Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    2 mijar û 3 peyam
    stranên tirkî yên ji kurdî hatîn wergirtin û wergerandin - tirşik
    stranên tirkî yên ji kurdî hatîn wergirtin û wergerandin
    (4) (0) ecêb (0) (16)
    di mijarê de bigere

    1. ''Gava ku hinek tişt bêxwedî bimînin, ji êrîşên talankera re dikevine rewşeke guncan. Talanker tên wan tiştên giranbuha û bêxwedî cerd dikin û dikin malê xwe. Mixabin çand, huner, kelepor û wêjeya Kurdan ji bêxwedîtiyê tûşî talankirina talankeran hat.



    Talanker radibin bi xwe dipesinin; dibêjin me xebateke gelek giranbuha kiriye û çanda me çiqas dewlemend e hûn dibînin. Qet tu carî behsa cerdevanî/talankeriya xwe nakin.



    Ew bûyerên ku hatine serê ziman, çand, wêje û hunera gelê Kurd, bila neyê serê gurên çiya. Bi her awayî çand, ziman û hunera Kurda bi destên devşîrmeyan hate talankirin. Ev çand û hunera bêhempa devşîrmeyan ji bo berjewendiyên xwe talan kirin. Ev devşîrmeyên ku wêrekiya wan tunebû van stranan bi Zimanê Kurdî bêjin, rabûn van stranên gelekî xweşik, herimandin û wergerandine Zimanê Tirkî.



    Rûyê xwe reş kirin û xwe di nava gelê Kurd de bêrûmet kirin. Navê wan ê di pelên dîrokê de wek talanker were nivîsandin.



    Di Tebaxa sala 1926an de cara yekemîn di berpirsiyariya Gerînendeyê Daru’l Elhanê Yusuf Zîya Beg de li her aliyê welatê Tirkiyeyî seyahat hatine lidarxistin û stran hatine berhevkirin. Rêvebirên wê demê dixwastin çiqas stran hene berhev bikin û teva wergerîne zimanê Tirkî. Armanc ew bû ku her tiştî wergerîne zimanê Tirkî û Kurda asîmîle bikin.



    Di Îlona 1926an de ji heyeta Dar’ul Elhanê ; Rauf Yekta, Duru Turan û Ekrem Besîn ji Edenê dest pê kirin û li gelek cihê Anadolê geriyan, li Riha û Dîlokê jî geriyan 250 stran berhev kirin. Van stranan teva tomar/qeyd kirin.



    Di sala 1938an de cara duyemîn di berpirsiyariya Konservatuara Enqerê de ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ve seyahat hatine lidarxistin. Ev seyehat, di du mehan de hatine kudandin. Ev xebatin hanê di bin serokatiya Ulvî Cemal Erkîn, alîkarên wî Muzaffer Sarîsozen û Arîf Atîkan de hatine kirin. Muzaffer Sarîsözen bi eslê xwe Amedî bû. Di encama seyehatên xwe de; ji Meletî, Amed, Riha, Dîlok, Mereş û Seyhanê 491 stran berhev kirin.



    Seyehata sêyemîn di sala 1967an de di berpirsiyariya TRT de tê lidarxistin û 1788 perçe têne berhevkirin.



    Di sala 1976a de di berpirsiyariya Wezareta Çandê de gera çaremîn li herêma Rihayê tê lidarxistin. Ji herêma Rihayê 300 heb stran têne berhevkirin. Piştî berhevkirina stranên Kurdî ev stran; minanî Devokê Rihayê, Devokê Amedê û Devokê Dîlokê hatine dabeşkirin.



    Berhevkirina van stranan karekî gelek bi qîmet be jî, lê bele tiştê herî kirêt ew e ku ev stran wergerandine zimanê Tirkî û ew dahilê çand û hunera Tirkî kirine û karê gotina van stranan jî dane hinek Kurdên xwe nenas. Wan mirovan ev stran bi zimanê Tirkî gotine.



    Li Tirkiyeyî ji salên 1960î vir ve hin kesên Kurd, stranên Kurdî bi navarokeke din zivirandine zimanê Tirkî û bi vî awayî dikin nav piyeseya mizîkê ya Tirkiyeyê. Gelek kilam û stranên Tirkî, bi melodî û ahenga stranên zimanê Kurdî yên gelêrî hatine gotin. Ev bûne malê ziman, çand û wêjeya Tirkî. Lê belê îro ev rûreşiya wan derketiye holê, tu qîmeta van xebatên



    wan nemane û dawiya vir, derew û cerdiya/talankeriya wan derketiye holê. Em tev jî van kesan nas dikin û ne hewceye ku em navê van kesa bidin. Jixwe gelê me van kesa nas dikin.



    Stranên Kurdî yên ku melodî, muzîk û naveroka wan wergerandine zimanê Tirkî hinek ji wan ev in:



    1-Kürdün gelini -Türkün Gelini

    2-De Lorî -Şey Yani

    3-Mûmik - Bir Mumdur İki Mumdur

    4-Henê Bînin Li Teyştê Kin-Kınayı Getir Anı

    5-Di Dinê De Sê Tişt Hene-Bu Dünyada Üç Şey Vardır

    6-Lewo Destên Min Berdfe-Makaram Sarı Bağlar

    7-Lê Dotmam-Ben Yetim

    8-Pêşmerge- Zurnaci İbo Dayı

    9-Canê Canê-Caney Caney

    10-Ez Kevok im-Hele Yar Zalim Yar

    11-Leyla-Leyla

    12-Lê Nazê-Nazı

    13-Lê Xanimê-Le Hanım

    14-Lûrke Lûrke-Lorke Lorke

    15-Cotkar-Beyaz Gül Kırmızı Gül

    16-Zara-Öleyim

    17-Xanê û Xwedêda-Ben Anayım-Ben Babayım

    18-Çawîş Xana Leyla-Çavuş Kızı Leyla

    19-Lo Berde-Makaram Sarı Bağlar

    20-Lûrke Lûrke-Diyarbakır Güzel Bağlar

    21-Sînemê-Zap Suyu

    22-Esmera Min-Kibar Yarim Esmerim

    23-Edlê Yaman-Ay Akşamdan Işıktır

    24-Por Zrîn-Toycular



    Piştî van talanan, Birêz Şivan PERWER di heqên wan de’wa vedike. Niha jî hinek deweyên wî didomin. Lê belê di sala 2011an de de’weyek ya ji ber dizî û talanê encam dide. Hunermenda ku strana De Lorî ya ku bêyî destura wi ku wergerandibû Tirkî û bi navê Şey Yanî derxistibû, hate mehkumkirin. Mehkemeyê de’waya Şivan di cih de dîtibû û heqê tezmînatê ji vê stranbêjê girt. Ev qerar di rojnameyên Tirkiyeyê de hate weşandin.

    Ew stranên ku me li jorê navê wan dane ne ew tenê hatine talankirin. Gelek nirxên ku malê Kurdanên hatine talankirin û ku kirine malê çand û hunera Tirkî û zimanê Tirkî. Bela ku çand û hunera Kurda bêxwedî ma ew hate talankirin. Divê em li çand, huner û wêjeya Kurdan xwedî derkevin û li her deverî wan biparêzin.



    Çand, huner û wêje

    Stranên xwe tu bêje

    Kurdî gelekî bi çêj e

    Xem û derdan biavêje



    Stran dîroka Kurda ne



    Serpêhatiyên mêra ne



    Ew sirûdên şêra ne



    Hêlînên evîndara ne



    SILAV Û RÊZ….

    Nîşe: Ji bo ronîkirina zêdetir, hûn dikarin serî li Gotara Abdulkerim Bülbül a bi navê “Kürtçe Şarkılar Nasıl Türkçe Oldu” û pirtûka Abdullah Încekan a bi navê “Şivan Perwer Efsaneya Zindî” bixin. Min di vê xebata xwe de gelek sûd ji van herdu camêran wergirt. Ez sipasiyên xwe pêşkêşê van herdu camêran dikim.

    - See more at: http://hurbakis.net/content/talankirina-stranen-kurdi#sthash.e75i1vkx.dpuf ''



    2013.08.21-11:13 | endazer

    2. strana ku heta van çaxan jî me bi navê ada sahilleri dizanî bi eslê xwe goraniyeke soranî ye û ji hêla gelek goranîbêjên soran û kurmanc ve hatiye gotin..

    mazhar xaleqî:










    şahiya stranan:










    nîlûfer akbal:










    parwaz hussein:










    2013.08.21-11:17 | endazer

    3. dîsa strana ku me bi navê fincanın etrafı yeşil dizanî bi eslê xwe goraniyeke bi zaravayê soranî ye û heta niha min bes ji dengê naser rezzazi guhdarî kiriye.. .










    2013.08.21-11:20 | endazer

    4. strana bi navê hepimiz kardeşiz ya stranbêjê tirk ê doşirme ku bi eslê xwe kurd e lê kurdîtiyê bi ser milê xwe re nabe bi eslê xwe kurdî ye ji aliyê mehsûnê dizzek û tirrek ve hatiye dizîn û wergerandin.. strana orjînal ya kurdên xoresanê ne.. di lÎnka li jêr de mirov dikare eslê stranê ji dengê stranbêjê kurd ê ji xoresana rojhilatê kurdistanê guhdarî bike..










    2013.08.21-13:47 | endazer

    5. li gorî îdîayaekî ku ez jî piştrast nîn im strana bi navê yıkılmadım ayaktayım ya mehsun kırmızıgül jî bi eslê xwe kurdî ye û hatiy dizzîn û wergerandin.

    j vir mirov dikare guh bidêre kurdiya stranê: https://www.facebook.com/photo.php?v=245405052224426



    2013.08.21-13:55 | endazer


    9. ne yek û ne dido ne, ez ê rojekî bi dorfirehî binivîsim, lê heta hingî wek çend nimûne;



    (bnr: aman doktor)

    (bnr: indim havuz başına)

    (bnr: fincanın etrafı yeşil)



    2014.02.09-14:21 | endazer

    10. vî çeqeltîyê stranbêjên ku bi eslê xwe kurdin lê ku giyana xwe firotine derxistîye holê. (bnr: ibrahim tatlıses) serê vî garanê dikişîne. pişt re (bnr: alişan), (bnr: özcan deniz), (bnr: burhan çaçan) navên ku wî dem têne bîra min. ji alîyek de eslê xwe înkar dikin û ji alîyek din de jî ji ser çanda kurdî de nanê xwe dixwin. stranên ku niha di bîra min dene ;



    (bnr: çavuş kızı leyla)

    (bnr: bir mumdur)

    (bnr: ağlama yar ağlama anam)

    (bnr: makaram sarı bağlar)

    (bnr: bu dünyada üç şey vardır)



    2014.02.09-21:45 | deqlok

    12. stranên ku xwezî nivîskarên mînakAN didin,BI DAÎM ên orijinal jî binivîsanda/BINIVÎSÎNIN.



    2014.02.09-21:55 | biruya hayao miyazaki

    13. STRANA RUSTEMÊ ÎSKO: MIN TE DÎTIBÛ NEŞAT ERTAŞ DIZIYE KIRIYE GONUL DAGI












    2014.03.01-15:34 | xendekî

    14. birayê me serdar ortaç jî yek diziye. strana koma wetan a bi navê venagere hatiye wergerandin û serdarê me jî ew gotiye. bi heman rîtim Û heman peyv.



    a koma wetan: http://youtu.be/kD6d6ABbVGw

    a serdar ortaç: http://youtu.be/yshbmrMBPdQ



    2014.03.01-16:15 | mergehez

    15. (bnr: gönül dağı)



    2014.03.01-19:34 | simurg56

    16. (bnr: ankaranın taşına bak)



    2014.03.09-22:43 | endazer

    17. (bnr: ibrahim tatlıses) - (bnr: oy emine)



    İbrahim tatlises ev stran ji strana bi navê semîraya Erdewan zaxoyîî diziye û navê wê kiriye "oy oy oy emine/çekme beni yemine"



    https://www.facebook.com/photo.php?v=10150160824813654&set=vb.747123653&type=2&theater



    2014.04.08-00:37 | endazer

    19. Yek ji wan stranan jî “Aglama Yar, Aglama Anam” e. Navê stranê yê resen “Nesrîn Emrim Bihar e” ye. Xwediyê gotin û besteya vê stranê Hesen Zîrek e û zimanê vê stranê bi zaravayê Soranî ye. Lê belê Ji gelek hunermend û guhdarvanan ve we ye ku ev stran malê tirkî ye. Cara ewil hunermend Celal Guzelsesê Amedî vê strana Hesen Zîrek pi peyvên tirkî û bi heman rîtimê beste dike. Dîsa vê stranê hunermendên wekî Yavuz Bingol, Nurettin Rençber, Karmate, Zerrin Ozer, Ferhat Tunç, Bulent Serttaş, Coşkun Sabah, Burhan Çaçan û gelek stranbêjên din hatiye gotin. Ji bo xwedîlêderketina vê stranê Koma Amed, Aynur Dogan, Memo, Ayfer Duzdaş û stranbêjên din ên Kurd vê stranê parastine.



    2014.08.25-17:44 | xwelî li ser

    20. Pirrin. A ji we re delala me dizîn e û kiriye dilara










    2014.08.25-19:40 | serpale

    21. HER BİJİ KURD U kURDISTAN BI OLA İSLAM...



    2015.06.28-17:14 | rêvıng


    23. stranên ku gelekin û stranbêjê wan jî ji kurdî wergirtin û wergerandine

    ev jî dide nîşandan muzika kurdî serkeftîye û ji kurdan hînî muzikê bûne. ne tenê muzikê pirahîya çand û huner û filan û bevanên xwe ji ber yên me girtine û dizîne.



    2015.08.23-00:13 | shorbevan

    25. awazên indim havuz başina û beyoglunda gezersin ji strana (bnr: emrim ketane) ((bnr: nasir rezazî)) de û strana (bnr: were qurban) (bnr: (mihemed mamlê)) gujdarî kir. ewana ji kurdî hatine wergirtin.























    2018.11.21-05:57 [guhertin:2018.11.21 05:58]| bilbilê dilkul

    26. Drama koprusu(bre hesen) ji strana (bnr: yar dewa be cêm dêlê) (bnr: (mihemed mamlê)) hatiye kopî kirin.












    2018.11.21-06:21 | bilbilê dilkul

    27. ez ji were wateya stranê rawe bikim û hîn îdiayên ecêb biavêjim rastê lê ne di bin sernivîsa (bnr: stran)'de * stran eve: her stranek tije rihe rihê sedan an hezaran kesaye lê ne tevekê rihê wane tenê beşeke ( an stran tije enerjîye) dema hingî tê gohdarkirin wê beşa rihê sed kes an hezar kesan tê stendin bi vê rih stendinê kesên rihê wan tê stendin kal û pîr dibin namirin tenê beşek rihê wan diçe kesên ku gohdardikin ew kesan jî ciwan dibin jiber bi alkol û hişberî bêtir rih tête sidendin sedema heramiya wan jî eve kesên wiha bike şirkê dike.. îca stranek dema hemû rih enerjî jê bê sitendin kesê vî rih an enerjiyê bistîne stranê stewr bike îca stran bi versiyonek din an bi zimanek din tê ziman vê carê dema ev strana guhertî tê gohdarkirin îca rihê kesên bi gohdarkirinê bune sedema strana nû tê sitendin 'edalleta xwedê eve kes ferq nake lê bê guman wê rojek hemû stran avis û stewr bibin.

    Niha van stranên kurdî yên hatine dizîn û guhertin jî hûn bala xwe bidinê rih di wande nemaye an nîv rihin li ber yên tirkî lewazin. Sedema teql tofana li ser kurda eve herkes muzika wan gohdar dike dilê wan rihet nabe ewjî gohdardikin mala xwe xerab dikin û bi rûmeta xwe nadin qebûlkirin ku herin stranên dijminên xwe gohdarbikin lê dijminên wan bê rumet û şeytanin hun razên tirşikçîno rojek ez ji hîvê hatim hunê bibînin..

    Stran hun jimin bipirsin ezê bibêjim mekruhe hêdî hêdî bibêjim herame lê hun bibêjin de here wêde dînê bereday tu çi dibêjî.. ez di bextê wedeme qene van stranê kurdî yên him gotinên wan him jî yên melodiyên wan hatine dizîn gohdarbikin yanî orjînalên wî gohdar nekin.

    temaşeya Film an jî eynî wihaye..



    2018.11.24-00:28 | telebê hz mêdî

    28. Bîtlîste beş mînare ji stranê gulekem delên ewe dêy hatiye kopî kirin.

    mihemed mamlê

    Li bedlîsê li kû derê ye pênc mînare malmîratno! Ka şanî me bidin! Bavêjin lawo bavêjin. Tenê evê dikarin baş çêbikin. Yaw de bila pênc mînare ne xema me bê ev berî gel oxlan çi ye. De were nekene yaw.












    2018.11.27-01:59 [guhertin:2018.11.27 02:01]| bilbilê dilkul

    Hemûyan Bixwîne

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    ciwanên netewî yên kurdistanê [1]
    tevgerek ciwanan ya ji bakurê kurdistanê ye. herî dawî tevlî pîrozbahi...
    helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [2]
    Te go Erê
    Tû wek qirediyeke ku bi ribayeke giran ji banqe hatib...
    min kurd im farsî niyezanim [3]
    straneke xweş a bi kurdî-kirmanşanî ye.. çend meh berê hunermendê kurd...
    nivîsên herî xweşik ên li ser dîwaran [1]
    navê nûçeya ku îro di bianet-kurdî de hatiye weşandin e. Ji bo xwendin...
    kurdiya akademîk [3]
    Hal û hikayata kurdiya akademik hema bi temamî wer e:

    A: Navê...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » stranên îngîlîzî
    » tirkiye bi kamyonan çek da
    » yeni diyarbakirspor
    » kurdishrights.org
    » hatina mesûd barzanî ya amedê
    » wergirtin

    Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi anket muzikstrn
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî