Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
hurî - tirşik
hurî
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. "hurî yek ji gelên Mezrabotana kevnar a bakur ango Kurdistanê bûn. Peytexta welatê Hûriyan bajarê Kerkûk bû.

Heta îro bi qasî ku hatiye tespîtkirin, 6.000 sal berî niha ango 4.000 sal berî zayînê cara pêşî Subaroyan li herêma Amedê jiyane û hikim kirine. Sumer û akad ango gelên navbera herdû çeman û paşê jî grekiyan ji wê herêmê re bi zimanê xwe gotine Mezopotamya.

Piştre navê Subaro bûye Hurî. Ew jî tê wê wateyê ku Subaro û Hûrî heman gel in

Dibe ku li gor eşîretan navê wan hatibe guhertin. Di wê demê de kîjan eşîr desthilatdariyê bigirta destê xwe, ew bi wî navî dihat nas kirin. Îro hemû dîroknasan dibêjin ku Subaro û Hurî heman gel in û zimanê wan hind û ewropî bûye.

Hûriyan li herêma jorê Dîclê hukim kirine. Demeke ji Zagrosan, heta Amed, Riha, Mêrdîn, Kerkûk, û beşek ji Sûriya îro û heta Deryaya Spî jî ketine bin destê huriyan. Li van herêman kevneşopên huriyan hin jî tê pêkanîn.

Di navbera salên 1800-1500'an berî zayînê de li herêmê dewleta herî mezin û bi nav û deng ew bûne.

Piştî 1500'î berî zayînê mirov êdî li herêmê ji xeynî huriyan, mîtaniyan jî dibîne. Subaro, Hurî û Mîtanî ji heman gelê bûne, û her yekê ji eşîrên cûda afirîne. Piştre, li herêmê Mîtaniyan desthilatdariyê werdigrin destê xwe."



20.08.2013 23:32 | newenda

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» hurî

Kategoriyên mijarê:: oldin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî