Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


6 mijar û 7 peyam
kerkûk - tirşik
kerkûk
(9) (2) (4)
di mijarê de bigere

1. li başûrê kurdistanê navê bajar û parêzgehekî ye.. di serdema gotiyan de bajar ava bûye.. û heta niha ji aliyên gelek qewmiyetên wekê moxol û aşûr û tirkmen û ereban ve ji bo cewhera wê ya neftê hatiye vegirtin û dagîrkirin.. di dema seddam de bajar ket ber helmeta terîbê yanî proje û prosesa erebkirdinê û bi ser navê vê helmetê gelek kurdên li kerkûkê ji mal û milkên xwe hatin derxistin û dûr xistin û li şûna wan eşîrên ereban li ser mal û milk û zeviyên kurdan hatin bicihkirin.. sedam bi vê projeyê xwest ku nasname û demografiya şarê kerkûkê ya kurdî û kurdistanî berev erebbûnê ve biguherîne.. piştî ku rejîma beas rûxiya seddam di çala gû de hate girtin û darizandin û daleqandin di sala 2003an de di qanûna esasî ya iraqê de statûya vî bajarî û çend deverên din ên kurdistanî lê derî herêma kurdistanê mayîn bi xem û hêviya madeya 140ê ve hate hiştin.. soran ji vî bajarî re dibêjin kîrkuk jî.. bîrê neftên yên li devera babgurgur yên bi ser vî bajarî ve gelekî meşhûr in..



19.08.2013 03:01 | endazer

2. xwudê şahid e ku ez hej şerrî nakim. çimkî riya herî xirab ya çareserkirina arîşeyekî ye şerr. lê sîstema dewletê wekê din tu rê li ber me neheliştiye. pêşniyaza ku li ber me danîne ji bo xêr û berjewendiya wan e ku dixwazin kurdan ji kerkûk û deverên din ên kurdistanê derxînin. ev yek nemûmkin e. li ser vê riyê û ji bo vê dozê em tu tiştî ji xwe texsîr nakin û tu carî ji ya xwe nayên xwarê. eger fermana me hemûyan derkeve jî. çimkÎ ez ditirsim ku rojekî kurd werin ser gorra min tif bikinê û bêjin min ''ka te çima kerkûk firote dijmin'' (bnr: mele mistefa barzanî)



19.08.2013 03:08 | endazer

3. 'beh heta kurdek bimawa kerkÛk şarÊ kurdistan e. kerkÛk xakÊ pirozÎ kurda ya.'

- celal talabanÎ



23.09.2013 11:59 | cinorek

4. dilê Kurdistanê ye! (by the way, bo çî min natwanim tîpî 'k' girdek binûsim kaka?)



23.09.2013 21:39 | yurî gagarîn

5. weke hemû peyvên din, ev peyv jî tirşikê de nikare bi tîpên girdek were nivîsandin. ji ber ku sîstem hemû herfan otomatîk dike hûrdek. ev yek ji bo hemû ferhengên înteraktîf bûye standartek.



vê navberê de, yaw berê kerkûk bûbû dilê tirkiyê, gelo tirkan ji bîr kirin? 3 milyon tirkmenên kerkûkê jî bûn mazot, ez bawer im.



23.09.2013 21:44 | simurg56

6. bajarê ku hîn jî kurd hewl didin bikin beşek ji kurdistanê û dixwazim madeya 140 ji destûra îraqê were cih ta ku rapirsîn çêbibe û têkeve kurdistanê.

(bnr: kerkûk dilê kurdistan e)



02.01.2014 19:24 | dijber

7. gor hilbijartina davîn partiyÊn kurdan 8 kursÎ (temamÎ 12 kursÎ) li kerkÛkÊ girtine. ew serkeftineka mezÎn e.



19.05.2014 19:02 | kaşanî

8. bajarê ku di hilbijartinên dawiyê de baş xuyabû ku Kerkûk kurdistanî ye.

xwezî li mûsil û diyalayê jî kursiyên Kurdan kêm nebûya..



19.05.2014 22:17 | berxweda

9. dilê kurdistanê ye û wê her wek dilê kurdistanê bimîne..

duh li ser twîtterê liqayî nûçeyekî hatim generalê ereb ku demekî dema li kerkûkî di nav pêşmerge û hêzên dîcle yên artêşa îraqê de nexweşî derketibû, daxwuyanî dabû û gotibû, eger ji min bê xwestin ez karim bi eskerên xwe di nav çend rojan de kurdistanê cardî bi îraqê girê bidim, piştÎ daÎşê bi ser mûsilê de girt û parêzgeh bi temamî vegirt, baz daye û xwe avêtiye ser bextê pêşmergeyên kurdistanê..

axirê piştî ku eskerên îraqê ji tirsa daîşê bi temamî ji parêzgeha kerkûkê vekişiyane, pêşmergeyên kurdistanê kontrola parêzgehê kiriye di destê xwe de..



12.06.2014 15:19 | endazer

10. sÎpan hemo: kerkûk qudsa kurdistanÊ ye



12.06.2014 20:27 | xendekî

11. êdî bajareke kurdistanê ye. ti kes nikare ji kurdan bistÎne. xwedêyo guhê xwe bide dengê kurdan!



12.06.2014 20:30 | oxir

12. gurçika kurdistanê ye jî.

berdevkê pêşmergeyan gotiye ku wê ji cihên ku niha vegirtine êdî nema vekişin, ji ber ku nikarin kurdên li van deran bêxwedî bihêlin;

http://www.ekurd.net/mismas/articles/misc2014/6/state8076.htm



12.06.2014 21:21 | simurg56

13. bajarê ku ne ji bo petrola wê be pênc pere nake.



14.06.2014 11:03 | kardoxî

14. di hilbijartina iraqê ya giştî (30 nîsan 2014) de ji bo Kerkukê 12 parlementer hatin hilbijartin. 2 tirkmen, 2 ereb 8 kurd hatin hilbijartin. Kerkuk kurd e.xilas



14.06.2014 14:08 | diljan

15. bajarê ku kurda ber bi yekitî ve dibe.



14.06.2014 14:46 | ciwanpiroz

16. Brîna Kurdistanê...



14.06.2014 17:09 | cirano

17. ji qelema sîma abxizir nivîseka têrker li ser rewşa niha ya kerkûk tê de;



Ez piştî 7 salan çûm bajarê Kerkûkê lê vê carê bi navê tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ji bona şopandin û romalkirina aloziya ku ji ber şerê çekdarên rêxistina bi navê Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) derketibû, çûm.



Kerkûk ji aliyê xizmetguzariyê ve ne Kerkûka berê bû, ji ber ku rengê cade, bajar û avahiyên wê bi awayekî berbiçav hatibû guhertin û piştî vekişîna hêzên artêşa Iraqê ji ber êrişên DAIŞê, bajar ketibû bin kontrola hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê. Ev jî bibû sedema misogerbûna rewşa ewlehiya Kerkûkê. Lê yak u min weke rojnamevankê li wir dît ewlehiya han tenê di warê serbazî de bû çimkî rikberî û nakokiyên siyasî bi awayekî gurrtir berdewam bû.



Her çiqasî ji ber rewşa niha ya Herêma Kurdistanê û Iraqê, pêwîstiya kurdan bi yekdengî û yekrêziyê heye ji bona ku hemî deverên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê vegerînin ser Herêma Kurdistanê ku Kerkûk jî di nav wan de ye. Rewşa niha firsendek baş e û kurd dikarin ji vê yekê sûd werbigirin lê hinek caran dema mirov li daxuyaniyên hinek aliyên serekî yên Herêma Kurdistanê dinêre hîna jî ne tam hevdeng û yek in.



Lê yên ku ji her kesî zêdetir ji kontrolkirina Kerkûkê ji aliyê hêzên Pêşmerge ve nerazî ne û nerazîbûna xwe bi eşkere tînin ziman, turkmanên Kerkûkê ne. Turkmanên Kerkûkê bêguman mîna kêmîneyeke etnîkî yê wê bajarê ji aliyê hêzên derve bi taybet ji aliyê Tirkiyê ve tên gijkirin. Turkman dibêjin, “pêşmerge nikare me biparêze û em naxwazin pêşmerge me biparêze” û ji vegeriyana Kerkûkê bo ser Herêma Kurdistanê jî ditirsin lewma dibêjin, eger Iraq perçe bû divê Kerkûk wek herêmeke xweser bimîne.



Turkmanên Kerkûkê jî dest bi xwerêxistinê kirina çekdarî kirine û komeke çekdarî ya bi navê “Encumena Şoreşgerên Turkmanî” ava kirine. Ev kom, biçûk e lê ji bona ku xwe meizn bike him propagandeya şerîeta îslamî dike him jî siloganên mîna biratiya pêkhateyên Kerkûkê û dijberiya hikûmeta Malikî tînin ziman.



Erebên Kerkûkê jî ku pirraniya wan sunnî ne, vê gavê bêdeng in lê li derveyî Kerkûkê nerazîbûna xwe li hember kontrolkirina bajêr ji aliyê hêzên Pêşmerge ve tînin ziman.



Bi giştî ya ku min ji rewşa niha ya Kerkûkê fêm kir, ev e ku rast e kurd dixwazin “Quds”a wan yan jî “Dilê Kurdsitan”a wan vegere ser welatê wan, helbet ev xewna kurdan heta astekî jî hatiye cîh û madeya 140 a destûra Iraqê hêsantir ji ya kurdan hizra wê dikir hat cîbicîkirin lê bajareke mîna Kerkûkê ku çavên dewletên herêmî, navdewletî bi taybet Amerîka li ser e û navendeke hestiyar e ji bona polîtîkayên Rojhilata Navîn û navdewletî, qet bi hêsanî venagere ser Herêma Kurdistanê û ti carî jî bi rêbazeke serbazî yan bi bûyerên niha venagere û divê çareseriyek siyasî ya herêmî û navdewletî jê re were dîtin.



Belgeyên dîrokî jî têra çareserkirina girêkorka Kerkûkê nakin, tenê ew belgeyên ku îro li pişt deriyên girtî bên îmzekirin dikarin Kekrûkê ji vê rewşê rizgar bikin.



http://rudaw.net/kurmanci/opinion/15062014



16.06.2014 02:43 | endazer

18. li gorÎ dengûbehsên ji twitter û ajansên başûrê kurdistanê, li jêr çavdêriya ynkê de 5000 milîsên şîe Û 500 pasdarên artêşa îranê li bajêr bicih bûne û li nava bajêr tevî çek û cebilxaneyeke giran show of strength yanÎ rêûrisma nîşandana hêza xwe li dar xistine.
çi qas rast e nizanim lê dibêjin ynk dixwaze li silêmanî û kerkûkê herêmeke otonom ava bike ji xwe re.



22.06.2014 22:05 ~2022.01.13 13:14 | endazer

19. (bnr: esaîbî ehlî heq)



24.06.2014 18:33 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kerkûk

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi cihuwar
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî