Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 18 peyam
one piece - tirşik

monkey d. luffy ji biçûkayî ve dixwaze bibe mîrê(kralê) korsanan. ji ber ku mêweyeke şeytana (gomu gomu) xwariye laşê wî weke lastîkê divezîlê....
(5 şîrove)
one piece
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. xêzefîlmêkê japonî yo. xêzromanî ra ameyo adaptekerdiş û kovara shōnen jump de serra 1997 de dest bi weşanî keno û hema zî domîyeno.



Luffy-san ciwanêko 17 serrî yo û qijtîya xo de fêkîyê şeytanî werdo û bîyo mêrdo plastîk. Serkaybazê ma Luffy-san mîyanê wextî de hêdî hêdî muretebatê xo yê korsanî kom keno û amancê ey yo tewr pîroz no yo ke o bibo Qralê Korsanan. HElbet Qralê Korsanan bîyayîş yew rayîr ra beno, o zî bidestvistişê hezîneyê One pieceî yo.



yew resimê dinyaya one piece'î. Here lînkê



xulasa eke wextê şima yê gelêk veng û vala esto, temaşe bikîn. *



17.05.2016 03:57 | endazyar

2. anîmeyeke gelek xweş e. piştî ku min hemû beşên naruto temaşe kir, mi go ka ez li anîmeyeke din temaşe bikim. di forum û ferhengan de bêtir one piece û naruto didan ber hev û bêtir digotin one piece xweştir e filan. min jî got ka ez lê temaşe bikim. heta niha min 215 beş temaşe kir û bi rastî jî xweş e. serlehengê anîmeyê luffy xortekî 17 salî ye û dixwaze bibe mîrê(kralê) korsanan. ji ber ku mêweyeke şeytên (gomu gomu) xwariye laşê wî weke lastîkê vezelîne.
hevalên wî:
roronoa zoro: ciwanekî ku dixwaze bibe şûrvanê dinyê yê herî baş. sê şûran pev re bi kar tîne. du heb destên wî de yek jî di devê wî de. herkes jê ditirsin ji ber ku wextekî hercarê ji bo ku hinekî pere qezenc bike korsan dikuştin. navê wî weke nêçîrvanê korsanan hatiye danîn.
nami: ciwaneke ku dixwaze nexşeya hemû dinyê xêz bike. di keştiyê de karê wê navigator e. (yanî weke rêber)
usopp: bê bav mezin bûye. bavê wî ji bo korsaniyê malbata xwe terk kiriye. ew jî dixwaze weke bavê xwe bibe korsanekî jêhatî. alavên curcecur diafirîne û zêde zêde derewçîn e*
sanji: xeyalê wî dîtina all blue ye. all blue behra ku hemû behrên dinyê lê kom dibin. li gorî efsaneyê li wir masiyên hemû behrên dinyê hene. karê wî aşpêjî ye
chopper: bijîşkê keştiyê ye. esasinde şivira kedi* (rengeyiği) lê ji ber ku wî jî mêweyeke şeytên xwariye bûye nîv însan. paşê ji hêla bijîşkekê perwerdde girtiye û bûye bijîşk.
robin: jineke nizam çend salî ye lê ne pir mezin e. mêweyeke şeytên xwariye û dikare destê xwe ji her derê weke kulîlkan derxîne. dîrokzan e û dikare nivîsên kevn bixwîne. dixwaze ji nivîsên kevn dîroka dinyê bixwîne. lê cihê nivîsa herî girîng ne diyar e. pêşî dijmina luffy bû lê ji ber ku luffy wê ji mirinê xilas kir tev li wan bû...

one piece: xezîneya herî mezin a li dinyê ye. wextekî korsanekî bi navê gold d. roger bûye mîrê korsanan û hemû xezîne li cihekî daniye. berî mirinê gotiye here ji xwe re bibînin filan.



02.03.2017 19:31 | mergehez

3. tê bîra min dema ez zarok bûm min lê temaşe dikir û gelek kêfa mi jê re dihat.min şevê dî dest bi temaşe kirinê kir. min dît ku dengê luffy pir û dengê krillin a di dragon ball ê de yeke, xwîna mi pê germ bû.
wek dragon ball û pokemon ev jî ji studyoyên toei animation derketiye.
niha beşa sêyem temaşe dikim û her ku diçe bêtir kêfa mi jê re tê. *



30.04.2017 17:49 | xwelî li ser

4. -spoiler---


luffy û koma wî bûn du perçe. zoro, robin, franky, usopp bi trafalgar law re bi rê ketin ber bi girawa wanoyê ku cihê yek ji çar împaratorên dunyayê kaîdo the beast e. yên din jî luffy, brook, namî, û chopper ber bi herêma big momê çûn. ji ber dixwazin sanjî ji destê wan xilas bikin.

luffy daweta big momê de ji nav pasta derket û derûdor kir tevlîhev. hê jî kom diceribînin birevin. em ê bibînin wê ev beşa one piece çawa bixelise.
-

-spoiler---



22.11.2017 13:36 | endazyar

5. Şerê herî xweş marineford arc bû!


whitebeard ew qa derb lê ket dîsa jî nekete erdê li şipiya mir. Mirina herî qarîzmatîk ya wî ye di one piece de. Erê law. Rehma xwedê lê be. Mêreke mêr bû wele.



10.08.2018 08:21 | xwelî li ser

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
ên ku dixwazin zarokên xwe bi kurdî mezin bikin [3]
Ne ez im ji ber ku zarokên min tunne ne. ger tûnne bin, ezê çawa wan b...
kompleksa îkarus [3]
(bnr: icarus complex) Îkarûs karakterek ji mîtolojîya yewnan e. Li ...
inglourious basterds [5]
Di derbarê Şerê Cîhanê yê Duyemîn de gelek fîlm hatine kişandin (Rizga...
tiştanok [1]
"Xalê min tê ji deştê qete(parçe) himbanek li piştê"( berisv...
Grass: A Nation's Battle for Life [1]
yekemîn berhemeke sînemayê ye ku qala kurdan dike. berhemeke hêja ye j...
belki ev jî bala te bikişînin
» one of us

Kategoriyên mijarê:: sinemaflm tv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî