Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
kastîn - tirşik
kastîn
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Gava meriv bi çoyekî kuçikek an seyek xist an jî kevir avêt wan , ew dengên êş û azarê diderxînin ,,

Ji wê re kastîna seyan, kuçikan tê gotin..dengê kastînê ji ewtîn, reyîn û zûrînê cudatir e..Ji bilî kuçikan tê nayê gotin ku ne şaş im..

Mînak:

-Bi çoyan lêdixistin mîna seyan dikastî..

-li derî çend se ketin hev, dengê kastînê tê..



27.05.2016 00:38 ~00:39 | havka

2. dengê ku li gundên kurdistanê qet kêm nabe. jixwe li gundên kurdistanê dengê zarokan, dengê çivîkan, dengê pisîng û kûçikan, dengê pelên daran bi hev re wek senfoniyekê ye. em bêjin kastîna kûçikan jî tembûra vê senfoniye ye.



27.05.2016 10:36 | nazim tolhildan

3. (bnr: kûzîn)

-bûye kûz kûza wî seyî.



27.05.2016 21:55 | xendekî

4. ku ez ne şaşbim( ez zanim sedî sed şaşim dîsa cara ewil min vê peyvê dît ku ji bû roviya bikar hat) bi taybetî ji deng derxistina roviyanre tê gotin, ji deng derxistina kuçik û gur, çeqel û rewirên bi vî rengîre jî tê gotin lê belê bi taybetî dema derbeyek dixwin/ meriv wan tehl bike vî dengî derdixin, dibe ku çêreka pîs be jî *



29.05.2016 02:49 | shorbevan

5. Kûzîn tiştekî din e kastîn ne mîna kûzîn e, cihê hev nagirin....îhtimal pir heye ku bona rovî gur jî bêt gotin ku ev jî di nav malbata seyan de ne...lê tenê bona seyan û di nav dijûnan de bihistîme..

Edît: shorbevan hin baş rave kiriye



02.06.2016 23:15 | havka

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» kastîn

Kategoriyên mijarê:: zimanpeyv
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî