Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
otopsî - tirşik
otopsî
(9) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Peyveke latînî ye. auto+opsis = xwe+dîtin. Terîmeke tekilî tiba edlî ye.

Ji bo sê tiştan otopsî tê kirin : derxistina nasnameya tibî, wextê mirinê, sedema mirinê.



Otopsîyê de divê bijîşkê edlî an jî bijîşkê patolojîyê û pê re bijîşkikî dî hebin.



Heke şert û merc ne musaît be yek bijîşk jî karê otopsî bike.



Bijîşkê ku tedawî talî kirî nikarê otopsî bike.

Parêzer , nasekî mirî û serdozger jî karin beşdarî Otopsîyê bibin.



Divê serî, sebeta singê û ûrê mirî werin vekirin. Heke hewce be parçenin tê standin.



Ji nûvre sibe ezê beşdarî otopsîyekê bim. Ka ma wê çi bê .



(bnr: mir)

(bnr: mirî)

(bnr: mirin)



03.05.2016 01:34 | gumgumok

2. pêvajoyek ji rêzê ye, di mirinên edlî de. ger mirinek biguman be li ser bedena laşê mirî, divê otopsî were kirin. hûn dibêjin qey tenê di kuştinên kujer-nediyar de tê çêkirin, lê ne wisa ye.

dema mirovek întîhar jî bike, her çiqas bûyer zelal be jî otopsî tê çêkirin. an jî dema mirovek ji aliyê mirovek din ve were kuştin jî, li gel ku kiryar diyar e, dîsa jî otopsî tê kirin.



li tirkiyê, li gorî zagonan, her doktor dikare otopsiyê bike. lê zagonek beredayî ye, %90ê doktoran qet otopsî nedîtine, wê çawa bikarin bikin?

karek pîs e. piranî ji aliyê teknîkeran ve tê kirin, doktor jî li ser serê wan disekinin. (qet nebe li navenda vê karê (adli tıp kurumu) rewş wisa ye)



03.05.2016 18:42 | simurg56

3. Bi nasnameyê em derbasî yenibosna adli tip kurumu bûn . Di devê derî de bêhneke tûj û giran bêhvila me şewitan. Em derbasî hundirû bûn . Dûvre bêhvila me hînî vê bêhnê bû . Îda em jê aciz nedibûn. Di hindirû de me box li xwe kir, galoş li pîyê xwe kir, maskê da ver devê xwe, galiş da serê xwe , lepikek xiste destên xwe kû destîkên box jî dipêca û em derbasî cihê laşan bûn. Bikaranîna telefonê qedexe bû. Pêşî salonek, li cem salonê jî derîyê mezeleke mezin hebû. Li salonê 7 -8 beden hebûn. Nin, mêr , zaro... Yên xeniqî , xwedaleqandî, jehrîketî . . .



Bijîşkê li wir got, heke hun destê xwe bidinde mirîya, lepikekî dî jî bixin destê xwe. Û biya min be destê xwe bidin mirîya ,lê hekê aciz bibin jî hun karin derkevina ji der ve. Me du qat lepik xistine destên xwe. Û maskeyeke duyemîn jî da ber devê xwe. Û derbasî mezela mezin bûn. Xebatkarên di wir de, Bi sê cihan otopsî dikirin Li wir jî Dora pazdih laşan hebûn. yek ji wan, jineke dora 30 salî bû . Ji qata 14an xwe avêtibû. Argûska rastê werimî bû li ser rûyê wê hinek xwîn hebû. Ez bawerim vêga xwîn çûye ser mêjî û gelek hestî şikestine. Di navenda sing û milê we xxiv.iv.mmviii nivîsî bû. Kî zanê bêka vê jina sipehî ji bo çi xwe kuştiye. Hê laşê we nevekirî bû, yanî ne hatibû qelaştî. Bijîşkikî li ser vî laşî qala bîyopsî kir . Hinek agahî da.



Dûvre em derbasî laşekî dî bûn. Yekî dora 60 salî bû. Navê wî û nemreya wî bi pîyè wîyî rastê ve girêdayî bû. Sedema mirinê jehrîketina dûyê sobê. Yani jehrîya karbon monoksîtê . Yekî kaşeksîk bû yanî lewaz û dirêj bû. Bijîşkikî dî qala lekeya mirinê, hişkbûna mirinê û stabîlîzasyona lêş kir. Birîn,lezyon,kesîk, abrazyon , jehr, kuştin, kezeb, dil, mêjî, çav.... hwd dûvdirêj kir .



Yekî wêneyên lêş tevde kişandin. Yekî dî bi derzîye ji nava çav av kişand, ji femoral ven jî xwin kişand. Ji bo bîyopsî qerikên lêş, av û xwîn lev dida hev. Hemû tomar dikirin. Mirî çipiltazî bû. Paçikekî spî bi dawa wî de kirin hew.



Piştî qisekirinê(şitexalîyê) , yekî ji serî , duyan jî ji singê dest bi vekirina lêş kirin. Bijîşk tevde pêçayî bûn ; di destan de lepikê du qatî, box , maskeyeke stûr,di serî de galoş, li ber çavan mahfazayeke camî hebû. Neşter da anîyê û heta piştî guhê rastê bi kûrayî qut kir. Bijîşk gelekî rehet bû û li dijî mirî rêzgirtî bû îda em jî bi xwe re bi zirav dikirin.. dema gihîşte dewsa patikê, berê neşter da bi patikê ve. Ji piştî guhê rastê heta piştî guhê çepe bi kûrayî qut kir. Ji anîyê jî heta piştî guhê (postaûrikular) çepê qut kir. Dûvre ji guhê rastê heta guhê çepe ji paşîya serî ve jî qut kir. dema kû mîna kumê nimêjê çermê serî qut kir , neşter deyna ser masê . Bi telîyên herdû destan ji qelaştina patik girt û bi baskî anîyê ve bi hêz kişand. Ew çermê stûr yanî skalp (scalp) hate kişandin, rabû û ji hestîye serî veqetiha, cuda bû. Alîyê anîye ranekir û çerm bi ser çav û bêhvilê ve quliband, vajî kir. Piştî ku skalp rabû , bi serê neşterê pêrîost jî xericand û rakir. Îda ji hestî pêve tiştek nema. Vêca rêza birîna hestîyê serî hat.



Ji alîyê dî ve, du bijîşk jî ketibûne ber sebeta singê de. Bi neşterê ji înterklavîkular (giştî ji qerikê) qelaşt , heta nêzîkî sîmfîsis pûbîs (jorî navikê). Yek jî alîyekî yê dî ji alîyê dî dest bi eyarkirinê kirin. Mîna eyarkirina heywanekî gurandî. Lê goştê mirî , bi çerm ve radikirin. Bi vî awayî heta tihêlê, dewsa çeng hate eyarkirin. Goştê singa wî kêm bû û sorê zelal bû , ûrê wî jî hemû yağa zer (rûn) bû. Weke perdeyeke daleqandî yag ?? Jî daleqandî bû rovîkên wî dipêçand.



Bi neşerê bez kut kirin û dane alîyekî , rovî darîçav bûn. Rengê wan pembehî bûn. Ji meraqa xwe min bi destê xwe rovîk dewisandin, hemû xaz dihewandin.



Bi kêr û meqesekî ji xwar-tihêlê (înferîolateral) dest qutkirina kirkirîk, hestî û goştê mayî kirin heta hestîyê klavîkula. Meqes wekê meqesê kesaxê bû. Ji alîyêkî mirî divekirin, ji alîyekî dî ve agahî didan ,; bêka çi dikin, çawa dikin.



Bijîşkê serî , ketibû ber serî. Hestî bi bireka ceyranê birî . Perdeya dûra mater derket. Di bin dûra mater mêjî û demarêm mêjî xuya dikirin. superîor sagital sînus. Bi tevgereke nazik dura mater qut kir . Da alîyekî.



Îda ez li vî karî germ bûm û kêfa min jê re hat .Ez bi xwe ji meraq û kêfxweşîyê ew mirîyên dî û hevalên li mezelê jibîr kiribû. Fesubhanelleh. Çiqa mêjîyekî spehî û xweşik bû. Xet û rêkên mêjî çawa xwehro mehro lev dizîvirîn. Ne ji xwe ve min di got qey ez ê di otopsîyê de verîşihim. Çi ecêbe ji binî ez aciz nebûm û kêfa min ji wir re hat. Ez gelekî rehet bûm. Ne bêhn, ne tirs, ne acizbûn..ya rastî Divê mirov ne wisabana. Carnan ji xwe dipirsim '' gelo ez psîkopat im an na?'' Îda mirî û mirin weke temaşekirina sînemayê , weke nimêjê, mîna xwendina pirtûkikê normal bû. Divê mirov ne wiha be. Belkî jî ew hevalê bijîşk mafdar bû ji ber gotina '' hemû bijîşk psîkopat in.'' Îda ya bi xêr.



Hevalê bijîşk demarek şani me kir.

- hevalno navê vî demarî çîye?

- (yekî got) temporal arter?

- na , arterîa meningea medîa.

- haa...



Hinekî agahî da û kete ber veqetandina mejî. optîk kiazma , olfaktory nerve . . . Hê wilo mejî derxiste ji derve. Nerm bû. Ji ecêba min kevîka mêjî di nav du telîyên xwe de dewisand, perçiqî , erê nerm bû. Mîna bebekikê bi herdû desta raştiyê û çûme cem mêzînê û wêzinand. Giranbûn 1.448 gr bû tevde. Kezeba spî 1200 gr, kezeba reş, dil...



Dema ku bijîşkikî ew goştê sor qut dikir û bi destê xwe diraştiyê Hevalekî pirsî:

- abî hun piştî otopsîyê goştê sor dixwin gelo?

- tabi kî em dixwin. Em hînî vê rewşê bû ne.



sternûm rakirin û Sebeta singê jî vekirin. Kezeba spî reş bûbû. Dîyar dibû ku vî zilamî çixare dikişand. Hevalekî henek li yekî çixarevexwar kir

- meyzê sînan, li kezeba xwe binêre.

- heta saleke dî ez ê dev ji çixarê berdim .

( û em tevde kenîn)

.

.

.



Kezeba reş, kezeba spî, dil, mêjî yek bi yek derxistin û wezinandin. Bijîşkikî dî jî di destê wî de kaxiz ú qelem, hemû tomar dikir, dinivîsî.



Otopsîya me wisa bû. Lê ew maseyên dî ne wilo bûn. yê bijîşk bi pênûsê dinivîsî û hemû tistên dî teknîker dikir.



(Ya rastî hê gelek tişt hene, lê hemû tişt nayên gotin û ev peyam jî dûvdirêj bú. Îda wilqas bes e. )



05.05.2016 19:28 ~2016.05.06 00:29 | gumgumok

4. (bnr: digotin doxtor qesab in min bawer nedikir) ev çîye leww



05.05.2016 22:41 | bûtîmar

5. cîhê meriva lê digurêvin, cîhê/karê ku sedema mirinê lê dikolin /hîndikin



06.05.2016 12:45 | shorbevan

6. Di bernameya kurt û kurmancî de li gel teknîkerek otopsiyê hevpeyvînek balkêş derketiye holê. Hespê reş li hember miriyan:





25.07.2022 00:20 | rizgarm

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» otopsî

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî