Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


16 mijar û 25 peyam
stranên tirkî yên ko ji kurdiyê hatine wergirtin û wergerandin - tirşik
stranên tirkî yên ko ji kurdiyê hatine wergirtin û wergerandin

Navê mijarê ya ewil ev bû:stranên tirkî yên ji kurdî hatîn wergirtin û wergerandin
(7) (0) (1)
di mijarê de bigere

17. HER BİJİ KURD U kURDISTAN BI OLA İSLAM...



28.06.2015 17:14 | rêvıng


19. stranên ku gelekin û stranbêjê wan jî ji kurdî wergirtin û wergerandine

ev jî dide nîşandan muzika kurdî serkeftîye û ji kurdan hînî muzikê bûne. ne tenê muzikê pirahîya çand û huner û filan û bevanên xwe ji ber yên me girtine û dizîne.



23.08.2015 00:13 | shorbevan

20. awazên indim havuz başina û beyoglunda gezersin ji strana (bnr: emrim ketane) ((bnr: nasir rezazî)) de û strana (bnr: were qurban) (bnr: (mihemed mamlê)) gujdarî kir. ewana ji kurdî hatine wergirtin.









21.11.2018 05:57 ~05:58 | bilbilê dilkul

21. Drama koprusu(bre hesen) ji strana (bnr: yar dewa be cêm dêlê) (bnr: (mihemed mamlê)) hatiye kopî kirin.





21.11.2018 06:21 | bilbilê dilkul

22. ez ji were wateya stranê rawe bikim û hîn îdiayên ecêb biavêjim rastê lê ne di bin sernivîsa (bnr: stran)'de * stran eve: her stranek tije rihe rihê sedan an hezaran kesaye lê ne tevekê rihê wane tenê beşeke ( an stran tije enerjîye) dema hingî tê gohdarkirin wê beşa rihê sed kes an hezar kesan tê stendin bi vê rih stendinê kesên rihê wan tê stendin kal û pîr dibin namirin tenê beşek rihê wan diçe kesên ku gohdardikin ew kesan jî ciwan dibin jiber bi alkol û hişberî bêtir rih tête sidendin sedema heramiya wan jî eve kesên wiha bike şirkê dike.. îca stranek dema hemû rih enerjî jê bê sitendin kesê vî rih an enerjiyê bistîne stranê stewr bike îca stran bi versiyonek din an bi zimanek din tê ziman vê carê dema ev strana guhertî tê gohdarkirin îca rihê kesên bi gohdarkirinê bune sedema strana nû tê sitendin 'edalleta xwedê eve kes ferq nake lê bê guman wê rojek hemû stran avis û stewr bibin.

Niha van stranên kurdî yên hatine dizîn û guhertin jî hûn bala xwe bidinê rih di wande nemaye an nîv rihin li ber yên tirkî lewazin. Sedema teql tofana li ser kurda eve herkes muzika wan gohdar dike dilê wan rihet nabe ewjî gohdardikin mala xwe xerab dikin û bi rûmeta xwe nadin qebûlkirin ku herin stranên dijminên xwe gohdarbikin lê dijminên wan bê rumet û şeytanin hun razên tirşikçîno rojek ez ji hîvê hatim hunê bibînin..

Stran hun jimin bipirsin ezê bibêjim mekruhe hêdî hêdî bibêjim herame lê hun bibêjin de here wêde dînê bereday tu çi dibêjî.. ez di bextê wedeme qene van stranê kurdî yên him gotinên wan him jî yên melodiyên wan hatine dizîn gohdarbikin yanî orjînalên wî gohdar nekin.

temaşeya Film an jî eynî wihaye..



24.11.2018 00:28 | telebê hz mêdî

23. Bîtlîste beş mînare ji stranê gulekem delên ewe dêy hatiye kopî kirin.

mihemed mamlê

Li bedlîsê li kû derê ye pênc mînare malmîratno! Ka şanî me bidin! Bavêjin lawo bavêjin. Tenê evê dikarin baş çêbikin. Yaw de bila pênc mînare ne xema me bê ev berî gel oxlan çi ye. De were nekene yaw.





27.11.2018 01:59 ~02:01 | bilbilê dilkul

24. Serhad Eyaleti Lordu tîne bîra mirovî. Demekê li ser twitterê fermana hunermendên diz ên tirk anibû. Niha hesabê wî girtî ye.



12.01.2020 03:20 | lehî baranyan

25. Helbesta Pîremêrd ya bi navê "Ke Dellên Emro" ji alîyê goranîbêj (bnr: mella kerîm) ve hatîye strandin.


Paşê jî ev miqam û muzîka vê stranê ji alîyê tirkan û ereban ve wekî ku mal û milkê wan be hatîye pêşkêş kirin. gelek stranbêjên tirk ev stran wekî (bnr: ada sahillerinde bekliyorum) xwendine. tişta herî balkêş jî hunermendê ji eslê xwe kurd û êş kişandî (bnr: ahmet kaya) jî ev strana mella kerîm an jî helbesta ke dellên emro ya piremêrd bi tirkî xwendîye. dîyar e ahmet kayayî jî nezanîyê muzîka vê stranê û gotinên wê ji ku hatîne; lewma jî di bin vê stranê de hem muzîk hem jî gotin wekî anonîm dîyar kirîye. halbukî ne anonîm e. albûma ahmet kayaya bi navê "hoşçakalın gözüm" a 2001an derketîye de cih girtîye.


gelek stranbêjên ereban jî ev stran wekî ku malê wan be strandîne. asalah nasrî yek ji wan kesan e ku ya ev stran bi erebî strandî û tê nasîn e. strana mella kerîmê mahabadî bo erebî wisa hatîye wergerandin: qadduk al-mayas.


Her wiha ev stran û muzîk derbasî Yewnanîstanê jî bûye, her kes wekî malê xwe dibîne.



12.01.2020 03:26 | lehî baranyan

26. (bnr: yar meleke)

min nedizaniya ku ev jî hatiye dizîn. pêr ez rastê vîdeoyekê hatim li înstagramê, li wir mêrekî tirkiya yar meleke digot. min lê kola û dît ku wek yarim fidan boyludur hatiye wergerandin û sitirîn.



12.08.2021 21:32 | xelîl

27. stranên tirkî yên ji kurdî hatîn dizî*

kanala youtube ku stranên kurdî yên hatin dizî navnîş dike.
Here lînkê



03.04.2023 19:29 ~19:33 | horhorik

28. (bnr: diziya tirkan)



03.04.2023 20:23 | pêşewa