Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    3 mijar û 3 peyam
    kesên ku ji whatsappê zêdetir smsan bikartînin - tirşik
    kesên ku ji whatsappê zêdetir smsan bikartînin
    (1) (0) ecêb (0) (8)
    di mijarê de bigere

    1. Her çiqas di whatsappê de gellek kom hebin jî ez ji smsan pirrtir hez dikim. Hindik emojî hene û serê mirov rehet e. Di whatsappê de her roj emojiyên nû tên tevlî kirin, karê te nebe li wan binêr. Gora rewşê emojiyan hilbijêre filan qet ne gorî min e. Hem sms garantî ye, whatsapp înternet nebe bi kêrî tişteke nayê.



    2016.06.03-16:37 | gulêê

    2. yek jî ji xweşiyên wê ew e ku tu hesap nadî kesî ka te peyamê xwendiye an na. qet nebe tîka hêşîn naxwiyê. Ku sms be bêje min nexwendiye û derbas be *



    2016.06.03-17:04 | xewnname

    3. Kesên ku telefona wa ya jîr hêjî nîne ye.



    2016.06.04-15:19 | nan û av

    4. (bnr: şert û merc)

    kesên ku sîstema xwe û a smsan hê rojane nekirine an......



    2016.06.04-22:03 | shorbevan

    5. ger di heman demê de ew mirov bin ku peyamên wan tenê ji 2-3 peyvan pêk tê, wê demê divê werin lêdan.

    êdî di hesabê gelek hesan de mafê sms'an tune ye. loma sms bi peretî ne.

    vêca ger ev mirovên hanê sms'ên xwe jî kurt-kurt binivîsin, ji bo ji hev fêhmkirinê divê mirov 5-6 peyaman ji hev re bişîne. ev jî dibe sedema beredayî çûna pereyan.



    2016.06.04-22:29 | simurg56

    6. kesên wisa mane yan na.. nizanim..
    lê ez ji smsyan bêhtir hez dikim..



    2018.07.15-11:59 | hozan serhad

    7. android bîna www.whatsapp.com whatsapp webê malpereke çêkir meriv dikare pê kompûteran jî mesajên bişîne bixwîne pêşî pê kompûterê dikevî malpera www.messages.android.com ê paşî pê sepana mesajên têlefonê koda qr nîşanê ekranê kompûterê dikî ekraneke bîna WhatsApp webê derdikeve pêşberî meriv. Ji berê rehettir e lêbelê ji aliyê mobîl ve bikaranîna sms an hê bîna WhatsAppê rehet nîne. Gereke bikaranîna sms an sepaneke serbixwe be.

    Here lînkê



    2018.07.15-14:42 | mîr

    8. Ê wele bo min sms xweştir e. WhatsApp her gûyî dibêje. Peyam çû an neçû. Hat dîtin an nehat. Di. Sms ê de derdê wulo tine.



    2018.07.16-12:41 | xwelî li ser

    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    tumbalalaika [1]
    stranek gelerî ya bi (bnr: zimanê yîdîş) e û ji aliya gelek kesan ve...
    rexne û şîret ji bo tirşikvanên nû [1]
    peyda bibin, çê bibin, zêde bibin! xwe bidin hebûn! heyra ez kesên...
    teoriya guleya yekem [4]
    teoriya psîkîyatrîstê dijkolonyal frantz fanon e. li gor fanon, mirovê...
    hasan ali toptaş [1]
    dest û siheta dilawer zeraq xweş be, romana hasan ali toptaş a...
    wergeraedebi.blogspot.com [1]
    kesên ku bi wergerê re eleqedar in dikarin serikî li vê blogê xin. ji ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kesên ku dema li kurdîstana rojava şer derket ji wira reviyan

    Kategoriyên mijarê:: jiyan
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî