.



***

Ez bejim mehek, hûn bejin sê meh di ser re diçe, Rojek mele nimêja xwe diqedîne. Wek her roj, gundî dixwazin bi mele re hinek laqirdî bikin; lê ew di şuna ku bi gundiyan re rûnê; xwe daye quncikek dûr ê mizgeftê, rûyê xwe tirş kiriye, bi mehde û mirûz, bi tena serê xwe rûniştiye. Cemaet li ser serê wî dicive. Yek jê dipirse;



“ mele bi te xêr e, çima bihna te teng e?”



Ew biskek difikire, paşstûyê xwe dixurîne, axînek ji nav dil û kezeban dikişîne û dibêje:



“ Heyra, ez ji fesadiya gundiyan êdî ji canê xwe têr bûme. Bêwîjdanan gotine, mele qûna xwe naşo!”



Bi dengekî kelogirî dilorîne, xwe li dîntiyê datîne, şal û derpê dide jêr û qûna xwe dide ber gundiyan û ji wan dipirse :

“ Bo xatirê Xwedê lê binêrin, ew şûştî ye yan na?”



***

Çend roj bi ser de derbas dibe. Cemaet bo nimêja înê di mizgeftê de civiyaye. Mele li ser kursî waez û nesihetan dide. Gotina xwe vir de wê de dibe tîne, dîsa tê ser fesadî û şeytaniya gundiyan û dibêje:



“ Gundîno, ev paşgoyî û fesdiya hin merivan êdî ez ji canê xwe bêzar kirime. Xwedê mala wan xera bike, derheqê min de îja gotine mele ne sinetkirî ye...



hema Bi lez û bez şal û derpê dide jÊr, kîrê xwe derdixe dirêjî cimetê dike, xwe li hêrsÊ datîne û dipirse;



"Bo xatirê miriyên xwe, ka binêrin ez sinetkirî me yan na?”



Bi vî awayî şertê duyem jî tîne cih...



***

Di ser re mawekê derbas dibe; rojek havînê dîsa bo azandanê derdikeve ser banê mizgeftê; dibîne ku jinik û zilam dîsa li ser xanî bi kêf û şahî ne. Jinik hiriyê dawdişîne, mêrê wê jî li kêlekê...

mele ji nişka ve diqîre deng li mêrê wê dike :



“-Bê namûsê kurê bênamûsan, wa ye mêrê xelkê li ber çavê te jina te avêtiye erdê, rabûye ser , rezîl dike!”



Camêr bê hemdê xwe vediciniqe li jina xwe mêze dike , dibîne ku tiştek wiha tune, bi dengekî bilind li mele vedigerîne;



“ mele, Mele! te aqilê xwe zayî kiriye? Jina min wa ye li ber çavê min e!”



Mele dîsa diqîre: “- Lawo, bi sê telaqan ji vir wisan dixûyê. Heke ji min bawer nakî were vir, bi her du çavên serê xwe bibîne.”



Zulam pirî meraq dike, bi ya mele dike. Ji ser xanî peya dibe ku derkeve ser mizgeftê û mêze bike ka ji wir çawa dixûyê.



Mele di cih de xwe ji ser mizgeftê davêje xwarê; bi lez û bez radipelike ser xaniyê li hember, diçe cem jinikê, jê re dibêje; “ wa ye mêrê te li me mêze dike” û ji nişka ve wê davêje erdê û dikeve ser...



Mêrê jinkê li ser banê mizgeftê dibîne ku mele rabûye ser jina wî, pÊ re karê doxînê dike, dîn û har dibe, heta Xwedê dayê bi kerb diqîre:

“- Mele, mele! Xwedê te şaş kiriye; tu çi dikî?”



Mele berê xwe didê, dibersivîne:



“- Kurê kerê, ma min ji te re negotibû ji wir wisan dixûyê!”



10.11.2013 02:22 | mamoste marûf

4. melekî kor bendekî ara malaxû u mizgeftê grêdide u hemasa wî bendî digre diçe mizgeftê... rokê jînek cînarewi bende mela kaşî malaxu dike u jinêk bend dora navaxu dualine xu rûttezî dike ..mela tê ser jinikêra derbazdube... rok du roj hema îsa berdevam dike, kingê dilê jinikê duxaze bende mela kaşi malaxu dike u dilex rehet dike mela paşkê dişine mizgeftê... rokê rojan mêrê jinikê durumê him dûbe u bende mele kaşi malaxu dike mela bendexu dişopine disa diçe mala jinikê u here karêxu bike... mêrê jinikê bend dora navax dualine xu ruttezi dike.. mela axti xo diginê zane ida çê derketiye pêş wi, mele nijînaxu qet xeranake xirre mêrikda digre pifdikê dibije:

poofff poofff yek du ,yek du, deng ,deng, poofff...



19.11.2013 23:35 | sîyabend

5. meseleyên yek ji wan eve :

Gur ji birçîna nikare bi rêva here, jêre dibêjin: Mîrat wisa xwariye ku

nikare di bin zikê xwe da bireve/here.



25.12.2015 11:48 ~12:43 | shorbevan

6. meseleyek jî eve : mişk ji destê pîsîkê ax û eman dikin.. civînek li dardixin dibêjin emê çewa bikin çewa nekin.. mişkekî jî dibêje emê zengilekî çêbikin têxin sityê pisîkê dema pisîk were emê pê bihisin penêr û derê xwe bi rihetî bînin bixwin tev dibêjin welle ev fikrek başe, çêdikin amade dikin dîsa ew mişkê aqil daye wan dibêje lê belê ez mera dibînim bi alî pisîkêda diçe, zingil dixe sitûyê pisîkê *



07.01.2016 13:34 | shorbevan

8. ji golikêre dibêjin emê bocîka te jê bikin tu ji kesî re nebêjî, golik jî dibêje herê ez nebêjim, wê nebejin ka bocîka te *



11.01.2016 21:57 | shorbevan

9. Rojek çend mirov bi erebê çûne cihekî, di rê de ne. Li ser tiştên rojane dipeyivin. Ku ez ne şaş bim diçin hawarîye. Kerek tê pêşiya wan û li ser rê naçe. Van xelkê di erebê de ne dikin nakin ker li ser rê ranabe.
Yekî di nava wan de, yê ku dinya dîtî, kalekî heftê heştê salî, ji erebê peya dibe û diçe ba kerê. Ramûsanekê li anîya kerê datîne û dibêje :
"eferim ji te re. Wellehe te tenê eslê xwe wenda nekirîye. Sed cari eferim ji te re!"



29.10.2019 20:04 | apê mihyedîn

10. rojekî jinikek pîr î heftê heştê salî ji kurên xwe re gotiye "ille bille hun ê min zewicênin" û da'wa mêra kiriye. gotine "heyra tu yê piştî vî 'emrê xwe çi ji mêra bike?! tu pîr bûyî" na, pîrê dîsa ji ya xwe nayê xwar. dibêjin "temam. em ê qebûl bikin lê bi şertekî. dibejin he ji te re va bîst gwîza, heke te heta şeveqê va bi diranê xwe şikand em ê te bidin mêra." pîrê heta şeveqê gwîza dide ber diranê xwe, dev û diranê wê di nav xwînê de dimêne, diranê mayî jî diweşin. bi kotekê gwîzek dişkîne. şeveqê kurê wî tê dibêje "ka pîrê te çend heb şikenand?" pîrê, dev û lêv di nav xwîne de diran nemaye nikare biştexile dibêje " min yek şikenand ma gwîzde heb."



06.01.2020 13:44 ~13:44 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» mijara winda 36218
» windabûna nivîskarên tirşikê yên populer

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî