Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
simurg56 - tirşik
simurg56
(40) (3) (15)
di mijarê de bigere

116. ez dibînim ku li vir de kesên xwe bi ideolojiya kemalist xemilandine û xwe tirşikvanên spi dibînin , hene .dibêjin ku hûnê kesên ji serî de lı vir bûne re muameleke cûda bikin û hûn ji me re dîyarî bişînin .

ez jî dibêjim

an

ji me hemûkaran

an jî

ne ji yekî/ê mera

dawiya gotinên xwe bi strana delaltirin û xweşiktirin keçan stranbêj nez dînim. sakın sakın sakın haa



29.03.2016 02:08 | xeteraqirêj

117. simurgê56yê divê heft teşt nanê tendûrê ji xeteraqirêjre bike diyarî *





hişyarî: seranser henek, min xelata xwe çend hefte berê bi astengkirinê stend * spas sîmurg56



29.03.2016 02:21 | shorbevan

118. Nivîskarê kû peyamên wî weke maqaleyan têr in û bi zimanekî herikbar, delal, zelal û şêrîn hatine nivîsîn. Mirovekî xîretkêş, jîr , welatparêz, kurd û kurdîhez e.



Li dijî tarîtîya şevê tîrêjên sibehê di tûrikê (dilê) xwedê dihewîne.



Ji hemû xendek û qunçalên kurdîstanê bêhtir xêr û xizmet kirîye û dike û wê bike(îşallah)



Heke mîr celadet û cegerxwîn sax banê, wê çavên wî maç kiribana.



Her çiqa, pora wî wekê ya min xweşik newê jî, dîse nexirab e (:



Û li gorî radyoya tirşikê , nivîskarê ku muzîka wî bona min ji îşkencê xirabtir e. Kengî straneke nexweş derkevê , dinêrim navê simurg56 heye. Gelo vebijêrka ''bêsimurg56'' nîne gelo *



Edît: di sepana radyoya tirşikê de ti vebijêrk jî nînin ku em stranan an jî simurg56 derbas bikin *



xwidê jê razî be



09.05.2016 23:38 ~2016.05.12 00:21 | gumgumok

119. simurg56/89572



tirşikvanên ku kesên naxwazin stranên wî guhdar bikin, dikarin di beşa radyoyê de li navê tirşikvanek din bikin û tebê li stranên wan guhdar bikin *



12.05.2016 00:04 | simurg56

120. Pêşengê tirşîkvana ye ku doh di rêya êlih ê de qeza kirîye lê xwedê xilas kirîye ji bilî hesara maddî tiştek pê nehatîye elhamdûllîllah, herhal sedeqayek hebu ku dayîka wî daye serê wî. Xwedê alîkar be înşallah.



13.06.2016 21:19 | azad30

121. simurg56yê ew jî hamberiya shorbevan dike dibêje ez namrim.. xweyê tirşika bêxweyî ka bibêjin jêre tu dewa Îmana ezrail dikî tuyê bizorê herî qetla xwe bikî sitûyê Ezraîl ez zanim tu sûcdarî Rojiyê li serê te xistiye wekî serxweşa erebeyê

diajoyî ger tu nikaribî rojî negre birêmin.. ya rastî ez ber wî û nivîskara nediketim ez ber zarokên wî biketima... henek li alikî Mêrik ji Mirinê filitiye ez hê li pey heneka me.. lê Xwedê wî xelaskiriye ji destê Ezraîl carek din Ewê hinek din haya wî jê hebe û jibû gohdarkirina stranên erebesk jî ewê tobekî bike..







derbasî be.. çepik di berda geriyane



13.06.2016 23:32 ~23:33 | shorbevan

122. hay ji xwe hebe keko. agahiya ku azad30 da mere, bi hevoka xwe ya ewil dilê min anî devê min. ji xeynî zarên te, hîn em tirşikvan, dê zorê bidin hiş û mejî û sebra te. *



14.06.2016 01:02 | biruya hayao miyazaki

123. Bûye qurbanê pergala tirşikê, gava dî piştî xwendina peyama wî ya li jêr mijara bezoar min xwest çepikekî bidimê lê bi xeletî destê min li bişkoja reşikê ket, min xwest bi çepikekî xeletiya xwe telafî bikim lê pergala tirşikê bi tirane ji min re dibêje te ji xwe deng daye vê peyamê, tu li pey çi yî??

bi kêfxweşî û bi heyranî û bi mereq peyamên wî yên tematîk yên li ser bijîşkiyê dixwînim, êdî gelek nexweşiyên xwe li malê bi xwe derman dikim. belkî sibero klînîkekî vekim, belkî navê simurg56 lê bikim ;)



28.07.2016 12:55 | endazer

124. Hemî nivîsên wî dixwînim nexasim li ser tenduristiyê lê carinan gelek dirêj dinivîse û bêhna merê dişikîne loma ez carinan nîvco dihêlim nivîsê, diherim bêhnvedaneke cixarê û têm dewam dikim, haa çepikên xwe yên xurt qet jê texsîr nakim*



28.07.2016 14:09 | ferhenga şikestî

125. di vê (bnr:steakhouse/95572) peyama wî de gelek şaşiyên rêziman û rastnivîsê hene. mirov dibêje qey peyama xwe çawa nivîsiye wisa şandiye bêyî ku çavekî lê bigerîne ka kêmasî û şaşî tê de hene an na. û kurmanciya wî jÎ biçekî tehma wergêrên ji tirkî jê tê. wekê ku ne di nav malê de, lê paşê ji pirtûk û kursên zimên hînî kurmancî bibe.



20.11.2016 20:30 ~20:31 | endazer

126. hirr nezanê divê bê astengkirin *


(bnr: anayasayı tanımıyorum)
(bnr: sizinki hukuk da bizimki guguk mu?)



20.11.2016 21:21 | bernadim

127. (bnr: xwidê wî ji serê me kêm nekê).



19.04.2017 02:14 | gumgumok

128. nivîskarê ku van rojan pêjna wî nayê, an jî li peyamên xwa nameyzêne.



12.02.2018 17:30 | gulêê

129. (bnr: superhero)



05.08.2018 17:43 | mirovekirind

130. hejmara peyamên wî 10.000'î derbas bûye. ev çi performanse ya rebbî*



30.11.2019 17:07 | nazim tolhildan

131. Şêr e şêr *



30.11.2019 17:31 | ferhenga şikestî

132. Dest û keda wî sax be û hebûna wî li tirşikê mayînde be.



30.11.2019 21:03 | xelîl

133. Xewnên nexweş divê bi tu awayî neyê gotin xwezî hevala me jî qet parve nekira wî xewnereşkê. Xwedê vî hevalî ji me dûr neke her sax bibe her jîr bibe înşelah



30.11.2019 23:05 | azad30

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» simurg56 the architect

Kategoriyên mijarê:: tirsik
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî