Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


27 mijar û 44 peyam
simurg56 - tirşik
simurg56
(42) (3) (15)
di mijarê de bigere

97. bi qewlê gedeyên bajêr ê amedê, tam ağir abê ye..

law ma meriv ewqas jî cidî nabe yav, dema jê re hin caran peyaman dişînim, ji bo ku bêhna evî camêrî fireh bikim baş xirab hezar esprî dikim lê tiq tune ye, ne dikene ne digirî

patron secret secret*



10.11.2015 23:40 | ferhenga şikestî

98. yê ku dema dikeve tirşikê heçko emeliyatê de be cîdî ye, ji min re jî wek dîwêr e *

lê di jiyana xwe ya rastîn de gelek komîk û şêrîn e *



10.11.2015 23:57 | brusk56

99. Niviskarê di tirşikê de îş dimeşîne.

Qey em ê carekê di jiyana rastîn de jî hev bibînin * bila were civîna tirşikvanên mêrdînê jî *



11.11.2015 01:06 | berxweda

100. bi vê entrya xwe çewtiya ferhenga şikestî/79549 wî ez şaş û perapeş kirime:(

lê axirî patronê me ye, stûyê me li ber xezaba pênûsa wî wek tayê porê keçikeke spehî zirav e

lewma ölde ölelim vur de vuralım reis*



11.11.2015 18:38 ~18:55 | ferhenga şikestî

101. admîn û xwediyê tirşikê ye ku bi rastî meraq dikim;

-dikare peymanên taybet yên tirşikvanan ji hev re şandine, bixwîne?

-dikare kê çeppik an reşşik daye bibîne?

-dikare kî kê dişopîne bibinê

û bi kurt û kurmancî dikare tiştên veşartî yên em nikarin bibînin, bibîne?



14.11.2015 15:57 | ferhenga şikestî

102. admîn e. lê aniha ferqa moderator û admînan tune.

ji bo ceribandina radyoya tirşik, wextekê mêrgehezo nançû jî admîniyê kir û jixwe kodên tirşikê jî komple ba wî hene (ji bo çêkirina sepana androîdê). yanî ew jî şahîd e.

welhasil, li tirşikê admîn jî tê de tu kes nikare agahiyên taybet yên nivîskaran bibîne.



lê tabî ger bixwazim dikarim di danegeha tirşikê de peyamên taybet yên nivîskaran bibînim û hîn bibim ka kê ji kê re nivîsandiye. ev rastî, ji bo hemû malperan wisa ye. kesê ku bikare xwe bigihîne danegeha malperekê, dikare her tiştî bizane.



lê welleh heta niha min tiştên wisa nekirine (bnr: willeh billeh tilleh) *



14.11.2015 16:41 | simurg56

103. Niviskarê bi vê peyamê min bişirandiye * ya/ê ku reşik daye xatirxwestina xutbeyê lê tê gerîn/80087 Xwedê wî jî bişirîne *



15.11.2015 18:54 | berxweda

104. bila ji kerema xwe re bikeve tirşikê

mesele pirr pirr girîng e min jê re peyam şande divê zuzuka bixwîne û bersiva min bide!!!



11.12.2015 14:10 | ferhenga şikestî

105. kesê bilez lê tê gerîn xêrbe înş..



11.12.2015 15:03 | shorbevan

106. di vê entrya xwe de tsubasa/13332 behs kiriye ku ji ber temaşenekirina kartonfîlma tsubasayÊ, sohbeta wî ya ligel heval û hogirên wî tim nîvco mayiye, bila xem neke, min ji bo vî camêrî lînka hemî beşên tsubasayê peyda kirin û bo wî di vê entrya xwe de tsubasa/83147 lînka hanê pêve kire..

bila xem neke û neke li min li min*



04.01.2016 21:12 | ferhenga şikestî

107. avakar, damezînêr û çêkerê tirşikê ye, kodên vê malperê jî ew bixwe çêkiriye...

yanî ne ez im, ev camêr e.

ji ber nûçeya tirşikê ya vê pêlê min bi diha'yê re kiribû, gelek kes dibên qey min çêkirye peyam falan jî gelek hatin lê ne ez im hevalno ev camêr e..



06.01.2016 12:05 | ferhenga şikestî

108. tirsik.net/83604 nivîskarê ez balê dikşînim ser vê zagona wî;

ger li gorî qanûnan her nivîskar bikare di binê her mijarî de binivîse, divê neyê astengkirin. yanî divê ne mîna qanûnên dewleta tirkan be.




109. Hevalek xîrêtkêşe ger seyda seîdê kûrdî sax bûya ji ber ew xizmetên ku ji bo geşedena kûrdî kirîye da herdu çavên wî maçî ket. Spas birayê delal ji bo xizmetê te...



21.02.2016 00:07 | azad30

110. bi qasê sepandina formata tirşikê armancên tirşikê jî ji xwe re dike derd û bo parastina wê jî tedbîran distîne. armanca hemû beşên tirşikê, nivîskarên wê, beşên wê û hwd. ew e ku armancên tirşikê pêk bînin. sabotaja vê yekê belkî ne binpêkirina formatê be lê tiştek ji vê jî xerabtir e.

jixwe ne ji ber binpêkirina formatê, ji ber sabotekirina ferhengê shorbevan asteng kiriye.



21.02.2016 18:48 | simurg56

111. nivîskarê wî û shorbevan ji hev fehmkirine bira serê shorbevan bi benik û potikan girê nede.. lê çi feydeye shorbevan bibêje çi jî gotinên wî pere nakin ji vê seetê pêde, nivîskarê divê neyê xapandin berbay tirşikvanên bi serê wîde dixweynin nekebe shorbevan vê carê wî dide xatirê aram.. û bira li çeteyên xwe xweyî derê û helbet li xwe jî, bira xwe neke maşik ji wanre an shorbevanê dilovan ewê ji sîstema dilovanîyê derê maskeyê xwe bixîne bi zimanê wan ewê çend gotin ji hevra bîbêjin, ..., nivîskarê shorbevan dixwaze vî tiştî bi serê wî bixe ma ji xwe kî dibêje çi bi serîde diçe...; meriv li berîya shorbevan natiye tirşikê dinihêre ji berêde tirşikvan bûzin û ji xwe li mehnîyane bi wan nabe va sê çar roj shorbevan asteng kirîye kes li tirşikê germ nebûye ji xeynî xendekîyê hêja ew jî timî germe li tirşikê ji xwe.. û endazer nivîskarê tirşikê yê herî hêjaye roja çû tirşik xerab bû kî sar dibe bira bibe werhasil mijar belav bû shorbevan erîşên wan cardin qebûl nake ji nihade dibêje..




112. mîna ji xew rabûye, piştî bêdengiyek dirêj, dest li klavyeyê avêtiye û tirşikê dixemlîne. îlham dide meriv jî, her bijî.* *



10.03.2016 22:57 | biruya hayao miyazaki

113. Nizanim ev gotina min a çenda ye hebhinarka min: mêrxas e.



11.03.2016 05:54 | endazyar

114. (bnr: ha gidî simurg)



29.03.2016 01:21 | ceso

115. sîmurgê divê xelatekî bide nifşa dawî ya ku nivşa pêşî di dûmanêde hiştiye .. ji kerema xwere bira pirtûk mirtûk nînbin *



29.03.2016 01:50 | shorbevan

dengdanên dawîn (yên din..)
nefreta tirkan ji bo penaberên sûriyeyiyan [1]
nefreta ku kes bi sebeba wê nizane. ên ji penaberên sûrîyeyiyan nefret...
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
belki ev jî bala te bikişînin
» simurg56 the architect

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî