Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    9 mijar û 11 peyam
    bilêvkirina mijarên tirşik'ê - tirşik
    bilêvkirina mijarên tirşik'ê
    (2) (0) ecêb (0) (4)
    di mijarê de bigere

    1. Pêşniyariyek e. Anketek e. Mijareke girîng e ku divê zimanzan li ser bisekinin û tirşikvan jî bi fikr û ramanên û dengên xwe tevlî bibin.



    Li gorî min , divê mijarên tirşikê, ji aliyê nivîskaran ve werin bilêvkirin.

    Çend sedem li xwar nivîsî ne.



    1. Di kurdî de dora 40 deng û 31 tîp hene. Ji bo tîpekê carnan gelek deng tên bikaranîn.



    2. gelek peyv herêmî ne. Divê li gorî bilêvkirina devokê xwe werin bikaranîn.



    3. Kurdiya nivîskî , tam ne rûniştiye ku nivîsa wê tam werê bilêvkirin û fêhmkirin. Peyv rast tê nivîsîn , lê xelet tê bilêvkirin.



    4. Nifşa nû gelek peyvan ji ferheng, pirtûk, înternetê nas dike. Lê mixabin fonetîka peyvan nizanin , lewra kurdiya wan hişk û qemûşkî ye. Ji ber kû guhdarî nakin. Mirov bi guhdarî kirinê hînî fonetîka kurdî dibe. Ne bixwendinê.



    5. Dibe ku fonetîka devokan cuda be. Ev dewlemendiya me ye. Lê fonetîkike hişk çênabe, kêmasî ye. Divê werê rastkirin.




    Di gelek ferhengên mezin de ev teybetî heye. Lê ji zimanekî weke kurdî re pêdivîyeke girîngtir e.



    Gelo hun çi difikirin?



    Edît: navê mijarê ''bilêvkirina mijarên tirşik'ê'' ye. Min xelet nivîsiye. Heke Moderatorek sererast bike baş e.



    2016.05.17-01:16 [guhertin:2016.05.17 01:37]| gumgumok

    2. di eslê xwe de pêşnîyareke baş e. lê ne mijarên tirşikê bila peyvên ke di beşa ferhengan de hene werin bilêvkirin. he hêsantir hem jî feydetîr e.



    ez ê bersivên pirsan jî bidim.

    1- kê gotiye 40 deng hene ? çavkanî, lêgerîneke kûr? belê ji bo tîpekê carinan gelek deng tên bikaranîn, lê ji bo yek peyv jî gelek bilêkirina cuda hene li gor herêman. em ê çawa bikin ??



    2- '' gelek peyv herêmî ne '' dîsa îdîayekî bêbingeh, ez nizanim rastî çi ye, lê ez ji ku bizanim ku ev gotin rast e? yanî, ka çavkanî ? heger bilêvkirina li gor herêman pêk were, dîsa kaosek derdikeve holê. mîsal: peyvê hêjîr li herêmê torî wek 'hêjîr ( 'h: h'ya hesen, bi erebî tîpa eyn ) tê bilêvkirin.



    3- kurdîya nivîskî li gor çi nerûniştiye? li gorî min rûniştiye. û alfebeya ke hemû dengan bistîne nav xwe ev ne pedagojîk e. sibêroj em ê çawa hînî zarokan bikin ?? gava ku we dersê alfebe dît, hûn dikarin rast bixwînin û rast bi lêv bikin. li gor min pirsgireke wiha di kurdî de tune ye.



    4-ji bo vê mijarê maf didim we. bi rastî jî wisa ye û divê sepaneke bilêvkirina peyvên kurdî hewce ye û gelek baş dibe.



    5- min pirsek nedît, şîrove heye tenê. loma bersiveke min jî tune ye.





    2016.05.17-03:41 [guhertin:2016.05.17 03:42]| endazyar

    3. bi qasê bilêvkirina peyvan ne hewce ye. ger em bikarin ferhenga bilêvkirina peyvan çêkin, jixwe problema bilêvkirina mijaran jî safî dibe.

    di ferhenga tirşikê de taybetiya bilêvkirinê jî heye.

    weke mînak di lînka li jêr de li îkona kêleka peyvê bitikînin û bilêvkirina wê bibihîsin;

    Here lînkê



    erê ev fonksiyon heye lê heta niha tenê çend peyv hatine bidengkirin. ji bo vê yekê wext û kedek mezin pêwist e. ez hê jî li ser firehkirina ferhengan dixebitim. heta dor were bilêvkirinê, hê gelek wext lazim e.



    lê ger hevalên dilxwaz hebin dikarim alîkarî bikin û em xebata bilêvkirinê jî bidin destpêkirin.



    2016.05.17-18:38 | simurg56

    4. Mijarên bi devoka Nivîskar hatî ye nivîsandin, carna dibe îşkenca dev û ziman



    2018.01.20-00:43 | umed

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    dr. strangelove or: how i learned to stop worrying and love the bomb
    navê filmeke Stanley Kubrick e ku navekî gelek ecêb û ji bo filmekê zê...
    tu kî yî o mirov
    kurtefîlmê min, ez dixwazim ku tirşikvanan rastîn (ji loma mijarê sîya...
    tu kî yî o mirov
    Zehf ji sînemayê fêm nakim lê wek temaşevanek dikarim hinek tişt bibêj...
    ciwan haco - felek
    albûma ku ev nêzikî mehekê ye li bendê me. ji hesaba youtube hema bêje...
    rojî
    Ji gelek felsefeyên wê yek jî ev e; Xwuda dibêje ku “hemû liv û tevge...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bilêvkirina kurdî ya google translate'ê
    » mijarên ku dema mirov tirşikê de dibîne ji ber şanaziyê kelogirî dibe

    Kategoriyên mijarê:: anket tirsik ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî