Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
garson - tirşik
garson
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Garsontî xebatek zehmet e. Min nû dest pê kir û bawerim demek jî dom e.



29.06.2016 11:49 | dizek

2. ez zar bûm, min du havîna garsontiya qawê (çayxaneyê) kiribû.
karekî zor î zehmet e. Meriv hema siv pîya ye.
binê pê min avlik avêtibû/dabû.
me çay, lezo, qûşbûrnî, kîwî û hine cara jî qehwe difrot.
Lê esnafa zehv heqê me dixarin.
me ji esnafa ra çay bi fîşa va difirot
wî çaxî çay sed hezar bû (10 quriş).
Yanî 10 çay mîlyonek (tl yek) bû.
îsoyê hirêcî hebû. Niha girtîgehê da ye. Ewî bihayê 80 milyonî perê fîşê çayê me neda (dike 800 çay) waayşş! zalim îso! *

Perê me bi zorî zorî têra perê dermanê çay, şekir û xarina me dikir.
Erê em destvala nediçûne malê. Me meyve û sebze û xwarin dibire malê lê ew jî hindik.

ji wan esnafan da xalisê zebzecî, mîrzeyê çaycî, erkanê qûyimcî, berber cîhan, emek tesîsat, sîgortecî, hirêcî, loqinta jêrê, bengîsû market, binbir çeşit market, temircî, qûndûracî, misto, heydo, maşellah û sînoyê texsîcî... Hebûn. Yanî google eartha garsontiya me fireh bû *

mîrzeyê çaycî hebû ewî dermanê çay difirot. ewî tim îskana piçûk da çaya sûzgeçlî û zelal û teze vedixwar. Ewî îmansizî zev cara çaydanka me dida valakirinê bo îskane çay ji nû ve serî da çay me dida demkirinê.
Min digote kekê xwe da em çay nedine wana kekê min digo na divê mişterî ji me kêfxaş bin.
Lê ya ku wana li me dikir jî heqeret bû idî haa..

xalisê zebzecî jî ber çayê xwe da êvarê zebze dida me.
erkanê qûyimcî çaya bê şekir vedixwar.
mistoyê texsîcî îskana piçûk da çaya bê suzgeç, sîno çaya sizgêçlî vedixwar.

(evna hê jî bîra min da mane)

Royekî min îskanek şikênast, tirsa kekê xwe min newêribûm bêjim îskan şikestiye. Kekê min îskan dişûşt. Dor hate wê îskana şikestî. Hê jî min newêribûm bêjim îskan şikestî ye. Ewî ça destê xwe da li ber avê da zivirand. Goştê tilîya wî go çirrrttt! dilê min pê re qelişî.

kekê min go te zanibû şikestî ye lê te nego!
çima te nego kuro! Destê min qelişî.!.

Ez girîyam.
Kekê min çû xestê çar dîkîş avêtibûnê.
Heta ewa xestê hat ez girîyam.
ewa hat dêna xwe day ez digirîm ewî ez hemêz kirim go tişte nabe kuro! negirî.

dilê min wisa rihet bibû wê yekedemê da ez zaroka cîhanê a herî bextewar bibûm.
kekê min derxist 50 hezar (75 quriş) da min go here xwe ra bûrçakekî bistîne. (bûrçak: Eti burçak. piskivêteke biha bû wî çaxî. de hesab ke perê 7-8 çaya bû)

çavê feqîriyê birijin *

esasinde tam jî wan rojana qaweyên navçeyê hemûşka biryar dabûn. Çay li her derê bibû 25 hezar. Lê em du çayxane (qawe) em kêleka hev bûn. (ya kêlekê qawa kazo bû) wana perê çay zêde nekirin me jî bi awayekî destgirêdayî nikaribû zêde kira. li her derî idî bibû 25 hezar. Lê hê jî li cem me û qawa kêlekê 10 hezar bû.
...

ez dikarim li ser bîranînên xwe ên qarsoniyê zehv tiştan bêjim.. lê evqa bes.
kînga ez rastê garsonekî an jî peyva garson têm, ew rojana têne bîra min. Wan çaxana ez 9-10-11 salî bûm hey gidî.

îşev jî vê mijarê haay lo lo ez birim wan roja.



03.05.2017 23:35 ~23:47 | bûtîmar

3. Li Tirkiyê Yek jî mesleka millî ya kurdan e (!)
Mixabin...
Hema bêje Ji 10 garsonan 9 ê wan kurd e,
Gava li tirkiye meriv diçe loqentê bi garsonan re dikare bê tercimanek xeber bide, siparîşê xwe bixwaze.



04.05.2017 22:20 | mîr

Xêra xwe vê peyvê ji îngîlîzî wergerîne kurdî
evsene
dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» garson

Kategoriyên mijarê:: yendin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî