Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 10 peyam
umut sarıkaya - tirşik
umut sarıkaya
(1) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. karîkatûrîsteke tirk e, sala 1980an li navçeya dîvrîgî ya sêwasê xwudê daye, endazyariya keştîvaniya xwendiye, di ber xwendina xwe ya zanîneghê re kovara lemanê nas dike, bi qewlê wî, bi karîkatûrên cem yılmaz dihewise karîkatûran û bi xwe jî di kovara lemanê de dest bi çêkirina karîkatûran dike, pişt re, karîkatûrên wî di kovarên uykusuz û penguenê de derdikevin, taliyê dev ji penguenê jî beride û bi xwe kovareke bi navê naber derdixe. ez ne xelet bim ev kovar jî derdikeve.

mirov bi karîkatûrên wî ji kena nabehice an zikûpişto nabe, lê di di mîzaha xwe de hûrgiliyên pêkenî yên jiyana rojane û teswîra kes û karên li derûdora mirov ku mirov xwe bi xwe bi ser ve nabe, xweş karîkatûrîze dike.



28.06.2016 21:43 | endazer

2. Karîkaturîstê min bi xêra hevalê xwe nas kiriye ye. Mirovekî ecêb e. kovara naber de xêz dike, cool e.



28.06.2016 23:36 | gulêê

3. ev karîkatûra wî zehf kêfa min jê re tê; Here lînkê

(ji bo wêne mezin bibe pêl ''View Image In New Tab'' (wêneyî di rûpeleke nû de bibîne) bike ;)



02.08.2016 21:40 ~21:43 | endazer

4. Sê pirtûkên wî hene: benim de söyleyeceklerim var 1, 2, 3.
Pirtûkên wî ji nivîsên wî yên di kovaran de nivîsîne pêk tê. Çapa wan a nû tune ne. Ez li ser telefonê dixwînim. Ji karîkatûrên wî xweştir e ez dibêm. Bi. Rûkenî dixwînim. Hin caran jî pirqînî bi min dikeve. Ew kesên ku ji mîzaha absurd hez dikin teqez bila bixwînin. Jixwe wek berê bi mîzaha burak aksak dûr ketime. Piştî ku min ev pirtûk xwendin bêtir dûr ketim. Min go dêmek ji vir hilgirtiye keftar.



23.09.2021 17:28 | xwelî li ser

dengdanên dawîn (yên din..)
rexşê belek [1]
Navê hespê ristemê zal e. Di destanên persan mina şehnameya firdewsî...
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
belki ev jî bala te bikişînin
» umut sarıkaya

Kategoriyên mijarê:: huner
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî