Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


19 mijar û 29 peyam
simurg56 - tirşik
simurg56
(42) (3) (15)
di mijarê de bigere

39. di warê analojiyê de ji devlet bahçelÎ jî jêhatîtir e..



yê ku hej kevçîkirina xwarina tirşikê nake endazer e

yê ku hej tirşikandina di ferhenga tirşikê de dike endazer e



nexwe ligel hemû sûc û guneh û qibhet û qisûr û xeletiyên xwe pkk jî û akp jî meşrû ye, ji ber ku bêalternatîf in, ji lewma xelk hej herdu hêz û hizban jî dike, ji lewma baweriya xelkê bi wan tê..



ew çi muqayese, û ew çi muhakeme ye xwudêoo çawa min xwend ez ji herdu çavê xwe kor bûm.. *



23.05.2014 05:33 | endazer

40. nivîskarê ku ez çiqasî nivîsên wî dibînim bi meraq û kêfxweşî dixwînim e. ez gellekî dihezdim vên û jîritiya wî



23.05.2014 14:43 | renas

41. nivîskareke tirşikê ye.

hinek naxwazin û nikarin fêhm bikin lê bawer dike ku mirovên ku bi dil û can dixebitin lê xeletiyan jî dikin, ji wan mirovan çêtir in ku her tim tiştên rast dibêjin lê tu tiştekî nakin.

peyama ku mijara gotinê ye; binêre: /40004

(bnr: akp)

(bnr: pkk)



her wiha ji aliyê wan kesan ve hatiye rexnekirin ku di peyamên xwe yên berê de diyar kirine ku dilê wan bi akpê dişewîte (îtîrafên tirşikvanan/31277)

ez dipirsim; "çima dişewite"

- ji ber ku her çiqas akpê partîyek faşîst e jî, qet nebe destê xwe dirêjî kurdan kiriye û ji alternatîfên xwe yên gawir (mhp û chp) baştir e. ji ber vê yekê ye ku tişta ku bêalternatîf e, ji bo mirovên ku wê hilbijartinek bikin, meşrû ne.



23.05.2014 18:59 | simurg56

42. biçekÎ dî em bi ser de herin ditirsim ji asta sempatîzaniyê bigihije asta mîlîtaniyê.. û her sibeh tirşikê bi strana bilind apo, mezin apo, serok apo, rêberê gelê me veke.. *



nivîskar û ceo û xwediyê tirşikê ye, nizanim ajansa anadoluyê ji bo hevpeyvînê xwe gihandê an na? *



23.05.2014 19:37 | endazer

43. nivîskarê li pey "rastiyên xwe" ye. dibe ku weke hineke oportunîst bê navkirin lê qet ne mîlîtan.



23.05.2014 20:31 | azadixwaz

44. nivîskarê ku heisenberg di breaking badê de çi be, ew jî di tirşikê de ew e.



27.05.2014 11:03 | nazim tolhildan

45. kurdekî jîr e ku ji kompîturgeriyê heta wergêriyê û bijîşkiyê gelek tişt jê tên lê dema operasyona pnomotoraksê ne li ba min bû *



14.06.2014 11:13 | kardoxî

46. nivîskarê tirşikê ku navê wî yê rastîn bi rastî jî meraq dikim bila bi peyameke taybet navê xwe ji min re birêke û ez jî daxwaza hevaltiyê li ser feysbûkê birêkim hem em fît bibin:-)

notttt: eger neşîne bila giyan û rih û canê wî saxbe (lê ez ê rencîde bibim ew jî tiştekî cuda ye) :-)



14.06.2014 22:19 | ferhenga şikestî

47. nivîskarê ku bi vê peyamana xwe mantiqa reşşikdayînê ya hin nivîskarên tirşikê/44241 ez ji kenan kuştime*



03.07.2014 11:18 | ferhenga şikestî

48. li gor îstatîstîkan yê herî ecêbmayî ye bi gotineke din ecêbmayîyo ye.



15.08.2014 23:29 | ceso

49. nivîskarê ku min bi xeletî reşşşikek daye. bila heqê xwe helal bike *



13.10.2014 22:49 | brusk56

50. nivîskarê ku xwediyê van herdû hevokan e ;



di sernivîsa "di îslamiyetê de cariyetî"yê de gotiye ; "heye. lê îslamiyetê rakiriye. loma eslê xwe de tune"



di heman sernivîsê de, di peyamek din de jî, piştî gelek mînakên ayetan dide wisa dibêje ; "li gorî vê ayetê ji xwe standina koleyan bixwe, ji aliyê quran û îslamê ve nayê pêşniyarkirin û weke timahiya ji bo malê dinyayê tê dîtin."



yanê him dibêje, îslamiyetê cariyetî rakiriye û him dibêje pêşniyar nake. çawa dibe gelo..

neyse ..



06.11.2014 00:56 | brusk56

51. nivîskarê ku bi ecêbmayî têkoşîna wî ya şêrîn dişopînim û xwe bi xwe dibêjim welleh hezar car helal be jê re, pispor-bijîşk e û ez jî di nexweşxaneyê de dixebitim û baş dizanim karê wan çendîn zor û zehmet e por li serê wan namîne lê ev camêr tevî ku bi karekî lenetkirî re mijûl e dîsa jî dikare bi tirşikê re eleqedar be.. sîstema nû ya tirşikê jî ew bixwe çêkiriye, çêdike..

ez ji vir bang li endezyarê me yê şêrîn mazlumozdogan dikim ku divê destê xwe bike binê kevirê û alikariya wî bike*



12.11.2014 22:31 | ferhenga şikestî

52. nivîskarê ku pir Û pir dixwazim alîkariyê bi wî re bikim. lê ji ber ku ez hê zÊde tiştî nizanim dibÊjim dÊ tu alkariya min nebe. heta niha ez c û c#ê elimîme. ger bi tiştÊn ku ez heta aniha elîmîme ez bikaribim alikariyekê bikim, ezê bi dil Û can xwe bidim tirşikê*



12.11.2014 23:10 | mergehez

53. patronê tirşikê ye.



14.11.2014 12:09 | nazim tolhildan

54. Homa guneh nenuso, la homayê tirşikî yo.



bi Pereyê reklamokên beredayî zî, emserr xo rê qazanêk tirşik çêkerdo, boy zimistan *



25.11.2014 22:33 | endazyar

55. nivîskarê herî jêhatî yê tirşikê ye *



biner: https://www.tirsik.net/niviskar.php?trskvn=16&m=deruni



28.11.2014 02:09 | berxweda

56. yê ku ji ber pirsgirêkeka sîstema tirşikê nikarim jê re peyamên taybet bişînim.

''pirtûkên ku weşanxaneya ronahî ji bo nivîskarên tirşikê bexşandibûn, di pirtûkdanka min de efinkî bûn. stop. eve serê salê tê, kampanyayekî çêke bêje serê salê binê salê xwudê pirtûkekî bide nivîskarê vê malê. stop. min jî ji vî barê giran xilas bike. stop. têm çavê brusk. stop. ''



12.12.2014 23:03 | uciezkvidyêvp

dengdanên dawîn (yên din..)
[1]
bi zimanê korevî tê me'naya district.
minak; yongsan-gu, dondae...
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Qewî gur li kû miriye......
xwarina herî xweş [1]
Xwarinên bi destê diya min têne çêkirin yên herî xweş in....
gur li serê kîjan çîya mirîye [1]
Her wiha gurên kîjan çiyayê mirîne jî tê gotin. Piştî qenciy...
sallana sallana nietzsche ser avê [2]
Navê straneke, ji bo nietzsche yê hatiye nivîsandin nîvî tirkî...
belki ev jî bala te bikişînin
» simurg56 the architect

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî