Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


15 mijar û 22 peyam
simurg56 - tirşik
simurg56
(42) (3) (15)
di mijarê de bigere

77. bi helwesta xwe ez pê şanaz im ku hembajariyê min e.. ji Sêrtê simurg56 re silav. belê ez ê rexneyekî lê bikim. 56 li gorî pergala trafîkê ya tirkiyê nîşana Sêrtê ye lê dii nava me de tu nîşaneya vê hejmarê tune. Sêrt ango sê-erd destpêka vejîna me ye û pileqaya wê ya dilê me de 01 e *



15.04.2015 17:30 | hêja hûner

78. mêrxas mêrjîr e, û xwedîyê platforma me ya tirşikê ye.



lê belê ge-gane peyamdankê xwe kontrol nake. ez bawer dikim kesek ji wî peyam disekîne. *



16.04.2015 00:58 | endazyar

79. nivîskarê ku ketime bextê wî û jê rîca dikim ku ew wêneya ku tu car nikarim lê binihêrim bila biguherîne..

lewra awirên wî şehîdî dil û kezzeb bi min de nehêliştin..



21.04.2015 20:46 | ferhenga şikestî

80. ji bo hin tiştan her roj bîne bîra xwe, wêneyeke hucam sorçî ji xwe re kiribû avatar, lê wekî hinekan aciz kiriye bila avatara nû ya şehîdek din musa herdem an jî bi navê xwe yên din Mûsa Qennas û kelaşên kerên cehnimê be.



21.04.2015 21:00 | simurg56

81. (bnr: tu jî cîye xwe bêje oxlim:)



08.05.2015 22:22 ~22:24 | shorbevan

82. Dibe ku rêvebir e Tirşik ê be , çimkî dema ku ez bûm endam, e-peyam a agahdarî bi navê wi de ji min re hat şandin.



09.05.2015 00:26 | ycup

83. piştî aloziya vê taliyê ya di tirşijê de dtirsim ew jî wekê ssgyê xweyê eksisozlukê dev ji her tiştî berde û mala xwe bar bike here amerîkayê, lê di vî halî de tirşikê bifiroşe bawer nakim heqê bilêta wî jî derkeve, mala bavê feqîrî û bêdewletbûnê bişewite..



09.05.2015 00:52 | endazer

84. nivîskarê bi xwe gotiye rasterast alîgir e. simurg56/65859



gelo çima li vir xwe di vir de dixwaze tiştina wek bêalî bibêje? tu ji xwe alîgir e, ma ji xeynî vê fikra te pêve dikarîbû tişt bihata gotin? /69435

xwezî te behsa birakujiyê jî nekiriba. tê tam li ser gotinên xwe bûya. ji ber ku pkk nabêje birakujî ye..



26.05.2015 23:22 | berxweda

85. erê alîgir e lê dikare pkkê jî rexne bike. û hewl dide bêyî pêşdarazî li bûyeran binêre.

lê li gorî hinekan, ger tu alîgirê rêxistinekî an jî partiyekî bî, divê tu her tiştê wê biparêzî û her tim reşkirina dijberên xwe bikî. êêê, ma te aliyê xwe nebijartiye?

mirov bi rastî ecêbmayî dibe, herkes hewl dide kurdên din xayîn îlan bike û heta ji dest bê ji xwe dûr bixe. paşê tên û behsa birakujiyê dikin. aha bingeha birakujiyê jixwe ev fikr bixwe ye.



26.05.2015 23:58 | simurg56

86. alîgiriya wî ya li ser pkk ji hêla hinek nivîskaran ve xelet tê dîtin. Ez jî vê fikra wan xelet dibînim. ma mêrik reveberê malperê ye qey ne robot e îca fikrê xwe jî nebeje welle wekî we jî nabe lo. peyama te jê biriye? Na. Mijara te jê biriye? Na. Îca mesele çî ye? Ez piştgirî didim vê beyana simurg56/69453 wî.



Ecêba giran e ez pirî caran endazer jî mafdar dibînim û fikrên berxweda jî di hin ciyan de mafdar dibînim hetta carna shorbevan jî mafdar dibînim* bawer kin cih û warê min tune.



27.05.2015 00:21 | ceso

87. nivîskarê alîgir e, lê rêvebirê bêalî ye. min di cihekî din de ev nivîsî ye * biner: tirsik.net/69455



28.05.2015 22:02 | berxweda

88. simurg56 û brusk56 dava çi dikin yaw. ew li ser navê wî tiştekî dinivîse û yê din li ser navê din çend tiştan dinivîse. bes e yaw *



29.05.2015 16:40 | ciwanqoser

89. her ku diçe vê ferhengê dewlementir û geştir dike, xwudêjêrazî..



29.05.2015 20:43 | ferhenga şikestî

90. wextekî fîlmén kurdî di wergerand. min jî çend fîlm xwestibum, lé qet ne hatin. *



21.06.2015 21:17 ~21:22 | analy7er

91. nivîskarê kêfa min li endazer hanîye

nivîskarê xuyaye ku ji heqê endazer dertê, kesê ku endazer jî gazina jêdike

(bnr: herbijî simurg56)

jêbirina peyaman/75845



16.09.2015 22:27 | shorbevan

92. (bnr: axayê gundê vala) *



16.09.2015 22:33 | endazer

93. kifş e ku ji min gelek eciz bûye êdî bersiva peyama min jî nade *

ez zêde zêde wî eciz dikim lê heyra her tişt ji bo ferhenga te ye û bo biçûkêt kurmanca ye, tê bêjî qey çıqara min heye...



17.09.2015 22:49 ~22:50 | ferhenga şikestî

94. li jêr mijara pêşmergeyên rojavayê kurdistanê, bnra vê; /76131 peyama xwe daye, di wê peyama xwe de ji devê ''şervaneke biyanî yê ypgê'' ji bo pêşmergeyan dibêje; "ew leşkerên bi peretî ne û ji bo berjewendiyên malbata barzanî kar dikin. ji ber ku bi peretî şer dikin, ji şengalê reviyan. jinên di nav wan de tenê ji bo şovê ye. lê ypg ne wisa ye.." û hwd.



gelo ew jî li ser wê fikr û baweriya wî kerê biyanî ye?



17.09.2015 23:43 | endazer

95. ne li ser îdiayên biyaniyên weke "pêşmerge leşkerên bi peretî ne" bêguman.tenê xwestibû nêrîna şervanek di hundirê ypgê de, ragihîne



ha, lê belê ew bixwe jî encax bi şerta ku dibin banê pyd'ê de şer bikin, piştgirî dide hatina pêşmergeyan. weke pêşmegeyên din yên ku piştgiriyek mezin dabûn berxwedana kobanê.



18.09.2015 07:11 | simurg56

96. mêrik dixebite wele. piştî 2.7.5ê, helal û xweş be. û agahiyek nû:

peyamên ku lînk dana vê mijarê 162 heb in.

weahhh. hun çi kirine! mêrik mîn xizir û îlyas çûye û hatiye. wey gidî! *



01.11.2015 00:52 ~00:54 | biruya hayao miyazaki

dengdanên dawîn (yên din..)
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
Raffî Mardoyan - fatima salih axa

...
belki ev jî bala te bikişînin
» simurg56

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî