Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; simurg56
peyamên çepikkirî

26204. nivîskarê ku pemayama xwe ya (bnr:/26154) de li gorî xwe derheqa videoyên Öcalan de şîroveyan kirîye ye. peyvên sixêf yên devê wî derketine, wateya şîroveyên wî di bin sîya xwe de perçiqandîye. ji ber ku peyvên sixêf, peyvên pûç in. gotinên mirov giranbiha û biqîmet nake. tu rast bêjî jî, neheq dibî. li ser de, ew kesê ku şirove der barê wî de ye, mirovekî wek Öcalan ji bo mîlyonan hêja be, divê tu du qat zîz bî.



08.06.2013 00:32 | simurg56

32351. nivîskare kî xwedîyê keçikek şêrîn û delal e, Xwedê jê re bihîle.



30.05.2013 15:56 | simurg56

55938. li kîjan axa xwudê parî'k nan xwaribe hatiye di tirşikê de mijar aniye ser û not dayiyê.. ez dibêjim em di nav xwe de nîşaneka fexrî ya gormetiyê bidinê, û eger rojekî rêya min bi eyntabê ket serb xatirê wî tenê mabe ez ê herim metanetê û porsiyonek beyran bixwim.. *



29.06.2013 13:58 | azadixwaz

65000. xwezî rengê xwe yê politîk wusa ayanî eşkere neke.merî ji tirşikê sar dibe.disa xwodê teala jê razî bibe karek mezîn bo zimanê kurdî dike.



01.06.2013 01:27 | simurg56

65365. (bnr: birakujî)*



08.06.2013 14:50 | simurg56

68152. (bnr: tu jî cîye xwe bêje oxlim:)



27.10.2013 00:18 | endazer

78388. mêrik dixebite wele. piştî 2.7.5ê, helal û xweş be. û agahiyek nû:

peyamên ku lînk dana vê mijarê 162 heb in.

weahhh. hun çi kirine! mêrik mîn xizir û îlyas çûye û hatiye. wey gidî! *



06.06.2013 16:08 | endazer

79490. bi qewlê gedeyên bajêr ê amedê, tam ağir abê ye..

law ma meriv ewqas jî cidî nabe yav, dema jê re hin caran peyaman dişînim, ji bo ku bêhna evî camêrî fireh bikim baş xirab hezar esprî dikim lê tiq tune ye, ne dikene ne digirî

patron secret secret*



08.06.2013 14:50 | simurg56

83249. avakar, damezînêr û çêkerê tirşikê ye, kodên vê malperê jî ew bixwe çêkiriye...

yanî ne ez im, ev camêr e.

ji ber nûçeya tirşikê ya vê pêlê min bi diha'yê re kiribû, gelek kes dibên qey min çêkirye peyam falan jî gelek hatin lê ne ez im hevalno ev camêr e..



08.06.2013 14:50 | simurg56

89572. Nivîskarê kû peyamên wî weke maqaleyan têr in û bi zimanekî herikbar, delal, zelal û şêrîn hatine nivîsîn. Mirovekî xîretkêş, jîr , welatparêz, kurd û kurdîhez e.



Li dijî tarîtîya şevê tîrêjên sibehê di tûrikê (dilê) xwedê dihewîne.



Ji hemû xendek û qunçalên kurdîstanê bêhtir xêr û xizmet kirîye û dike û wê bike(îşallah)



Heke mîr celadet û cegerxwîn sax banê, wê çavên wî maç kiribana.



Her çiqa, pora wî wekê ya min xweşik newê jî, dîse nexirab e (:



Û li gorî radyoya tirşikê , nivîskarê ku muzîka wî bona min ji îşkencê xirabtir e. Kengî straneke nexweş derkevê , dinêrim navê simurg56 heye. Gelo vebijêrka ''bêsimurg56'' nîne gelo *



Edît: di sepana radyoya tirşikê de ti vebijêrk jî nînin ku em stranan an jî simurg56 derbas bikin *



xwidê jê razî be



27.10.2013 15:55 | simurg56

114053. heqîqeten ez dibêjim qey qedr û qîmeta vî camêrî dê çend sal şûnde bê fêmkirin.
li ser tibê her çi bête hêşê we dike ku li vir bi zarê me binivîse. ez dibêjim qey bi kurdî ji xeynî tirşikÊ di tu platformeke dî de (pirtûk û kovar jî têde) li ser tibê ewqas pÊnas û agahî û zanîn tune ye.
ji bo simurg pêngaveke piçûk ji bo kurdistana pÊşerojê pêngaveke mezin...*



08.06.2013 14:50 | simurg56