Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


13 mijar û 28 peyam
simurg56 - tirşik
simurg56
(40) (3) (15)
di mijarê de bigere

57. ji ber bi qeweta "sî murg"ê tirşikê pêş dixe, divê xelata dîzayneran bistîne. li ba min. *



13.12.2014 14:08 | biruya hayao miyazaki

58. du gurçikên xwe jî bifiroşe dîsa dikare bijî, xelk û elem xwedî du gurçik in lê camêr xwediyê heft gurçikan e, maşalla xwedê ji serê civata me kêm neke *



08.01.2015 00:03 | ferhenga şikestî

59. li kîjan axa xwudê parî'k nan xwaribe hatiye di tirşikê de mijar aniye ser û not dayiyê.. ez dibêjim em di nav xwe de nîşaneka fexrî ya gormetiyê bidinê, û eger rojekî rêya min bi eyntabê ket serb xatirê wî tenê mabe ez ê herim metanetê û porsiyonek beyran bixwim.. *




60. nivîskarê ku ger bi vî awayî bidome wê tirşikê ji ekşî baştir bike.

yaw her roj her roj taybetiyek nû lê zêde dike û heqqet sîstem jî gelek xweşik kir hêdî hêdî.



mirov dikare profîla yekî veke û perê ku ji wergera peyvên îngîlîzî qezanc kiriye bibîne. piştî min vê taybetiyê dît min got pes !

helal be jê re ..



ha di vê navberê de ji wergerê 8.19 tl kar kiriye *



08.03.2015 01:50 | brusk56

61. min çavên wî xwaroo! bi şeref bi rojanekirina nû ya pargela tirşikê, ferhengê tekuztir û super kiriye



30.03.2015 21:18 | ferhenga şikestî

62. eferim jê re eferim.



31.03.2015 13:25 | serhednişîn

63. nivîskarê bi vê peyamê heqê me daye me ye * Here lînkê



05.04.2015 13:41 | berxweda

64. bi rastî jî neyarên wî yên veşartî û nepenî hene,hin entryên vî feqîrê xwudê hene ku reşşik girtine, mariv ecêbmayî dibe*

nur yerlitaş/57407

acun ılıcalı/55348

alaya benînê/53679

bollywood/52659

sîstema nû ya tirşikê/49759

xelatên 1. rojbûna tirşikê/38712



05.04.2015 13:52 | ferhenga şikestî

65. Nivîskarê ku bi vê peyama xwe, ez ji kena kuştime * ez ji amedê hez dikim qirêj nakim/64125



05.04.2015 22:14 ~22:15 | brusk56

66. ez ken ken ken ken



05.04.2015 22:19 | ferhenga şikestî

67. xwezî rengê xwe yê politîk wusa ayanî eşkere neke.merî ji tirşikê sar dibe.disa xwodê teala jê razî bibe karek mezîn bo zimanê kurdî dike.



10.04.2015 22:53 | cinorek

68. weke herkesî xwediyênêrînek siyasî/olî û hwd. ne

carina difikire ku behsa tiştên wisa neke lê ev jî neheqî ye. heyran ma heqê min jî tune ku bikevim gûftûgoyan? hûn ê bêjin dikare bi navek din binivîse. erê hat bîra min jî, lê tiştek wisa wê di nava çend rojan de derkeve holê. û ma çi hewce ye?

ya girîng, edalet e. di rêveberiyê de bêalîgirî ye.

jixwe hema bêje hemû nivîskarên ku dikevin nîqaşên germ, rêvebir in. nexwe divê kes tiştek nenivîse?



10.04.2015 22:58 | simurg56

69. nivîskarê rewşê şaş fahm kiriye ye (/65135)

di vir de parlementer ji bo "ilkel milliyetçi"yan ne girîng e. elo dibe celo dibe ferq nake. di vir de xwestek girîng e. ew kesê "ilkel milliyetçi" wê daxwaza kurdî û kurdistanê bike (kî dibe bila bibe..). wê sonda tirkan ya nijadperest nexwîne, wê her doza kurdî û kurdistanê bike. di vir de tişte simurg56 şaş fahm kiriye jî ev e. partî wê tucarî piştgiriyê nede vî/vê kesî/ê. heke bidê wê felsefeya apo ya salan biavêje sergoyê kî ne hedê wê ye tiştekî werr bike. wekî din wê "pêvajoya turkiyelileşmeyê" xera bibe û wê heta pêvajoya çareseriyê ya tirkiyeyê, a sûriyeyê û a somaliyê jî xera bibe.



Wê çaxê wê ji bo çi piştgiriyê bidin "ilkel milliyetçi"yan? ma ne mhp jî "ilkel milliyetçi" ne? wê çawa alikariya kesên wek "mhp"yiyan bikin?



11.04.2015 17:01 | berxweda

70. ji aliyê aşkerakirin û neaşkerakirina fikran xwe de, mafdar e. heqê kesê tune ku bêje xwezî te wisa nekira û fikrê xwe aşkera nekira. û hun ji min bipirsin di tirşikê de yê herî maqûl difikir e ew bixwe ye. Fikr û fikar yek ji hêmanên serekê yên vê malperê ne. ji ber ku azadiya îfadeyê; azadiya jêneveger e divê çi fikra wî hebe bila bi lêv bike.

(bnr: em hemû simurg56 in)

(bnr: ji qedexekirina îfadeyê re, na!)

(bnr: fikir îfade azadî!)



11.04.2015 23:46 | ceso

71. nivîskarê ku di vê peyama xwe de ; /65135 bi hevoka "ku ez him ji aliyê dînî him jî aliyê siyasî ve muxalifê hdpê me..." xwestiye çi bêje gelek meraq dikim.



çawa alê dînî dibe muxalîfê hdpê ? qey hdp dînek afirandiye û ku ew jî jê bawer nake ? hdpê çi li baweriya wî kiriye ? qedexe felan aniye li ser ola wî ?



ji ber ku hdp hestên dînî yên gel bikarnayne û li ser van nirxan tu kesî naxapîne, gelek kes diçin reyên xwe didin partiyên dijminan. mesela akpê li kurdistanê piranî ji ber van hessasiyetan rey distîne. gel bi xwe azadiya olî fêm nekiriye lewma partiyên ku ola îslamê derdixin pêş nanek baş ji îslamê dixwin.



û di heman hevokê de gotiye ez aliyê siyasî de jî muxalîfê hdpê me. yaw ev modaya mûxalîfbûna hdp ji ku derket. beriya hilbijartinê gelek xêrnexwaz, bi her awayî, hinek di bin kirasê îslamê hinek di bin kirasê netewperestiyê dixwazin hdpê zeyif bikin. lê xûya ye ev êdî bûye moda. ez reya xwe didime hdpê lê eslê xwe de mûxalîf im felan.



yê wek we re enks bes e wele * hûn hdpê heq nakin *



12.04.2015 22:56 | brusk56

72. dema behsa muxalîfbûna dînî ya li hember hdpê dike, behsa gotinên tewşo mewşo yên hdpê ya di derbarê dînê gelê xwe dike.

niha ji paşerojê gelek gelek baştir e lê dîsa jî di binehişa hdpê de dijberî an jî nefretek li dijî îslamê heye, eynî mîna ya chpê. bila kes kesî nexapîne. ez nabêjim bila hdp dînê bi kar bîne, divê rêxistina rizgarbûna ya gelê kurd laîk be lê divê ji bo baweriyên gelê xwe jî ne kor be. şerê li dijî şêx û meleyên hevkarên dewletê jî dîsa têkoşîn ferz e lê ya ku ez behsê dikim ne ev e.



di warê siyasî de jî li gotinên mîna yên hatîp dîcle binêrin bes e.



12.04.2015 23:17 | simurg56

73. (bnr: birakujî)*



12.04.2015 23:44 | ferhenga şikestî

74. (bnr: sempatîzanên pkkê yên şermok)



14.04.2015 23:23 | endazer

75. Ne sempatizan e ne jî şermok e. rasterast alîgir e.



15.04.2015 15:20 | simurg56

76. welatparêz e, zimanparêz e, rêzparêz e



15.04.2015 17:02 | mele ehmedê nalbendî

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
hawara tirşikvanên ku valatî û bêmiroviyê tirşikê qet nedîtine ye. h...
tirşik çima wekî çola saharayê vik û vala ye? [1]
Ji xeynî min û çend kesan tu kes diyar nake. Qasî du hezar tirştikvan ...
hunergeha welat [1]
Êmo berhemeke hunergeha welat e (paldayi: Stranbêj: Hozan ...
hunergeha welat [1]
(bnr: Êmo)...
werara nexşenasiyê [1]
Dema ewil a despêka bikaranîna nexşeyê heta xwecihîbûna mirovahiyê diç...
belki ev jî bala te bikişînin
» simurg56 the architect

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî