Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
derwaze - tirşik
derwaze
(1) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. têgeheka talanê (futbol) ye, di medyaya başûr de ji bo kele, qele bi kar tînin.. wek;

3 xûlek piştî gola yekem, yarîzan Niloto gola duyem avête derwazeya tîma Tirkiyê û Ispaniya bi 2-0 pêş ket. Here lînkê



18.06.2016 00:59 ~01:09 | endazer

2. xebero bi serpereştiya amir hasanpour, bi hevkariya pênc edîtorên kitezelam, bi navê "derwaze" kovareke safî kurdî û akademîk hindik maye ku derkeve. ergin öpengin ji zû de ye pê re mijûl e û lijneya hakeman jî tê de heye, yanê kovareka saxlem e. hejmara yekem temam e. heta temûz-tebaxê essehî dê derkeve bi izn û quweta Xudê.



18.06.2016 01:51 | terkexem

3. hejmara yekem a kovara derwazeyê gulan 2017an de derket. min nivîsa pêşekî ya rehmetiyê emîr hesenpûr û ya metin atmaca xwend û pêde pêde ez ê dest nivîsên din bikim. diyar e akademîsyenê kurd ê jêhatî adnan çelik ku di kovara wêje û rexne de cih digire bi nivîseke xweşik û akademîk ve beşdarî li derwazeyê kiriye.



07.08.2017 12:39 | serhednişîn

4. kovareke akademîk ya bihekem e. di hejmara yekem de ser-editor emîr hesenpûr bû, piştî koça wî hejmara duyem a kovarê îtxafî wî kirine. kovareke têra xwe xurt e. heke hûn hê pê nehesiyabin bêyî ku derengtir be bizanibin *

(bnr: amir hassanpour)



20.07.2018 13:43 ~13:43 | roza

5. hejmara sêyem çend hefte berê derket, bo agahiya gelê tirşikê!



06.05.2019 00:44 | roza

6. Kovara kurdî bo zanistên civakî û mirovî
(Kurdish Journal of social sciences and humanities)

Here lînkê (https://www.derwaze.net)

Hin Tiştên di kovarê da bala min kişand

- wergera edward said
Destpêk bo Orientalismê (rojhilatnasî)

- mele se'îd şemdînanî
Di serê sedsala 20an da basile nikitine (konsolosê rûsyayê yê urmiyeyê) bi Mele se'îd şemdînanî re têkilîyek danîye. Wan herdu di wê demê da li ser dîrok û wêjeya kurdî hevkarîyek kirine. Eyn wek hevkarîya aleksander jaba û mele mehmûdê bazîdî.

Niza'm çima, ji berê de, bi xwendina nivîsên akademîk yên bi kurdî xweşîyeka cuda bi min peyda dibe. Min bi hejmara sêyem dest pê kir (adar 2019). Têr û tije ye. Zimanê wê qet ne zor e.



10.09.2020 23:49 | mirovekirind

7. (bnr: kovara derwaze)



18.12.2021 00:05 | mirovekirind

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» derwaze

Kategoriyên mijarê:: spor
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî