1. Hin caran di jiyana meriv de kêliyên wilo dijwar dertê pêşberî meriv û meriv di wan kêliyan de hebûna xwe dide li ber pirs û lêpirsiyan. |
|
29.05.2016 20:54 |
ferhenga şikestî
|
2. ew kêlîyên ku dema mirov bijîtin, hestek ku mirovê aciz dike tê dilê mirov. di wan kêlÎyan de an ji ber tenêbûna xwe an jî ji ber bêdilîya xwe pife pifek mirovê digire û di dilê xwe de dibêje law min çi quzilqurt xwar û ez hatime vêderê, xwezî ez nehatibama hwd. |
|
30.05.2016 10:12 |
azad30
|
3. kêliyên ku gelek caran tê serê mirov in. carinan dibe yek ji perçeyeke jiyana mirov. dawiya dawîn 13 rojan berê li stenbolê dewata baltûza min a li bosporê di keştiyê de hate kirin de hate serê min. erê dewat di keştiyê da bû, yanê dewateke piçek alafranga bû. piştî ku dîlana bûk û zava qediya, bi zora hevala min ve min xwe di orta pîsta dansê de dît. weke deqeyekê xencî me kes tev li reqsê nebû û em herdû tena serê xwe man. wê demê min got "çi îşê min li vir e". lê paşê hin kesên din jî tev li reqsê bûn ku ez jî rehet bûm* |
|
17.06.2016 11:59 |
nazim tolhildan
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2] |
|
şêx seîd [2] |
|
kercews [1] |
|
nexweşiya mirovê vî wextî [1] |