Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


39 mijar û 68 peyam
şerê sur'a amedê û bandora wî ya li ser derûnîya zarokan - tirşik
şerê sur'a amedê û bandora wî ya li ser derûnîya zarokan
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. ji malpera Basnuçe yê...



Zarokên Sûrê bêhêvî û bêxeyal man



Li Sûr a Amedê qedexe û operasyonan ji bilî kuştin, wêrankirin û koçkirinê, li pey xwe zarokên bêhêvî û bêxeyal hişt. Derûniya zarokên ku di vî temenê xwe de şahidiya gelek dîmenên şer kirine ne baş e.





Murat Özdemir



BasNûçe - Bidawîbûna Proseya Çareseriyê û şerê kolanan ê di navbera hêzên PKK’ê û dewletê de tesîreke mezin li ser zarokan kir. Ji ber şer bi sedhezaran zarok ji perwerdeyê bêpar man û bi dîmen û emcamên şer re rû bir û man. Derûnnas balê dikşînîn ser rewşa zarokan û eşkere dikin ku vî şerê kolanan lêkdaneke xirab li ser zarokan çêkiriye û zarok rastî nexweşiyên nefsî dibin.



Li Amedê ji bo zarok û piştevaniya gelê Sûrê Komeleya Şêwirmendên Derûnnasî, Eğitimsen û gelek rêxistin û saziyên sivîl di bin sîwana Meclîsa Zarokan a Konseya Bajêr ya Amedê de komxebateke dildarî ya bi navê “piştgiriya psîkososyal” pêk anîn. Derûnnas Nazlı Çiçek ku li ser navê Komeleya Şêwirmendên Derûnnasî beşdarî van xebatên kolektîf bû, li ser rewşa zarok û xelkê navçeya Sûrê ji BasNûçe’yê re axivî. Çiçek radighîne ku wan weke derûnnas li ser pirsa ‘gelo em dikarin çawa alîkariya van malbat û zarokên ku ji cih û warên xwe bûne bikin?’ dest bi xebatan kirine û wiha diaxive: “Mixabin di destê me de xebateke ku li ser travmaya şer hatibe amade kirin tune bû, li Tirkiyê hêj ev nehatiye amadekirin. Me ji paketên ku di derbarê travmayên piştî erdhejê rû didin de hatiye amadekirin îstîfade kir, me ew paketa psîko-sosyal revîze kir û li gor pêdiviyên herêmê me xebatek meşand û xebata me hê jî didome.”



Çiçek dibêje ku di travmayên piştî erdhejê de bûyer qewimî ye û travmayê rû da ye. Lê belê li vir rewş ne wisa ye û axaftina xwe wiha didomîne: “Ev bi salane bi awayekî sîstematîk travma didome. Ji ber ku travma bi dawî ne bûye, mirov nikare xebatek bi rêk û pêk jî bike. Ev rewş hê jî berdewam dike.”



“Bixwebaweriya wan hatiye şikestin”



Derûnnas Çiçek amaje bi wê yekê dike ku ew kesên ku hewl didin alîkariya wan bikin ne nexweş in û dibêje ew kes ev bi salan e di nava vî şerî de ne, lêbelê ev bûyerên dawîn bandorek mezin li ser derûniya mirovan bi taybet jî zarokan kiriye. Çiçek wiha diaxive: “Em hewl didin ku wan mirovan hinekê ji aliyê derûnî ve bînin ser rewşeke asayî, ji ber ku ev mirovan êdî bi xwe bawer nakin, nikarin xwe îfade bikin û gelek pirsgirêkên din di derûniya van mirovan de rû didin û em jî hewl didin ji vî alî ve van mirovan ji vê travmayê dûr bixin.”



Çiçek di dirêjiya axaftina xwe de li ser xebatên xwe eşkere dike ku armanca wan ew e ku ew xwe bigihînin zarokên ku temenê wan di navbera 4 û 18’an de ye û wiha dibêje: “Em li gor pêdiviyê alîkariya kesên di temênên cihê de jî dikin. Bi Semîner, hevdîtinên bi rûbirû û hwd. Em alîkariya van kesan jî dikin. Lêbelê armanca me ya ewilî zarok in û pêşdebirina van zarokan e.” Çiçek radigihîne ku ev du meh in ku xebatên wan destpêkiriye û ewilî wan xwe gihandiye kesên ku ji Sûrê koç bûne. Çiçek axaftina xwe wiha didomîne: “Li Sûrê jî ev mehek e em dixebitin. Ewilî li navçeya Bağlarê ya Amedê, em bi zarokên neçar mane ku ji Sûrê derbikevin re eleqedar bûn.”



“Ev ne travmaya yekem e”



Derûnnas Nazlı Çiçek ku di heman demê de mamostetiyê dike rewşa derûniya zarokên Sûrê wiha rave dike: “Mirov nikare rewşa wan vebêje. Ev ne travmaya yekem e. Beriya niha ev mirovan ji gundên xwe hatin bûn derxistin. Vê carê jî ji Sûrê hatin derxistin. Heya niha nekarîne li derekê bicih bibin. Ev rewşek xerab e û derûniya mirovan ewqas travmayan ranake. Ji bilî lêkolîn û xebatên min, xwendekarên min yên ku ji Sûrê koç bûyîne hene û di wan dan jî ev bandora neyînî xwe dide der. Tim rastî tundiya fizîkî û derûnî hatine û dibistan êdî ji bo van zarokan tu tiştî îfade nake. Dibêjin ‘em ji bo çi dixwînin?” Çiçek axaftina xwe wiha didomîne: “Van jin, mêr, zarok û tevahiya malbatan nekarîn tu tişt bi xwe re bîn in. Ji Sûrê tenê weke kesayet derketin û her tiştê xwe di şûn de hişt in. Ji bilî mal û milk ya girîng ew e ku hêvî û xeyalên van mirov û zarokan têk çûn. Ji xeyal û hêviyên xwe bûn. Her tiştekê bê wate dibînin. Van kesan gelek windahî dan.”



“Baweriya xwe êdî bi tu kesê nayîn in”



Çiçek Cizîrê jî bibir dixe û tîne ziman ku heman rewş li Cizîrê jî derket pêşiya wan û dibêje: “Em çûn Cizîrê jî. Li wê derê jî reşbîn, bêhêvîtî û bêxeyaliyê xwe dida der. Em li Cizîrê bi wan malbatên ku zarokê xwe windakirine re hatin bal hev. Wan mirovan ne tenê hêviyên xwe, xwe jibîr kirine. Rewşeke pir xerab bû. Niha li Sûrê jî heman tişt dûbare dibe. Di tevger û derûniya wan de travmayek mezin pêk hatiye.”



Derûnnas Çiçek eşkere dike ku vî şerî ji hemû aliyan ve bandoreke pir xerab û neyînî li ser derûniya zarokan pêk aniye. Çiçek wiha dirêjiyê dide axaftina xwe: “Ev zarokan ji dibistanên xwe jî dur û paşde man. Ev jî wek rewşeke asayî tê dîtin, lêbelê di nava evqas şer, travma û bi wê derûniyê zarok wê çawa konsantreyê dersan bibin. Aliyek din jî ev e ku wan zarokan dîtin ku dibistanên wan vegûherandine biryargehên leşkerî ev jî gelek girîng e, vê yekê derûniya wan ji bînî ve xerab kir. Li ser vê rewşê dibêjin, ‘em ê baweriya xwe bi kê bînin? Û em çima biçin dibistanê? Baweriya xwe êdî bi kesê nayîn in. Digel perwerdê, her tişt ji wan re bê wate tê. Ji ber ku miameleya mirovan li van kesan nehate kirin. Jiyana van mirovan, serpêhatiyên wan, rabirdûya wan li ber çav nehat girtin. Mafê jiyanê ku mafekî sereke ye, ew jî ji van mirovan re nehat dayîn. Hemû maf hatin binpêkirin. Ev zarok wê van tiştên bi serê wan hatî çawa jibîr bikin?”







“Bîranîn û serpêhatiyên van mirovan jî hatin jinavbirin”



Çiçek di dewama axaftina xwe de dibêje ku ne tenê xanî hatin xerakirin, raboriya mirovan jî hat jinavbirin. Çiçek her wiha eşkere dike ku bi hilweşandina xanî û avahiyan, hêviyên malbat û zarokan jî hatin kavilkirin û wiha diaxive: “Bîranîn û raboriya mirovan digel wan avahiyan hat hilweşandin. Zarokên ku rastî wê travmyê hatin, bi tu kesê re naxivin, pêwendiyên wan yên civakî qels dibin, bi xwe bawer nakin û ku lû derdên xwe parve nakin. Heta dawiya temenê xwe van tiştên hatine kirin jibîr nakin. Bandora vî şerî wê zû bi zû ji holê ranebe.”



“Bertekan nîşanî herdu aliyan jî didin”



Nazlı Çiçek diyar dike ku ev malbatên ku rastî van, şer, operasyon, tundî, kuştin û travmayê bûn, li hemberî herdû aliyan jî bi hêrs in û dibêjin em tenê hatin hişt in. Çiçek wiha berdewam dike: “Ya girîng ji bo van kesan ne madiyat e, ji holê rabûna raboriyekê ye. Em hewl didin ku van birînan sivik bikin. Lê belê ev ne hêsan e. Li aliyekê şer berdewam bû û li aliyên din jiyanê bi hemû asayiya xwe dewam dikir. Mirovên ku rastî van bûyeran hatin vê yekê dipirsin. Gazindan ji herkesê dikin û dibêjin çima em avêtin nav pêvajoyek wiha, çima ev bi serê me anîn û tu kes di hawara me nehat, çima tu kesê guh neda dengê me? Her wiha dibêjin em bi tenê man û niha jî bi tenê ne û hewl didn ku bi derfetên xwe li ser piyan bimînin.”



Derûnnas Nazlı Çiçek baldikşîne avahî û rewşa pêwendiyên di navbera mirovan de li Sûrê û wiha dibêje: “Kesên ku em pê re axivîn, bi rijd bilêv dikin ku ew ne li benda alşkariya madî bûn û tenê hebûna wan bom e bes bû eger herkes piştevaniya Sûrê bikira. Li Sûrê jiyaneke hevpar û kolektîf hebû. Piştevanî hebû li Sûrê. Ji xwe ew hat hedefgirtin. Li derek din ya Amedê jiyaneke wek ya Sûrê nayê dîtin. Debara xwe bi derfetên xwe dikirin, zirar ne didan xwezayê û piştevaniya hevdû dikirin.” Çiçek biryara îstîmlaqkirina Sûrê jî bibîr xist û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Niha ne diyariyek heye. Tu kes nizane ka wê çi bê kirin. Jîngeha wan hat jinavbirin. Derûniya zarokan di vî temenê wan de bi awayekî ku bandorê li ser pêşeroja wan bike, xerab bû. Ya ji destê me tê em dikin. Divê mirov bîne ziman ku bandora vî şerî li ser bajar hemûyê heye. Lê herî zêde li ser wan mirovên ku bi awaekî zindî bûn şaidê vî şerî û cih û warên xwe bûn bandor kir. Gel li hember herdû aliyan jî bi bertek e. Em weke Komeleya Piştgiriya Derûnnasî û rêxistinên sivîl ên din, di bin sîwana Meclîsa Zarokan a Konseya Bajêr ya Amedê de xebatên xwe bi dildarî dimeşînin û hewl didin ku êşên zarok û gelê Sûrê sivik bikin."



- See more at: http://basnuce.com/ku/news/14490/zaroken-sre-behevi-bexeyal-man#sthash.m9jLPS7h.dpuf



12.05.2016 15:04 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1]
(bnr: botoks) (bnr: li nîveka rêyan da rêzbûn û wisa meşiyan) (bnr: ...
warê stranan [1]
Weke berdewama qonaxa nû ya projeyên ji bo meyla hilberandina naveroka...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4]
eyb dikin û xelet dikin.

tabî hemû ne wek hev in. hinek...
belki ev jî bala te bikişînin
» şerê tarxan
» bandora ola îslamê ya li ser axaftinên rojane
» wînstona sor
» serkirde
» derûnîya mertalên xweparastinê
» zarokanîn

Kategoriyên mijarê:: nuce jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî