Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


35 mijar û 54 peyam
theodoros angelopoulos - tirşik
theodoros angelopoulos
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. derhênereke yewnanî ye. bi piranî mijarên fîlmê wî (yên ku min temaşe kirî ye) ji ser kesan re dayîna dîroka giştî ye, bi awayek meriv dikare bibêje fîlmên dewrî ne ( dönem filmi ).



(bnr: the weeping meadow)

(bnr: theo angelopoulos)

(bnr: eleni karaindrou)



11.06.2016 14:40 ~14:40 | xewnname

2. Rebbêkî cinemaya yewnan e. Eternity and a Day fîlmeke gelek hêja ye.



18.09.2017 22:47 | robar cilo

3. li ser sînemaya wî û "di sînemaya wî de behsa kurdan" nivîseke balkêş..

Here lînkê



30.04.2019 23:00 ~23:02 | bûtîmar

4. li gor nûçeyan dixwest fîlmek li ser kurdan çêke. hevalek wî kurd î canecan hebû. wî di got. min nûçe nedît.



24.12.2019 12:46 | xwelî li ser

5. Min duh filma wî ya (bnr: landscape in the mist) yanê "dîmenên xumamî" temaşe kir. Bû du filmê wî temaşe dikim, ez dîsa mest û xemgîn bûm. Dîsa hîsê têkel hate min ku mîna zarokatiyê li gund bim di nava reş û ewrahî û tenêtiyê de li bin banê xwelî ji her tiştî dûr xwe têxim qorziya malê û bigirîm. Filmek balkêş û xweş bû.

Yekser (bnr: andrey tarkovski) hate bîra min. Heke ez van herdû derhêneran ji aliyê filmên wan bidim ber hev, karim bêjim ku filmên angelopoulos xwediyê ruhek aramtir e. Xema hêdî bûn û mijandina dîmen û rewşan di xwe de dihewîne. Bi lezgînî li pey hev rêz nake, giran giran û bi çêj.

Lê berovajiyê wî tarkovski dixwaze pir tiştan ji me re bêje û xema her tiştî bi hev re vegotinê dikêşe. Yanê haya me piştî temaşe kirina filman ji pir tiştan çêdibe. Em çi nefêmkirina ji ber metafor zêde bi ser hev de tên çi jî nefêmkirina ji ber atmosfera filmê dema temaşe dikin serêşekî dikşînin. Lê piştî wê dema bi zelalî li ser difikirin têdigin tiştan. Yanê ji aramiya angelopoulos dûr e. Lê dîsa jî tarkovski nadim bi tu kesî*



24.08.2020 16:24 ~16:32 | rizgarm

6. Dikarim bêjim derhênerê ku herî zêde kêfam jê re tê theo ye. Dîmen çîrok û muzîkên fîlmên wî min zehf hestîyar dikin. Teknîk kamera filan bêvan ne girîng e ew qas. Temam girîng e lê ne hew qas. Ez temaşevan im. * bila hestek li min zêde bike bes e. Zêdeyî serê min e.



24.08.2020 19:56 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
duayên kurdî [1]
Çavên xwedê li te be, Destê xwedê li ser serê te be, Xwedê piştevanê...
duayên kurdî [1]
1. Xwedê te neke dest û mistan Weke gotina tirkî ya ele ayağa ...
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [1]
Herhal bêhna wan teng dibe, tiştek balkêş di tirşikê da nabînin ji ber...
pulmoner embolî [1]
Di damarên pişikê de hebûna embolîyê ye. Trombûs Herî zêde ...
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1]
Dêreke dîrokî ye, dema çêkirina wê bi texmînî sedsala şeşemîn e lê Piş...
belki ev jî bala te bikişînin
» theodoros angelopoulos

Kategoriyên mijarê:: sinemadrhnr
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî