Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 19 peyam
kurdê ku odeya wê/î heye - tirşik
kurdê ku odeya wê/î heye
(8) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. kurdê ku mucîzeyeke xwedê ye*



16.05.2016 14:28 | nazim tolhildan

2. Ji wan Kurdên bibext im.



16.05.2016 14:32 | gulêê

3. Yê herî bişans ezim vîlayeka du qat qatek yazlık yek kışlık her qatê çar odeyên bêserî û bêbinî..* kêmasîya wî di nav baxçeyê wî hewzek çêkim lê der û cîranên min ne ehlên ku ji dûrîva hewza bibînin * werhasil salek din qata binî amade dibe kobanî şengalî (an kesên muhtac) hetanî wê çaxê hebin ewê dêrî vekirîbe bêhenek.



û herkes dikare bixebite odeyekî avabike an nikaribe bira xwe dibinê erdêke kurdên me û farqînîyên me jî çev didin hev ev tiştekî başe ez bala xwe didimê tev avahiyên baş lêdikin...



16.05.2016 14:55 | shorbevan

4. (bnr: 404 not found)



12.12.2019 22:56 | xelîl

5. (bnr: ka)



12.12.2019 23:53 ~2019.12.13 07:31 | mirovekirind

6. li odê ku mêvanên salê çar û pênc cara dîhatin hebûn lê yê kû herî kêm hêta bîst salî ya xwe malê da dijîn odeke wan tunebu. tiştekî ecep!



13.12.2019 00:00 | golikvan

7. Rewşeke mustesna ye * kurdê ku odeya wî/wê hebe pirr bi siûd e.



13.12.2019 00:36 | xabûrî

8. Bêdewletî wiha ye.Bi salan gelê kurd "cahil" û belangaz hîştin.Tiştên herî normal ji me ra ecêb tên, mixabin.Ez Tiştên wiha re pir xemgîn dibim.gelên din çi halê da ne,em çi halê da ne :(



13.12.2019 01:23 | mêrxasê serhedê

9. Em deh kuflet bûn ;) her malê de neh-deh kes hebû. Tişktekî wilo kêm nesîbê kurd bûye.



13.12.2019 10:08 | kajav

10. Tuneye!!!



13.12.2019 11:53 | rizgarm

11. ya min hebû. lê çawa? wulo: xanîyê me du qet bû qeta jor hê xilas nebûbû. pace û derî ceyran filan hebû hema min odeyek xwe re raxist û ez cê bûm. * min li wir dersên xwe çêdikir. carna. *



13.12.2019 14:50 | xwelî li ser

12. bi saya bavê min di lîseyê de ez xwedî odeyek bûm. birayên min ên mezin di bajarên din de dixwendin, ên di malê de bûn, tenê ez diçûm lîseyê. xwedêjêrazî digot, bila kurê min rehet ders bixebite.

car caran di zarok tv-yê de spotek derdikeve, qala mafên zarokan dike, nebû peyde bikim. lê rastetast ji bo zarokek-xortek nûgihaştî bi rastî odeya taybet girîng e bo pêşveçûna şexsiyetê, ji bo biryardayînê, ji bo hay li sînorên xwe bûnê... li wê odeyê, min derûniya xwe kişf kir. tehma tenêtiyê kir. ew der cihê min bû, em hewqas kuflet bûn, kesek nedigot çima wiha ye. (birayê biçûk bûm û ev tiştek xweş e*) her wiha dema zanîngehê kyk derket, çar kes di odeyekê de ne. ez bi birayên xwe re di odeyekê nemame, ew kî ne! bi ser de nasnameya zayendî êdî rûniştiye û ketiye astekî din ku difirim... salekî ji min re bû dojeh. piştre bi çargavî têketim malekê û xelas bûm. piştre tu carî din bi kesekî din re di odeyekê de nemam, ji xeynî eskeriyê...



13.12.2019 20:13 | biruya hayao miyazaki

13. kurdê bişens e. divê dê û bavê xwe li ser pişta xwe bigerîne.
nebû nesîbê me jî, lê qet nebe odeyek hevpar ya zarokan hebû. niha rewşa zarokên kurd belkî baştir e lê dîsa jî gelek zehmet e ku her zarokek bibe xwedî odeyek.
niha 2 zarokên min hene û ji bo wan jî tenê odeyek heye lê dema mezin bûn teqez wê bibin xwedî odeyên cûda. wê demê ez ê li vir binivîsim.



14.12.2019 09:37 | simurg56

14. Kurdê xwendekar e. Di mala kirî de ye



14.12.2019 14:53 ~14:55 | lîfikê firaxê

15. di malbatê de nebû para min jî. deh sal berê di zaningehê de gîhaştim vê şensa û heta niha ku vegeriyame mala bav jî odeya min bi hesabê min e. odeya şexsî azadiyeke ji derve bêhtir dide mirovî.



16.12.2019 00:35 | berxweda

16. Fîlmek hebû: no country for kurd men bû, çi bû? javier bardem tê da dilîst.

Werhasil, Welatê te tunebe, ode jî nadinê.



17.12.2019 00:19 | mirovekirind

17. (bnr: tu tişt nehat dîtin)



07.10.2020 21:10 | yûsiv

18. êdî li kurdistanê jî, tirkiyê jî, dîasporayê jî pêkan e. çumkî nifşa z, sebiyê duhî nînin. pirê wan li bajaran mezin bûne, lewma xweyî odeyek in. belam çiqas kurd in xudê dizane.

(bnr: nifşa z ya kurdan)

nîşe 1: ya ewil, min nego bajarê mezin(!) Ya dudo, min li ser nifşa z nivîsî(!) Ya Sisê, min gotiye pirê wan(!)

nîşe 2: di navbeyna xweyî odebûn û li bajaran mezinbûnê de pêwendiyeke xurt heye. kurd be, tirk be nikare li bajaran zêde zarokan çêke ji ber wê zarokên li bajêr bi piranî dibin xweyî ode. ji ber ku mijar li ser kurdan e, min jî li ser Kurdan nivîsî. heta nifşa x, kurd li gund û warên xwe bûn lê êdî nifşa z ya Kurdan bi zêdehî li bajaran dijîn û ev yek jî dike ku zarok bibin xweyî ode.

nîşe 3: û halê zarên kurdan li bajaran diyar e. dev ji stenbol û enqereyê berdin, li zikê Diyarbekirê zarokên ji nifşa z çiqas bi kurdî dijîn?

nîşe 4: mirovên istisnayî helbet hene.



07.10.2020 21:51 ~2020.10.08 18:19 | ezcan

19. ez im
ji sedî sed kurd im
nifşa z jî nîn im
û li bajarê mezin jî najîm *

yanî xayî-ode-bûn û kurdbûn çima tiştên ji dûrê hev tên hesibandin nizanim.



07.10.2020 23:01 | bûtîmar

20. ger di her malekê de herî kêm 4-5 zarok hebin, tiştekî normal e.
mala bavê me ne otêle ku ji bo her kesî odeyeke taybet rezerve bikin *



06.05.2021 17:28 | merwano

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» kurdên ku çanda kurdan dezanforme kirine û lewitandine
» odeya mêvanan
» heye ku

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî