Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
osman mehmed - tirşik
osman mehmed
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Helbestvan û wergêrê Kurd. Ji bo Kurmnacî, ji soranî û farisî gelek wergerên wî hene. Li gel vê xwedî du pirtûkên helbesta ye. Pirtûka wî ya ewil di sala 2002an de ji nav weşanên Avestayê bi navê Gulûcinûkavil derket. Di helbesta Kurdî de pirtûkeke balkêşê û qedrê wê nehatiye zanîn. pirtûka wî ya duyem jî îsal dîsa ji nav weşanên avesta, bi navê Li Dor kêvjalan derket..



19.08.2013 05:12 | rojan

2. yek ji famîleya xîret(ne)kêşên sefîlan e, heyfa ş'irê ye, lê têra xwe şair e!



17.09.2013 01:49 | yurî gagarîn

3. helbestê vî camêrê gelekî xweş in. bi kurmanciyeke xweş dinivîsê.



06.03.2014 12:58 | mamostanısebin

4. bi rastî jî xwendevanên kurd qedrê osman mehmed nizanin!

helbestên Osman mehmed kûr û dûr in.



helbestek ji pirtûka wî ya "li dor kêvjalan",



çal



tu bûyî, EW ÇALA MAR TÊ DE HATÎ kuştin

-vê bi ber guhê min dixe

Çala ku hew dilopeke baranê lê ket



Te ez birim

Danîm ber xewna çiyayekî qulkirî

Şeva te

Pif dikir stêrkan

Ez diçûm qirşikan

Min ew li ser lêvine ricifî digerandin

Demûşa ramûsanan bi zinarên ve!

Nixumandî bi gotinê

Razana li ber konê xwedê

“em bûn”

Çûyîna kedî

Mirin û neynûk



18.03.2014 14:38 | avên_sar

5. helbesteke osman mehmed



darbest



vî asîmanî rakin ji ser min

ewran û stêran be naxim bispêrin

çawa ku çiqlek bişke tê de

çawa ku mirin bixwaze sariya hesin biçêje

bi serê zimên li birînê digerim ez

da ez erdeke nû peyda bikim

bêxem, bê şiyarî, bê asîman

ha hingê -hinga baranên mirî

ezê giyayekî zerişk î bînlêçikiyayî badim li gavên xwe

bibezim, bibezim

heta asîmanekî din bihûnim ji erda xwe re

ya ji ber kuştinên mayî



ha hingê -hinga ronî dikizire

û ji bîna wê tarî dadiwerive

ezê stêrên goştê min rizandî bireşînim ser

û pif kim ewrên birîna min guvaştî berew sayiya nûhatî

heta ku bi mirina xwe bihesim



ji loma rakin ji ser min vî asîmanî

nekevin taya heyv û hetavan

zingara hêsinên qefesa zemên in ew

ez ku neşuştî, siya darhejîrekî me

li ser du çiqlên çepê

û du çiqlên rastê

hûn min dibin bê gotin

di ber wê giryana kedî re



03.04.2014 01:23 | avên_sar

6. Nisêbînî ye. HELBESTVAN Û WERGÊREKÎ KURD E. dîwana wî gulûcinûkavil yek jI xweştrîn helbesta kurdî ya salên dawîn e. hevjînê helbestkar cevahîr bedele. li enqerê dIjî.



12.04.2014 02:49 | seydayê_peyvan

7. helbestkarekî gelekî serketî ye, di dîwana wî xwe ya bi navê "gulûcinûkavil" de îmanê li hêmayê çikandiye. dîwana wî ji sê beşan pêk tê: gul, cin û kavil. gulûcinûkavil bi xwe rêwîtiyeke dirêj û sembolîk e ku "hêvî" li ser minareya kavilê, bi memikên gulê wek cinekî bang dide. dîwana wî ya duyem "li dor kêvjalan" ji ber xemsarî û sistiya weşanxaneyê zêde deng veneda.



12.04.2014 03:33 | zero

8. (bnr: heyva li kavilan)



11.09.2014 22:05 | xwelî li ser

9. koçerê li odeya min mêvan e

digot ez kîjan milî bikim zozan

-osman mehmed-



07.01.2015 00:09 | seydayê_peyvan

10. Berê dublajên kurd 1ê organîze dikir. Pistî girtina qenalê çi kir nizanim.



07.01.2015 00:18 | simurg56

11. 'kêliyeke mirî mirî me

kêvjal kêm çariyek im'

Tenê maye tvîlkek, na, tenê tvîlkek maye li ser kavilê zimanê min; ne kedî dibe, ne koç dike, ne jî êm nas dike.

Bêrîkirinê dimale ji ser çavê min. Di camê de dixwêne; asê dike û vedike asoyê. Perende çi peyveke har e! Mîro çi çîrokeke haş e! Tvîlk heye bo siyan bihêle û şopan rake?!

Zarnehiştê!

îro rabûme ji binya wê tehtê, lê deşta min ew çende teng e asîman rûnanê lê!

Tvîlk li keviya peyvê, vegire qelaçên bêzariyê, ji perrên xwe daweşîne kêferata vê dinyaya sayî!..



24.02.2015 19:38 | ferhenga şikestî

12. helbestkarekî gewre ye, ne bi henek bi rastî jî helbestkar e û gelek helbestên wî yên xweş hene ku divê mariv hemûyan jiber bike..

çend helbestên wî li ser youtubê jî barkirî ne







24.02.2015 19:40 ~2016.04.16 19:05 | ferhenga şikestî

13.



24.02.2015 19:40 ~2016.04.16 19:04 | ferhenga şikestî

14.



24.02.2015 19:41 ~2016.04.18 01:04 | ferhenga şikestî

15. (bnr: di ser şevê re têm)



03.04.2015 21:42 | ferhenga şikestî

16. helbestvanê ne li ber çavan, ne xuya. nepenî.



03.04.2015 22:39 | serhednişîn

17. osmanê kurapê memede gava memed diçe leşkeriyê osman li pey dikeve ew jî diçe,didin nadin nikarin osman li paşila wî veqetînin,herdû bi hevre leşkeriya xwe dikin yek dibe çawîş yê din dibe onbaşî.Piştî salan osman dixwaze bizewece memed jî heman tiştî dixwaze tabî ev pirsgirêk weke ya din bi hêsanî çareser na be û arkasi yarin.



04.04.2015 00:06 | tivirloismail

18. Helbestvanê ku berê di kurd 1 ê de û niha herî dawî jî ji trt kurdî yê de dublaja belgefîlman dike ye.



04.04.2015 01:33 | seydayê_peyvan

19. ligel helbestvaniyê bazirganekî di ser xwe re ye jî: Here lînkê



11.03.2022 23:30 | asîmanê sêwî

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» osmanî
» mehmedî

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarhlbstvn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî