Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


42 mijar û 76 peyam
me welatê xwe reş kir yê xelqê şên kir - tirşik
me welatê xwe reş kir yê xelqê şên kir
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. rojekî ez û hevalekî xwe em otobêsa şeredariya sakaryayê siwar bûn, camêrekî 55-60 salî hat pêşîya me rûnişt. selam da yê kêleka xwe, yê kêleka wî selama wî hilneda û cîhê xwe gûhart. (xeberdan û kincên camêrî va kifş bû ku kurd e.)

min û hevalê min me mesele fehm kir û me cîhê xwe dayê, hat şûna min, kêleka hevalê min rûnişt.

heta em peya bûn ewî derdê xwe got û got..

35 sal e mala wana li mûşê hatiyê sakaryayê.. hingî hatine miletê sakaryayê tilîya xwe dev û çavên wana ra kirine.



axirîyê da ewî go hûn hê ciwan in ezê wera şîretekî bikim hûn guhêxwe re bikine guhar

me go xalo kerem bike

go bila meriv li welatê xwe bijî hema bila meriv birçî be.

me welatê xwe koç kir em hatine vê derê em înşeata da xebitîn me welatê xwe reş kir yê xelqê şên kir

..

paşê jî me destê wî paç kiribû û em peya bibûn.



26.06.2016 23:43 ~23:45 | bûtîmar

2. welatême bûka cîhanêye hê bakîreye dema şîn bûna wî maye ger ku nebe orispî * .. ez diçim têm dehcara eynî tişta dibêjim û nikarim carekî bidim fehmkirin an kesên ku fehmbikin û weka min bikin riya Wan bi tirsikê nakebe.. miletê me zêde zêde bêxêre gotina xalo raste li ber derê me bax û baxçên me, deşt û çiyayên me beyarin em diçin erdê xelkê bi Xulamî dajon ez carna dibêjim xwezî erdekî min mezin hebûya niha dolim kî erd li ber derê meye ez çi şaxik dibînim lê datînim niha şeş dar behîv, şeş yên gûza, sê heb mêw, yek sêv, yek hinar, yek hirmî, yek xurmeyên cinetê, yek arûng, dara vîşne û kîraza hebûn min wan hişk kir * herwiha çar kemên hêjîran, dareka zeytûnê û hê ev erd nêvî valaye êdî hesûdiya bikin û hûn bifikirin ezê hê Fistiqên Dilokê deynim, ezê hê Heyfa esrara licê bistînim min fikra xwe xerab kir * ... û çi deynim tê.. mijûlkirina bi tiştên wisare jî tiştek wisa xweş tune.. li çiyayan jî di cîhê darê belotande em çima darê mêweyan daneynin? şîn bûna ne tenê bi fabrîqeyan dibe meriv bi kêr be meriv dikare teşekî bide kevir nanê xwe ji kevir derxe... van gotinên min ez zanim di guhekî weda dikebê di yê dinde dertê lê em nekin jî fikrên xweşin..



28.06.2016 00:16 | shorbevan

3. (bnr: qlîşe)



28.06.2016 22:20 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
simurg56 [2]
Nojdarekî serkeftî yî tirşikê ye. Min îroj xaltîka xwe bo muayene û te...
hedîsên ku tirşikvan jê hez dikin [1]
(bnr: pirs nîvê ilmê ye)
min hedîsek wisa xwendibû. nizanim ras...
renas kaya [1]
Navê wî çibû lo. Ridwan bû? Rahîme bû? (lînk: https://www...
keloş [1]
Spas ji bo pêşwaziyê cinorek ^.^ Rast e çawa ku hatim keti...
keloş [2]
Nivîskareke nû ye lê bawer im di jiyana xwe ya pêşîn da jî tirşikvan b...
belki ev jî bala te bikişînin
» welatê çirto û virto
» xwe kerî nayin
» reşê çê
» kirim
» yên bi remezanê tên
» şênber
» kiraz

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi jiyan tekili
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî