Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    12 mijar û 15 peyam
    kamuran alî bedirxan - tirşik
    kamuran alî bedirxan
    (1) (0) ecêb (0) (10)
    di mijarê de bigere

    1. Kamiran Alî Bedir-Xan birayê Celadet û Sureyya bû. Di 21ê tebaxa 1895an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Wî li Almanyayê doktoraya xwe ya hiqûqê da. Paşê li Bêyrûtê bi cih bû û li wir avûkatî kir. Ji bilî ko gelek nivîs û wergerên wî di kovara Hawarê de hatine weşandin, wî di sala 1943an de li Bêyrûtê rojnameyên Roja Nû û Stêr derxistin.



    Kamiran Bedir-Xan di sala 1947an de çû Fransayê û li wir sazgeha lêkolînerî ya kurdî ava kir. Di wan deman de jî li Unîversîteya Parîsê dest bi hînkirina zimanê kurdî kir.



    Wî di mijarên cihê de, bi zimanên cihê zêdeyî sih kitêbî nivîsandin. Herçiqas kitêbên wî ên kurteçîrokan tunebin jî, wî kurteçîrok jî nivîsandine.



    Kamiran Bedir-Xanê ko hemû jiyana xwe dabû kultur, ziman û edebiyata kurdî, di sala 1978an de li Parîsê wefat kir.



    Kamiran Alî Bedir-Xan di salên 1940 de, dersên xwendina Kurdî dida Kurdên Lubnanê li zanîngeha (Layîk) ya bi nav û deng, tevî beşdarbûnên wî di weşînên bernameyên Kurdî yên radyowa Rohelatê li Beyrûta Libnanê, ya ku hatibû damezrandin roja 5ê Adarê sala 1941ê. Weşîna radyoyê her hefte 2 caran bû, roja Çarşembê û roja Înê. Kamiran çend pirtûkên xwe jî çap kiribû li çapxane ya Jozêf (Joseph) Selîm Seyqelî li taxa Sokak Al-Bulat.



    Kamiran Alî Bedir-Xan serek da Kurdistana Başûr sala 1970, û cihê xweşhatinê bû ji aliyê serok Mistefa Barzanî û her kesên ko beşdar bibûn di konfransa 8an de ya PDK. Gotara wî ya hêja di konfransê de, hêviya Kurdistaneke serbdixwe xiste dilê giştiya guhdêran.



    Kamiran Alî Bedir-Xan sala 1971 serek da Kurdên Beyrûta Lubnanê. Di vê seredanê de jî, li gel wezîrê kar û barên navxweyî yê Libnanê, Kemal Jumblat (yê ko ew bixwe kurd e) civiya. Bi hinera Kamiran, Jumblat partiyeke Kurdî ramyarî bi awayekî fermî pijirand, û destûra xebata ramiyarî da Kurdên Lubnanê.



    2013.08.21-14:50 | endazer

    2. berhemên wî:

    Langue kurde, Paris, 1953

    Rêzimana Zimanê Kurdî, Paris, 1971

    Türkce Izahli Kürtce Gramer, 1977/1986

    Zimanê Kurd / Kürt Dili, Istanbul (bi Şivan, S.)

    Proverbes Kurdes, Paris, 1936 (bi Lucie Paul-Marguerite)

    Kolay Kürtçe – Pîrtûka dersê, Weşanên Doz

    Xwendina Kurdî Pirtûkxana Hawarê Hejmar 10 çapxana Tereqî Şam 1938

    Dersên Şerîetê Pirtûkxana Hawarê Hejmar 12 çapxana Tereqî Şam 1938



    2013.08.21-14:52 | endazer

    3. xwediya helbesta kulÎkên ezêb e.. ku kengî ez bixwînim an ji dengê temo guhdarî bikim ez pê diêşim û li ber lawînî û xweşmêrî û camêriya kamûran elî bedirxan dikevim..

    ''ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

    evîna te kûr e, hêviya dinê



    birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

    çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



    maça şêrîn; ko lêva te bi min da

    ez birîndar kirim û bi min ve da



    çira dişewite; zimanekî zêr

    her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



    bo tihniya dilî; lêva te kanî

    ji xewna çavê re; te sorgul anî



    dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

    havîna min bê sih, rêlên min bê dar



    mehfûra mirinê min bi ken raçand

    jînê ez xapandim, min kes ne xapand''



    http://www.dailymotion.com/video/xe0k8l_temo-kulilken-ezeb_music#.UWhgH0pHDbE



    2013.08.21-14:57 | endazer

    4. nameya nivîskar û helbestvan û rewşenbîrê tirk nazım himet ya di sala 1961an de ji bo kamûran elÎ bedirxan nivîsandî: https://www.facebook.com/video/video.php?v=165412753501673



    2013.08.21-15:00 | endazer

    5. helbesta wî ya bi navê hotvîn pir xweşe

    û nusret besteyek zahf xweş jêre çêkiriye

    HOTVÎN



    Rûyê te çeleng e, lêvên te gulreng

    Çavên te stran in,lê bêgotin û deng



    Çavên xwe vedikî, roj derdikevin

    Pora xwe vedikî, bihar dikenin



    Di destên te de saz im, ranên min tar in

    Xulamê te bûm ez ev hezar car in



    Lêvên te bigul in, devê te şêrîn

    Dengê te wek tîr e, maça te birîn



    Ez bê te nikarim, canê min têşe

    Bê te singjar dibim, jîna min êş e












    2013.08.21-23:20 | çukko

    7. Çîroka wî ya bi navê eyloyê pîr balkêş e û çîrokeke pir alî ye. ev mijarên sereke tê de hene; evîn, xwe kuştin, ceng û hesûdiya eşqê...



    2013.09.11-00:12 | welat colemêrgî

    8. Prens charles ji bo keçên inglîzan çi be, mîr kamuran elî bedirxan jî bo me keçên kurdan wisaye..ax, ax û wax lê keçên xelkê wek me bêsiûdên qey kêfa dilê wana prensê wan cem wanê,em jî li vir de, di nav xeyalên xwe de dişewitin.tew lo lo kêngî mîrovek wek kamuran were vî dinê..na vellê, ku were jî ez e bimînim di jîyana xwe de leqa vî werim na vellê be hêvî me..mîrovek narîn û xweşik,hestgerm û dilşewat, zanyar û welatperwer pê re jî nevîyê Bedîrxan.. Ez hêj ji xwedê çi bixwazim tû xwedê?



    2013.09.11-00:45 | yasê

    10. kamuran elî bedirxan di kovara hawarÊ de ji xeynÎ çÎrok Û helbestan, wergera qur'ana piroz,

    hin hadÎs, çarÎnÊ xeyyam jÎ nivÎsandÎye..



    2013.11.09-11:54 | xelîlêzer

    11. mîrê ku berî sihûpênç salan duh li parîsê çûye ber rehma xwudê..

    generalê siyaset û dîplomasî û ziman û edebiyata kurdî bû.. çendî zana Û jîr û jêhatî be ew çend jî nefsbiçûk û dilnizm bû.. min di bernameyeka ku ji bo bîranîna wî hatibû çêkirin de ji devê heval û telebeyê wî kendal nezan bihîst.. kendal nezan digot berî mirina wî çend mehekî min jê re got mîrê min bîranînên xwe binivîse da ku rêya nifşên nû yên li ser doza kurdistanê dimeşin rewşen û ronî bike, mîr kamuran jê re dibêje min emrê xwe di ber vê dozê de serf kir, lê têra nekir.. û lêzêde dike û dibêje bîranînên min nehêjayî nivîsandinê ne..

    û ji bo ku gora wî nebe ziyaret jî cinazê xwe hê di saxiya xwe de ji bo nexweşxaneyekî parîsê bexşandibû..



    2013.12.05-02:33 | endazer

    12. HIŞYARÎ



    Ne ceng û şer, şeva tarî, ne mêranî, ne Kurdistan

    Dilê min zexm û nêrîn e bila her cih be goristan



    Ne ma govend, ne ma zurne, ne ahenga dilê xortan

    Keser û giş kul û nale, bi xem mehdik bi xem Botan



    Ji hêlkê ax û hawar e, ji hêlkê xwîn û kortal e

    Ji hêlkê laşê xortan in, ji hêlkê dengê qertal e



    Ji hêlkê zaroyên sêwî, ji hêlkê jin û jinûbî ne

    Ji hêlkê sed birîndar in tu kes naye û nabîne



    Hevalê bûk û destgirtî ne ma qesr e ne ma hêwan

    Hevalê jin û dê êdî şeva tarî û goristan



    Ne ma Ewrex, ne ma Dêrgul ne man dengbêjê Kurdistan

    Ne ma bexçe ne ma sosin ne ma mamiz ne ma zozan



    Ji hêlkê laşê zaroyan ji hêlkê destgirtî

    Kuro rabe, bi camêrî çima nayî çima sist î!



    Hevalê hev bibin êdî hevalên hev birayên hev

    Hemî mêr in hemî kurd in hemî yek dev



    Ne botî me, ne xerzî me xulamê axa Kurdistan

    Ne mîr im ez ne axa me peyayê dewleta kurdan



    Welatê min tu î gevre bi nav û deng şehînşah î

    Tu mîr î hem tu axa yî tu hem sultan û hem şah î



    Buhişta erd û ezman î çiraya dil tu î armanc

    Hemî dîl in xulamên te heçî kurd in heçî kurdmanc

    Bilind î tu welatê min, welatê bav û kalên pak

    Tu xweşbihn î tu xweşreng î tu xweşdeng î welatê çak



    Bi gul û rez bi deşt û gir bi qesr û burc tu ava yî

    Tu sîng û pêsîra mak î tu î mehdik û ewra yî



    Welatê min biken êdî hemû kurmanc ji xew rabûn

    Bi rûyê te, bi çavê te dilê kurmanc hemî şa bûn



    Ciwan in lav û dîlên te bi hevîn dil gelek xurt e

    Rêya me dûr û dijwar e bi hêvî rê gelek kurt e



    Tu rêber be tu fermanber em in leşker em in esker

    Xudanê evd û îman in bi izna Yezd û pêxember



    Ji bo me roj û hêv êdî çira ne pêt û ronahî

    Qirênê kurd û Kurdistan bi zanîn e bi avahî

    Xweyî dîrok xweyî esl in me da zanîn me da Zerdeşt

    Welatê kurd gulistan e, gulistan in evî û deşt



    Welatê min, welatê xweş, welatê pak Kurdistan

    Tu hêlîna ciwan û xort tu î gewher li Xuristan



    Dinê geş bû û talî geş û tirb û gorn ji dil şa bûn

    Welatê min biken êdî, hemî kurmanc ji xew rabûn



    Kamuran elî bedirxan (kulîlkên ezêb,r-31)



    2013.12.05-08:58 | karmatî

    13. Birayê Celadet e. Di nava rêxistina Xoybûn de cîh girtiye. Li ewropayê Demeke dirêj diplomasiya Başûrê Kurdistan meşandiye. Berhemek wî ya ku bi navê "dilê kurên min" çap bûye niha l'ber destê min e. Mehmet Atli ji beytên helbesta wî ya "Birîn" stranek zehf xweş çêkiriye. Lê feqet xweştirîn helbesta wî (heta carna ez di dilê xwe de dibêjim; xweştirîn helbesta Kurdî) "kulîlkên ezêb" e. ev helbest ji berhema Charles Baudelaire ya bi navê 'Le Fleur de Mal' re wek nazîre nivîsiye Mîr.

    Ahanda helbest ev e :

    Ez bes te maç dikim; bi lêvên xewnê

    Evîna te kûr e, hêviya dinê

    Birûskên çavên te; wek gewherên ecêb

    Çavên te yên zelal; kulîlkên ezêb



    Maça şêrîn; ko lêva te bi min da

    Ez birîndar kirim û bi min ve da

    Çira dişewite; zimanekî zêr

    Her pê ronî dibe, nimêjgah û dêr



    Bo tihniya dilî; lêva te kanî

    Ji xewna çavê re; te sorgul anî

    Dilê min mizgefta bêdengî ye; sar

    Havîna min bê sih, rêlên min bê dar



    Mehfûra mirinê min bi ken raçand

    Jînê ez xapandim, min kes ne xapand



    2015.03.02-03:11 | mistefa

    14. alî ne navê ''elî'' ye bi erebî û bi osmanî alî tê wateya malbat, êl, eşîr.. yanî wate ji kamuran alÎ bedirxan kamuranê ji malbata bedirxaniyan e.. min berê mijar kamuran elî bedirxan vekiribû, niha min serast kir..



    2015.04.26-04:40 | endazer

    15. Ne botî me, ne xerzî me,

    Xulamê axa kurdistan;

    Ne mîr im ez ne axa,

    Peyayê dewleta kurdan.



    2015.04.26-12:20 | eznizanimçima?


    Hemûyan Bixwîne

    Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    qerqaş
    Qer an jî qere bi kurdî navê rengê reşê geş e. Tirkî dibêjin kara. Dîs...
    tekirdağ
    Bajarekî pir xweş e. Gel li gorî gelê tirkî zehf medenî û bêhnfireh i...
    şîn
    1. Rengê azmanê sayî. Qama pêlên şîn 400-490 nm ne. Yek ji sê rengên ...
    sîstema nû ya tirşikê
    rojanekirinek biçûk; 1- di weşandina "peyamên li benda weşanê&qu...
    qûntopiz
    Qûnên mezin û derketî re tê gotin. Tebîreke ji boyî Jin û mêr ferq nak...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kamuran yüksek
    » aliens vs. predator: requiem
    » bedirxano

    Kategoriyên mijarê:: niviskarweje ziman
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî