Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
întîhara heywanan - tirşik
întîhara heywanan
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. ne bi qas mirovan be û mîna întîharan mirovan be jî; heye.

heta niha gelek caran hatiye dîtin ku heywanan xwe bi avêtina avê, xwe kuştine. lê dîsa gelek caran hatiye fêhmkirin ku sedema/armanca vê tevgerê ne kuştina xwe bû.

hinek ajal, di hinek rewşan de xwe dikujin. weke mînak hinek heywanên monogamîk (ajalên ku tenê bi hevserek re dijîn) piştî mirina hevsera wan, êdî tiştek naxwin/venaxwin û dibin sedema mirina xwe.

dîsa di hinek koloniyên mêwî û termîtan de, hinek termît ji bo qenciya koloniya xwe, ji bo gelê xwe întîhar dikin: xwe diteqînin û piştî teqandina xwe derdor dibe debûş û dijminê koloniyê di nav vê debûşê de dizeliqe û kolonî rixgar dibe.



dîsa carina heywanên kedîkirî, piştî mirina xwediyê wan, dikevin greva birçîbûnê û bi vî awayî xwe dikujin. (tê gotin ku 5-6 kuçikên mamê min, piştî çûna wî ya leşkeriyê bi vî awayî xwe kuştine)



bi kurtî, hinek heywan hî xwe dikujin lê xwekuştina wan ne tam mîna ya mirovan e.



19.06.2016 11:03 | simurg56

2. di xwekujiya heywanan de, miyên depresîf yên kurdistanê pêşî ji hemû heywanan standine.. demekî li westana navçeya wanê, 1400 mihan xwe ji kej û xiraman wer kiribû û telifîbûn.. di gelek medyayên popûler yên cîhanî de nûçeya vê bûyerê derketibû..

li ser netê ji gelek welatên cihêreng nûçeya bûyerên bi vî rengî hene, lê li ser sebebavê xwekujiyê tu kes sebebeke vebirî nabêje, hinek dibêjin, miyan giyayek jehrî xwarine, ji ber wê xwe li kej û xiraman qelibandine, hinek dibêjin, têkiliya di navbera şivên, kûçikê kerriyê, û miha li pêşiya kerriyê qutbûye, miya li pêşiya kerriyê diçe,xwe avêjtiye yên din jî dane dû wê mihê..



19.06.2016 13:15 | endazer

3. ne întihare Lê em dikarin bibêjin jibû bijin ti çalakî nakin, hetanî bixwe rih didin.. hinek têjikê heywanan dema diya wan an bavê wan dimre ewjî li ber serê wan dimînin û ji neçarî dimrin.. hinek ajal jî êdî taqet di wande namîne dimrin.. Herwiha ne întihare meriv sedema wî nizane çima bêlebatiyê dikin



20.06.2016 01:12 | shorbevan

4. li gorî gotara bbcê yê, tiştek tune ye. li gorî lêkolîna mijara gotarê, hinek heywan tevgerên ku dibin sedema mirina wan, dikin lê sedema van kirinên wan, an xerabûna fîzylojiya wan e an enfeksiyonek e, an jî psîkolojiya kerîyê ye fîlan. yanî bi kurtî dibêje ku ji xeynî mirovan tu canberek din "bi fêmkirina hebûna xwe û bi zanîn, jiyana xwe bi dawî nake"
Here lînkê



10.10.2016 21:12 ~21:12 | simurg56

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» întîhara heywanan

Kategoriyên mijarê:: zanistitenduristi ajal
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî