Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
necat zivingî - tirşik
necat zivingî
(7) (1) (2)
di mijarê de bigere

1. parêzer û nivîskareke kurd e

Di sala 1982yan de, li Gundê Zivinga Hebizbiniyan ji dayik bû. Piştî 6 – 7 salên xwe li gund derbas kir, malbata wî bi mecbûrî koçî bajarê Êlihê (Batman) kir û heta zanîngehê li Êlihê ma.

Di sala 2002yan de çû “Zanîngeha Kocaelî” û li wir “Fakulteya Huqûqê” xwend. Di sala 2007an de çû bajarê Amedê û dest bi parêzeriyê kir. Heta sala 2009an li ser medreseyên Kurdistanê lêkolîn kirin. Ev lêkolînên xwe di rojname, radyo û televîzyonan de pêşkêş kir. Di sala 2009an de çû bajarê Stenbolê û li wir parêzerî kir.

Di weşanên cuda de bi navê xwe û bi nasnavên cihê, gotarên Kurdî û Tirkî nivîsand. Damezrêneriya kovareke kurdî kir û 3 salan weşankariya wê meşand. 2 salan di televîzyonan de bernameyên çandî û olî pêşkêş kir.

Li Zanîngeha Artûkluyê ya Mêrdînê û a Alparslanê ya Mûşê di beşa ziman û çanda Kurdî de lîsansa bilind kir. Li Zanîngeha Anadoluyê beşa civaknasiyê (sosyolojî) xwend. Heta niha 5 berhemên wî yên Kurdî hatin çapkirin.



Berhemên wî:



1-zembîlfiroş, 2012

2-dîwana mela ‘elî ‘ilmî, 2012

3-helbestên azadiyê, 2014

4-stêrkên edebiyata kurdî, 2014

5-evdirehîm rehmî hekkarî, 2015



01.07.2016 22:01 | endazer

2. li ser pirsên wekê ka gelo kurdî ji farisÎ kevntir e an farisî ji kurdî, û têkilî vê pirsê gelo lorî zaravayê kurdî ye an yê farisî, rûdawê pê re hevpeyvînek pêk aniye, bixwînin; Here lînkê



01.07.2016 22:03 | endazer

3. necat zivingî/91351

kesê lêkolînek û xebatek hêja dike/ kiriye



03.07.2016 00:24 | shorbevan

4. xwediyê dengekî xweş e. û helbest bi dengê wî xweştir dibin, bi taybet helbestên mela. li youtubeê bi navê xwe kanalek ji xwe re vekiriye ku meriv dikare çend helbestan di wê kanalê de peyda bike. bi rasti jî karekî gelek baş dike lê xwezila çend helbestên modern jî bixwenda. û bi qasê ku min dîtiye hinek zêde li ser îslamê disekine heta carinan ramanên wî dişibe ramanên mufid yuksel. herçend ku ji îslamîstan hez nekim jî necat zivingî kesekî hêja ye. hêvîdarim ku di karên xwe de berdewam be.



27.12.2017 00:45 | sloujouc

5. Ev kes ji bo ku paşnav guhartiye û bû ye xwediyê paşnavek bi rûmet e.

navê birêz necat özdemir êdî necat zanyar e.

(bnr: biryara guherandina navê xwe)



22.02.2020 23:14 | brzn

6. vizingî. Here lînkê



25.05.2021 01:14 | ezcan

7. carna dîmenên ku min li storyên instagramê parve dikir, ss digirt û ew jî parve dikir. ji ber wê ez û hevalek xwe jê re dibêjin "necaz dizingê" *



25.05.2021 20:14 | xwelî li ser

8. Wek gelek kurdên din ên 'entelektuel' ev camêr jî bi pêlên behra populîzmê li qiraxên dilên heyranokên xwe dixe.
Yek jê mezintirîn problema kurdên 'entelektuel' ew e ku ji kûrbûn, teknîk, hesab û Kîtab, realpolîtîkê bêpar in.
Kêfa min jê re tê ji welatparêziya wî jî ti gumana min nîn e lê dema wisa -wek tweta ku li jor hatiye parvekirin- gotinên qerresa lê di rastiyê de zarokane dinivîse Yan dibêje dil li 'zarokên xelkê' dibijînim.
Gelek qisûrên vê tweta hanê hene.
Wek mînak; camêr bi kurdî nivîsîye, yanî muxatabên wî kurdîzan in Yanî kesên ku dikarin vê twetê bixwînin, kêm zêde wek wî difikirin. Yanî gelo hewce dike ku ez di civîneke nivîskarên kurdî de behsa qîmeta kurdî bikim? Jixwe ji ber ku ew hay ji qîmeta zimanê kurdî hene, bûne nivîskarên kurdî. Yanî tu ji gerê tê, ew ji gerefenê tê. Tiştekî nû ku tu bêjî heye? Yan Tiştekî nûwaze ku di hişê xelkê de Findekê geş bike? Yan fikreke resen û orijinal ku nehatibe li aqilê tu kesî? Yan keşfeke te ya ku mirîyan ji gorê rake? Yan tespît û analîzekê ku dê deh sal bê axaftin? Belê, helbet tune ye. Qîza xaltîya min heye, emrê wê pirr piçûk e lê kengî ez biçim mala wan dixwaze bi min re bipeyive lê ji ber ku tiştekî nayê bîra wê Hama çi bê hişê wê qal dike wisa dikare bi saetan bipeyive. Dema ez gotinên wilo dibînim qîza xaltîya min tê bîra min. Her çend ew bi tevgerên zarokane Yanî bi tevgerên normal hereket bike jî ya rastî ferqa van gotinên qerresa jî ji tevgerên zarokan nîn e. Her du jî dixwazin tiştekî bêjin zarok jî dixwaze liqayî eleqeyekê bê, ew 'entelektuel'ên hanê jî dixwazin liqayî eleqeyekê bên. Her çend zarok ji ber emrê xwe yani ji ber neşîtîyê hereket bikin jî entelektuelên me jî bi neşîtîya Fikrî wisa hereket dikin. Yek jê hê emrê xwe nekemilandiye yek jê jî hê fikr û ramanên xwe...
Meselaya bila Kurdistan azad be Hama çi dibe bila bibe, ne ew gotinek e ku ji êqil hatibe nisilîn. Dema em diçûn lîseyê me di navbera xwe de wisa xeber dida. Lê piştî tu mezin dibî û dikarî hêdî hêdî meseleyan û tesqeleyan ji hev veçirrinî têdigihîjî ku mesele ne tenê ew e.
Emr xelas dibe, deh sal pêşiya me ji deh saniye rabirdûya me nêzîktir e. Însan ne ji bo ku bibin qurbanîyên hesabên qesasan tên dinyê. Min nîvê emrê xwe kiriye gorê û bi heriyê miriyan jî cihê xwe pihêt kiriye ji vê saetê şûnde jî emrê xwe yê mayî nikarim bo qessasên xwe yên yerlî û mîllî, bikim miriyekî zindî.
Ez li dewsa ku li Koreya Bakûr Bibim koreyîyekî azad, hezar emrê min jî hebin ezê hezar car jî li Koreya başûr bibin bindestek.
Li Tirkîyê her sal bi sed hezaran ciwanên tirk berê xwe didin Awropa, Amerîka û Kanadayê, tevî ku dikarin li welatê xwe bibin azad û zengîn, ji ber hikûmetê (ku her çend wek dîktator tevbigere jî dawiya dawîn hilbijartin heye) berê xwe didin Awropayê û carinan bi meh û salan bi heqdestê asgarî jiyana xwe didomînin. Qene ji tesqeleyan xelas dibin.

Bila kes mirûzê xwe tehl û tirş neke lê ez jiyaneke li Tirkiyeyê hezar car çêtir dibînin jiyana li başûr an li rojava. Yanî cihê ku pkk, PDK, ynk hwd lê serdest be jiyana lê, xwudê di xewnê de jî neke nesîbê min



25.05.2021 22:27 ~22:37 | ferhenga şikestî

Hemûyan Bixwîne

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» necat baysal

Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi niviskarweje
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî