Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
kobra ket - tirşik
kobra ket
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. bûyera ku fîyeta skorsky û qobrayan li min daye meraq kirinê ye.



15.05.2016 12:24 | bûtîmar


3. Buyera keyfa kurdan hinekî aniyî. Û gorî hinekan wê pêşeroja şerê han biguherîne. Ya bi xêr înşileh.

Here lînkê



15.05.2016 12:27 | azadixwaz

4. (bnr: çima panzdeh?) zanistî û hesabê matematîk û fîzîkê..



15.05.2016 12:28 | bûtîmar

5. bûyera ku li me daye nîşandan ku di planên pkkê de tiştên ku em nizanin jî hene.

dema şerê pkkê û dewletê ya piştî hilbijartinên 2015an destpê kir, herkesî digot îhtîmalek mezin rûsyayê çekên giran yên mîna stinger dane pkk, loma rêxistin evqas ji xwe bawer e û ji bo şer dilxwaz e.

lê heta îro jî tu nîşaneyeke vê yekê nehatibû dîtin. ev ekemîn bûyer e ku nîşan dide pkk bûye xwediyê çekên nû.

ev çek %100 ji sûrî hatine. belkî rûsya/sûrî dabe pkkê belkî pkkê bi perê xwe kirî be, belkî jî ji daîşê standibe.



çeka ku di vê çalakiyê de hatiye bikaranîn jî mîna stinger e. ev jî ji ser milan tê avêtin û helîkopter û balafirên ku zêde ne bilind in, têxe. tê gotin ku navê wê igla ye û malê rûsyayê ye.



berî 5 mehan, dema keştiya şer ya rûsyayê ji stenbolê derbas dibir, leşkerek rûs bê çekê danibû ser milên xwe û berê wê dabû stenbolê. wê demê medyaya tirk gelek hêrs bûbû. aha ew çek jî ev çek bû.



heye ew şova rûsyayê, nîşane û bingeha vê êrîşê bû.

vaye ew çek û ya pkkê;

Here lînkê



15.05.2016 12:42 | simurg56

6. kobraya jiber hingî geriyaye hişê wê çûye û ketiye ji gotina teknik arizayê bi mantiqtire ne wisa *



15.05.2016 23:10 | shorbevan

7. Kobraya hatî gotin ji ber pirsgirêkeke teknîkî ya nayê zanîn ji ber çi ye ketiye. Û vaye piştî derketina dîmenên wê yên ketinê derketiye holê ka çima ew pirsgirêka teknîkî lê peyda buye.



15.05.2016 23:22 | azadixwaz

8. kobra ket/89817 kobraya vê peyama wê divê ez di binîde nemînim* bikim vî awhayî li gorî formatê; vaye îro diroj ez serê gulanê dikim haya min ji rojevê tune û înterneta min têra temaşekirina vîdeoyan nake bira deng here patron simurg56 * bê henek berê ne wisa bû niha telefona min wekî av înternet dixwe xeta min jî nûye ez nikarim hetanî 3 meha derbazî operatorek din bibim 7 rojê 1-2 gb herwiha jixwe tirşik cîhê meriv derdê xwe lê birêje * jixwe derdê min nayê kişandin ti başbûna min tine )



15.05.2016 23:54 | shorbevan

9. "Cara pêşîn e ku di temenê min de, jimartina bi kurdî ji 1ê heta 15'an bi min gelekî watedar hat"





kawa nemir



16.05.2016 09:40 | ferhenga şikestî

10. bûyera bi xêra çeka bi navê manpads hatiye pêkanîn e.



manpads çekeke piştî gulleya wê derket û berû hedefa xwe çû êdî enerjiya wê hedefê dişopîne, bêhtir berê xwe dide motora hedefê.



manpads çekeke netewî ye *



15 ji vir û şûn de hejmara pîroz e.



ji vir û şûn de jidêvla spasxweşê, seetxweeeş heye.



16.05.2016 11:13 | xendekî

11. Buyera serfermandariya tirkan hê nû aşkere kirî ku 'weke ku bi fuzeyekê hatibe daxistin dixuye'. Lê gotine nayê zanîn ka çi fuze ye, bawerim dîmenên hê zelaltir bên parve kirin wê serfermandarî wê yekê jî fêhm bike. Bila ev jî ricayek me be ji pkkê.



19.05.2016 21:38 | azadixwaz

12. di çalakîya hpg ya 13 gulanê piştî ku helîkoptera artêşa tirk bi manpadsa gerîlay hat daxistin ev peyva ji alîyê gerilayêki li wir de hat gotin.ya ku bala min kişand yê ku ew peyva got pir sakîn bu.



19.05.2016 23:36 | texcar

13. buyera ku qewimandina wê hê nû ji aliyê dewletê ve hate îtiraf kirin. rewşa ku ji ber parvekirina vîdeoyên ketina kobrayê di medyaya civakî de û ji ber ku êdî herkesan ew videoyan temaşe kirin, pêwistiya virên dewletê nema. bi vî avayî neçar man ku îtiraf bikin. lê hê ne îtirafeke tam e, dibêjin ""nayê zanîn çi fuzeya fêlan û bevan". yanê encax dibe nîv îtirafek.



20.05.2016 09:16 | nazim tolhildan

14. kobraya sedema ketina wê derdixe holê dewleta tirk jî rojeva min di şopîne * wê vîdeoya ku têde ne hetanî sisiya, ne hetanî çara, ne hetanî pênca, hetanî pazdeh bi bîhna fireh dijimêrin û berdidinê qemçika wê qol dikin nedîtîye.. qey rastî nizanin? zanin. û zanin ku çeka wê haniye xwarê a rûsyayêye jî, jiber vira kirin gotin teyare ji arîzeyek teknîkî ketiye xwarê xwe li xişîmî datînin çavê wan lêye piçek be jî vira xwe piçûk bikin * lê nabe xwedê carek wan rezîl şandiye dinyayê *



20.05.2016 22:23 | shorbevan

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» kobra ket
» ketma yekî kirin

Kategoriyên mijarê:: nuce
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî