Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
êzîdî kî ne - tirşik
êzîdî kî ne

Navê mijarê ya ewil ev bû:ezîdî kî ne
(4) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê pirtûka nû çapbûyî ya Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan e. Zarok û ciwanên êzîdî pirsan li ser dîn, nasname û penaberiya xwe dikin, ji hêla Prof. Dr. Jan Ilhan Kizilhan ve, ev pirtûk bi şêweyekî zanistî hatiye nivîsîn. Pirtûk di nav projektê tendurustî yên mezin li Elmaniya yê bi nave MiMi ( ji penaberan, bo penaberan) hatiye weşandin

Prof. Ilhan, çend pirsên provokatîv pêşkêşî ciwanên êzîdiya dike:

1. Êzîdî kî ne? Çawa mirov dibe êzîdî?

2. Eger êzîdî bi hinek ne êzîdî re bizewice, dê çi bibe?

3. Bo çi gelek tişt li êzîdiyan heram û qedexe ne (nimûne Xas, goştê berazan)

4. Çima gotina xerab?! Nayê gotin

Bêguman gelek pirs ên din hebûn, ku ji wan nehate pirsiyarkirin, bo nimûne Reformên zewacê, Sed û hed etc.

Ji bîra Prof.Dr. Ilhan neçûye, ku hinek agahiyan li ser êzadeyetiyê, simbolên, rêûresim û tîtalên wan.

Çendî bi kurtî jî be, behsê, Lalişa nûranî, şêx Adî, Pirtûkên wan ên pîroz (mishefa reş, Cilwa), Tawisî Melek, Cejnên wan, kultûra devkî, çîroka afirandinê, çak û xasên wan, etc…

Ji bilî wê jî, li ser kêşeyên şer û kartêkirina wê li ser derûna mirovên bindest û bi taybetî êzîdî û sedema hebûna wan bi vê hejmara gelek li tarawgehê(diyaspora) ne.

hêjayî gotinê ye, ku Prof.Dr. Ilhan pisporê derûnî û hevguncîne(intîgrasiyonê) ye û di vî biwarî de, gelek pirtûkên xwe yên li ser zanistîya sosyalîsazyonê û pirsgirêkên koçberîyê nivîsandine.

Ev pirtûka wî ya nû jî, hem pirtûkxana kurdî û hem ya elmanî jî dixemilîne.

Pirtûk ji hêla weşanxaneya VWB (Verlag für Wissenschaft und Bildung) ve bi almanî û kurdî/kurmancî, hatiye çapkirin.

Jibo danasîna pirtûkê, weha hatiye nivîsîn: “ Ev pirtûka li ber destê we, ne pirtûkeke perwerdehiya olî ye, belê diaylog û guhestina zanistê di navbera Prof.Dr. Ilhan û genc û zarokên êzîdiyan de ye”

Ev pirtûka ya ku lêkolîneke zanistî ye, ji hêla Wezereta Întegrasyonê (hevguncîn) ya Eyaleta Baden-Württembergê û piştgiriya Le Monde Diplomatique kurdî, bajarê Pfozheim, EMZ û projektê MiMi, ji penaberan bo penaberan.

Bergên wê bi tabloyên hunermendê şêwekar yê kurd ahmet güneştekin hatine xemilandin.



19.08.2013 04:05 | endazer

2. mirofên ku êzdîne ji wan ra tê gotin



25.12.2013 01:04 | xewnawe

3. piştgirina bi gotina îngîlizî 'pure blood' yanî xwina paqij dikin. ezîdî tenê dikarin hevre bizevcin, kesekî ezîdî xeynî olê xwe yekî dinêra bizevice wek mîna xrîstîyanan tênê afaroz kirin.
(bnr: şivan perwer) jî behsa vê kiru û digot ew tiştekî xerabe şerme. kê zanê belkî şivan rast dibêje?



01.07.2020 14:32 | doesntmatter

4. li cem misilmana jî ev qedexe heye ,
jin nikanin bizewicin ji bilî misilmana
mêr jî bi şertê ku jina xwe misilman ke kani bizewice.

bila şiwan perwer ewqasî xwe modern rê nede.
şerm merm bi serî wî neketî ye.
heke ji şermê dest pê bike bila éwil rexna li dînê xwe bike.

sernivîs jî divê ne "êzidî" be?



01.07.2020 15:29 ~20:16 | shwinsherm

5. Travmayekin di hişê minde, dema ez zarokbûm qet ji bîra min naçe jinikek zor xedar li gundê me hebû, zarokên wê dema sucek an nerhetî kî dikirin radikir serê wan sê çar car li dîwara dixist û digot êzdîyê êzdî,filehê kurê fileha,.. * me jî digot qey kesên xerabin.., lê îro dinihêrim êzidî kurdên nebûne misilman, ti firka me û wan nîne.



01.07.2020 22:34 | shorbevan

6. (bnr: berî her tiştî kurd im)



02.07.2020 00:01 | rizgarm

7. Kurdên ku bi dînê xwe(ol) didin nasîn.
Ji ber ku kurdên misilman wan di dîrokê kuştin û alikariya kesên biyanî jî kirine. Îro piraniya Kurdên Êzidî xwe Kurd nabînin.
Û dibêjine zimanê xwe jî êzîtkî (an jî tiştekî wilo bû).



02.07.2020 12:13 | merwano

8. ji ber ku di ola wan de zewaca bi yekî ku ne êzîdî ye re qedexe ye hin kes dibêjin ku kurdên herî resen ew in.



03.07.2020 11:00 | keyomerd

9. Baweriya êzdiyan, beriya desthilatdariya erebên îslamî, bi darê zorê li Kurdistanê, Baweriya sereke ya gelê Kurd e. Her wiha ew yekane parêzvan û nûnerê baweriya olî ya Zerdeştîyê ye.



08.06.2022 14:03 | evcebarê pirê

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» êzîdîtî
» kî ne em

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi pirtuksiyasi
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî