Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


17 mijar û 25 peyam
xweyê sebrê bî milûkê misrê - tirşik
xweyê sebrê bî milûkê misrê
(2) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. Şîreta sebrêye. Herçiqas sebr tiştek baş be jî ev şîretên sebrê ji qencîyê zêdetir xirabîyê li me dikin. Ji ber ku sebr û aramtî û tiralî û bêxîretî gelek ji hev ne dûrin. Ev şiretên he berê me didin rêya tiralî û bêxiretiye. Hember xweşiya bêxîretî û tiralîye jî berxwedanek dijwar divê.



30.06.2016 07:31 | bapîr

2. mebest ji vê gotina pêşiyan, ne betalî û teralî ye, nabêje neşixule, berevajî dibêje bişixule, li ber bide, heta ku tu ya dilê xwe bi ser biêxî, gelek kes hene, carekî du caran xwe li tiştekî diceribînin, dema dibînin ku çênabe jê sar dibin, xwe jê didin alî, û ew qas cehd û tehba wan jî di avê de diçe, ji wan we ye qey ji herkesî re di derba ewil de lêdide, lê ya rastî gelek serkeftin di eslê xwe de sercema têkçûn û devjêneberdan û jinûvecerribandinê ye. sebr ev e!



30.06.2016 10:16 | endazer

3. Tirrr me qet nedît.. tiştek wisa tune û nebûye û wê nebe jî.. sebir silamete ji xeynî wî sebir malxirabiye. ez li ser xwe bibêjim ez gelek bi sebrim kara wî Ji minre ez û tu kesî şer û pevçûna nakin.. zirara wî jî li min eve min gelek sersar/xemsar dike tişta bi sergohê minde dide avêtin, ez dibêjim ezê bikim lê ez nakim wê demê virek dertêm paşê ber xwe dikebim... divê meriv carna ne bi sebir be, meriv tişta nehêle paşê meriv di Wexta wî de bike yanî meriv neke xewn û xeyal bi vê sersariya xwe. herwiha ez tiştê nakim ezê ji were nekim şîret * hûn dîsa bi sebirbin serê xwe bi tiştekîre neêşînin dakû rihet be an çewa zanin/xweş be wisa bikin...



30.06.2016 22:56 | shorbevan

4. (bnr: xweyî sebrê dibe melîkê misrê)

Melîk xweyî mal û milkan, peyveke erebî ye bi wateya hikumranê têt karanîn.

Kesê ku hewl bide û sebr bike digihîje armanca xwe..

Nexwe ez bêsebr im, 26 sal in ku li tu derê hîn nebûme melîk:(



01.07.2016 12:48 | ferhenga şikestî

dengdanên dawîn (yên din..)
canon [2]
Marqeyeke wênekêş, optîk, mekîneyên fotokopiyê ye. Li tokyo'ya...
îy yo hee [1]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
fuckîro rebeno [1]
ez jî nizanim çi ye. min tirşikê dixwend .hema ji nişka ve hat min wek...
nexweşiya mirovê vî wextî [2]
Pirsgirêkek din: her kes di bubble-ê xwe de dijî. Tenê mijarên hilbija...
helbestên ku tirşikvanan nivîsandine [1]
Xwîna-Pak Ji te re dibêjim, Tu yî tu! Erê hem jî gelek baş dizanim...
belki ev jî bala te bikişînin
» xweyê sebrê bî milûkê misrê
» sebrê
» bîranînên zarokatiyê

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zimangotinepesiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî