Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 9 peyam
    neqla gurçikê - tirşik
    neqla gurçikê
    (2) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. ji nav neqlên organên mirovan yê herî zêde tê kirin e.

    (bnr: kidney transplantation) an jî (bnr: renal transplantation)

    sedema naqil kirina vê organê îflaskirina wê ye. nexweşên ku her du gurçikên wan îflas kirine, dibin mecbûrê diyalîzê. pêwist e heftiyê 2-3 caran ji bo çend saetan bikevin cihaza diyalîzê (bnr: hemodiyalîz). an jî divê her roj bixwe li malê diyalîza perîtonê çêkin.

    ev herdu rê jî, mixabin konfora nexweşan gelekî xerab dike.

    ji ber vê yekê ji bo nexweşên bi kêmasiya gurçikê, tedawiya herî çêtir ger pêkan be, neqilkirina gurçikê ye.

    îro li tirkiyê li gelek navendan her roj ev emeliyat tê çêkirin. li başûra kurdistanê jî tê çêkirin.*

    du cûreyên neqlilkirina gurçikê hene:

    1- neqla ji kadavrayê (an jî neqla kadaverîk)

    2- neqla ji mirovê zindî



    mixabin ji ber ku li tirkiyê û rojhilata navîn bexşkirina organan gelekî kêm e, yanî berî ku mirov bimirin nabêjin dema ez mirim organên min bistînin û ji ber ku piştî mirin malabata wan jî nadin; organên kadavrayan gelekî kêm e. ji ber vê yekê, gurçik bi giştî ji malbata nexweş, ji kesekê dilxwaz tê standin.

    ji ber ku laşê miroveke normal de 2 heb gurçik hene, ger yek jê were standin û neqilkirin jî, jiyana wî ya pêşerojê de tu pirsgirêk çênabe. ji ber vê yekê her mirovê ku nexweşiyên wî yên cidî tune, dikare gurçika xwe bide miroveke xwe. (nexweşiyên cidî û pêşketî yên ku dikarin pêşerojê de bibin sedema îflasa gurçikan) ez dibêjim "miroveke xwe" ji ber ku aniha li tirkiyê ger ne ji malbatê be, neqla organan qedexe ye.

    mixabin ev yek li kurdistana başûr serbest e û loma gelek nexweş ji tirkiyê diçin başûr bi 10-15 hezar dolaran gurçika kesekî dikirin, li wir naqil dibin û vedigerin.



    piştî neqla gurçikê nexweşê gurçikê bi qasê 10-15 salan ji diyalîzê xelas dibe. lê heye ku ev dem kurttir be jî, dikare rojek, heftiyek, salek an jî 5 sal be. ev yek li gorî qebûlkina laşê mirov ya gurçika nû ye.



    berevajî zanîna gelek mirovan, piştî emeliyatê her tişt naqede. nexweşê ku jê re neqil hatiye kirin, pewist e heta ku ew gurçik laşê wî de ye, dermanên îmmunsupresîf bi kar bîne ku laşê wî vê gurçika nû red neke. lê dîsa jî bi teknolojî û tipa îro qeydeyek wisa heye "zû an jî dereng, her organa neqilkirî wê rojek were redkirin"

    îhtîmalek mezin wê pêşerojê de ev qeyde were pûçkirin.



    ev dermanê îmmunsupresîf bi kurtî, hêza laşê mirov ya êrîşkirinê dişikîne û bi vî awayî laşê mirov organa nû nas nake û bike jî nikare hember wê têbikoşe û wê tune bike, yanî red bike. ji ber ku laşê mirov normalê de, dijî her tiştê biyanî berxwedanê dide. weke mînak: bakterî, vîrûs, mantar, hêsin û hwd.

    yanî ger mirov dermanê îmmunsupresîf bi kar bîne, hêza wî ya li hemberî bakterî, vîrûs û mantaran jî kêm dibe û loma gelekî hay ji xwe hebe ku nexweş nebe.

    bi giştî ev dermanên îmmunsupresîf takrolîmus, mikofenolat mofetil û prednol e.



    helbet her kesê ku dixwaze nikare gurçika xwe bide naseke xwe. ji ber ku (da ku îhtîmala redkirinê were kêmkirin) testên ji-hev-girtinê tên çêkirin ku tetkîkên weke hla, cross match, panel reaktîf antîjen dikare weke mînak werin nîşandan.



    emeliyata neqilê ji bo kesê ku organ dide 2-3 saet, ji bo kesê ku distîne jî 3-4 saet e.

    emeliyatê de gurçîka hatiye standin, nayê xistin cihê gurçika heyî, gurçîka nû tê xistin aliyê rastê û jêra navika ûrê mirov. ev der retroperîton e û eslê xwe de mirov vê emeliyatê de zik venake. (lê 1 mm dimîne ku veke, û carina vedibe jî) yanî weke ku tê fêhmkirin, gurçîkên nexweş yên îflaskirî nayên derxistin û gurçika nû tê xistin ciheke cuda. sedema vê jî kurtbûna uretera gurçika standî ye û hêsantirbûna wê ye.



    2013.08.21-11:54 | simurg56

    2. ew cihên cuda yên ku gurcîska nu tê de tê bicih kirin jî di nava valahîya pelwîsê de ye..



    2013.08.21-13:41 | mam selam

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    frantz fanon [2]
    nivîskarê dij-kolonyalîst ku îlham daye gelek tevgerên dij-kolonyal. ...
    steve biko [2]
    nivîskarê dij-apartheid, dij-nijadperestî. di sala 1946an de li afrîka...
    banksy [1]
    Belgefîlmek heye behsa wî/wê dike. (bnr: exit through the gift shop)...
    banksy [2]
    Hunermendê kolanê, aktîvîstê polîtîk û derhêner e. Ji Bristola Îngilîs...
    zehra doğan [2]
    Rojnamevan û edîtora jinhayê bû beriya rojname bi khkyê bê gi...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » neqla kezeba reş

    Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi zanisti
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî