Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


37 mijar û 59 peyam
peyamên reşşikkirî yên di vê mijarê de; islamofobîkên ku ji dengê banga şerîf aciz dibin
peyamên reşikkirî

90961. ji ber viya dengê meleyan/90947 ez ê çend gotinan bikim lê berî wê jî beredît dengê meleyan/90983 :

""divêt ji bo peyva 'zirezir'ê ev bête zanîn ku ez tenê wateya ewilî dizanîbûm:

zirezir -n. 1. mê, deng- 1. dengê zincîr û ristikan. 2. dengê zirêna keran. ferheng, kurdî-kurdî, kamêran botî, weşanên do

gelî xwişk û birayan*, wele ez wateya duyem nizanîbûm. ez li apartmanan mezin bûm û wekî tê zanîn zengilê van malan li her derî hene û ser hev du lêxistina wan jî heye ku hah ez peyva zirezirê ji bo vê rewşa dengê qelebalix dizanîbûm. berdin kerê, min hîn mirîşkekî sax neditiye ku gelo dengên vana di kurdî de çawa tê gotin, nizanim.
""

tew tew tew... çawa tirk ji hemû kurdan re dibêjin *terorîst, hinekî jî ji hemû rexne û tespîtên xelkê, etîketa îslamafobîkê dizeliqîne. lê berê vê benîştê bicû, divêt bêt zanîn ku ka hela ev têgih ji aliyê kê ve, kengî hatiye derxistin û pesandin û wateya wê çi ye û ji kê re tê gotin. kî, ji ber kîjan sedeman diwêre ka kesekî îslamafobîk e ya na. heger wêrekiya tawanbarkirinê di xwe de bibîne jî ew kes nikare bibêje "biceheme here derekî din". dê merivek were û jê siwal bike, "tu kurrê kî yî?".

li bin wê banga nimêjê, mizgeft jî tê de welat hat xera kirin û mêrikên îslamofil xwezî biçana û me wê wêrekiya wan ên tawanbarkirinê li ber mizgeftê jî dîtibuya.

erê xebera tirk(ên misilman) hene ji bo parastina dîne xwe li hemberî kemalîstan; heqê wan in misilman hindik nekişand ji derdê wan, lê belê kurd(ên misilman) bira zirreziran meke.* heger misilmanê wêrek kanîba dê dema bi topan xerakirina sûrê, zimandirêjiya li ser mala xwedê, wê rabûna ser nigan! (ha heger ew tirkmanc be, bira xwe xwe şa bike!) hesasiyeta tirk(ên misilman) ne ya kurd(ên misilman in)an e. gotinekê pêşiyên tirka heye, bi kurt û kurmancî vaya dibêje: bi kîrê xelkê mîz nayê kirin.

aliyê din, mizgeft perça bajaran in û gelek melayên ku dengên wan ne ya guhdarkirinê ne, bê krîtera "bilalê hebeşî" têne tayînkirin. ji çar aliyên bajêr bi hoparloran û bi navberên nîv deqeyê yan jî deqekî de dehan mela dixwîne! haya te ji kakofonî, bêharmonî, bêahngiyê heye? ev ne pirsgirêka xelkê ye, ev pirsgirêka ewan kesan e ku ji xwe re para misilmanên hesas hilbijartiye.

ha, tayînkirin? mela ji aliyê kê ve tê tayînkirin? dewlet! dewlet pereyên kerxaneyan, meyxaneyan û hwd. nastîne? distîne! ew mela meaşên/pereyên xwe ji ku distîne? erê!

di nav sîstema kapîtalîzmê de cihê îslamê çi ye? ha ev e! navên qanûnên xweda hene, lê nayê sepandîn, tu nikarî bisepîne û tu nikarî li benda rêzgirtineke bo melayên nabin nenuka bilalê hebeşî, bisekinî!

a dawî ev e: bira ew kesan ku bi wan zanyarî û edebên xwe yên kêm û beradayî zimanê xwe dirêjî ehlaqa/misilmaniya min û bavê min dikin û etîketa îslamofobîkî dizeliqînîn me, hay ji xwe hebîn! ev rê ne tu rê ye. bla bla bla.

ha xelk gengaz e îslamê û şêx û sofî û meleyan hez neke. ma çima, ha ji we re:

(bnr: hîzbullah)
hîzbuşşeytan!

edît.

edît2: min ne xwest rasterast xebera nivîskarek bikim, lê belê tablo gelek tirş xuya kiriye û min jê birî, hinekî guherî. ji ber vê gotinên nebaş ên heddê xwe derbas kiriye, li min biborin. divet bê zanîn ku mesele ne tenê tiştên ku li peyama ewîl hatiye gotin, sînorkirî ye. dema nivîskarek bi hest û ramanên xwe tevdigere û têgihek -erênî an jî neyînî- bikartîne, ne garantî ye ku xwînerên din jî ew têgiha bi hest û ramanên wê nivîskarê fêm bike. fêmkirin bêsînor e û hwd. ha malûmatfiroşî karê nivîskariya ferhengên înteraktîfê ye, ne hewcî ye ravekirinê.

edît3: "hay ji xwe hebin" jî, dêûbavên min ji bo wateya "xwe muqete be, dema tu tiştekî dikî du cara bifikirî û hwd" bikartînin. weke tehdît xuya kiriye/hatiye fêmkirin lê telkîn û pêşniyaz esil e. nizanim divêt hîn çi bibêjim.



06.06.2013 16:08 | endazer

91050.





di zaroktiya min de ez vê animasyonê dii kanal d-yê de temaşe kiribûm. karektera mela bi xwe di beşên din jî gelek pîs û xirab e, lê ez dibêjim, di vê beşê de banga azanê ne ji hestên safiyane hatiye çêkirin. lê belê tevger û refleksên zilamê yê ku ji dengê mela aciz buye, di jiyana rojane de gelek caran tê rasthatin. (xeberdayînên hev du gelek fîşal in. )



dev ji îslamofobiyê berdin, lê acizî (carinan) rastiya jiyanê ye.



06.06.2013 16:08 | endazer

91070. mesele ji vir derket kesên jiber bibêjin " azana kera/zirezira meleyan ne Îslamofobîkin jiber dirûvê azanê û zirîna mela bi hev dixe û dibe bi kesên bêbawerî nexweşbe tiştek normale kesên ne normal ewin ku wan bi faşîstiyê û tirsanekên ji Îslamê îlan dikin.. Heta gotinek pêşiya wiha jî heye; "ji azana mele bawer nake ji zirîna kerê bawerdike " an "ne ji azana mele bawerdike ne ji zirîna kerê" yanî ev ne ku em ji mela ditirsin, kî di mela.. jiber tiştek wiha tê hişê meriv têkilîya wan bihevra heye, şeytan jî bi meriv dide gotin mesele eve.. sernivîsên kafirobîk jî divê bên guhertin ji alî moderatoranve minak: muhammedê sapix bi guherînin muhammedê doxînsist * henek henek Jixwe sernivîsek wiha ne hewceye di bin sernivîsa Hz. Muhammede dikarin zanînê xwe bîbêjin mîsal entry wiha 1 Muhammed ahmed Mustafa 2. pêxemberê dawî 3 mêrê 12 jina.... sernivîs: zire zira meleyan = wiha dikare bê guhertin azana Şerîf/banga Şerîf di peyamêde dikarin bibêjin wekî zirîna kerêye, dengeki xweşe, pisîkolojiya meriva xerab dike... moderator divê derheqêde zêde bêxêrin * û ne hewceye meriv xwe bi qehirîne niha dibe moderator ne valane paşê ewê sererastbikin jixwe divê di rojêde sererast nekin lazime Hinek dem bibihire di serde jibû kes ferq neke û gengeşî dernê.....



27.10.2013 00:18 | endazer