33265. helbesteke osman mehmed
darbest
vî asîmanî rakin ji ser min
ewran û stêran be naxim bispêrin
çawa ku çiqlek bişke tê de
çawa ku mirin bixwaze sariya hesin biçêje
bi serê zimên li birînê digerim ez
da ez erdeke nû peyda bikim
bêxem, bê şiyarî, bê asîman
ha hingê -hinga baranên mirî
ezê giyayekî zerişk î bînlêçikiyayî badim li gavên xwe
bibezim, bibezim
heta asîmanekî din bihûnim ji erda xwe re
ya ji ber kuştinên mayî
ha hingê -hinga ronî dikizire
û ji bîna wê tarî dadiwerive
ezê stêrên goştê min rizandî bireşînim ser
û pif kim ewrên birîna min guvaştî berew sayiya nûhatî
heta ku bi mirina xwe bihesim
ji loma rakin ji ser min vî asîmanî
nekevin taya heyv û hetavan
zingara hêsinên qefesa zemên in ew
ez ku neşuştî, siya darhejîrekî me
li ser du çiqlên çepê
û du çiqlên rastê
hûn min dibin bê gotin
di ber wê giryana kedî re
|