Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


32 mijar û 53 peyam
sîmir rûdan - tirşik
sîmir rûdan
(6) (1) (9)
di mijarê de bigere

1. camêr stranbêjek nu ye

bi navê "bi çÎrokî" albumek derxistiye

min lê guhdar kir ez kefîlim

di rûpela xweyî facbookê de xwe wûsa daye nas kirin

Biography

Sîmir Rûdan di 1981’an de li Cizîrê hatiye dinê. Piştî çaxên xwe yên dibistana seretayî û lîseyê, di sala 1999’ an de ji bo ku li Zaningeha Hacettepê perwerdehiya Felsefê bistîne derbasî Enqereyê dibe. Bi destpêkirina zaningehê re muzîk ji bo wî cihekî girîng digire. Li Enqereyê li hinek mekanên mîna Kavel û Baraka’ yê derdikeve ser dikê. Wî çaxî gelek muzîkjen û komên mîna Elvis Presly, Beatles, Led Zeplin û Pink Floyd’ a efsanewî keşf dike. Ji milê dî ve bi muzîka rojavayî ya klasîk ve mijûl dibe. Di sala 2002’ an de di Koroya J.S Bach ya girêdayiya Beşa Hûnerên Xweşik a Zanîngeha Enqereyê de ji bo demekê stranbêjiya aryayan kiriye. Ji ber vî qasi di muzîka wî de formên rojavayî yên ku mîna rock an jî muzîka klasîk a rojavayî tê sehkirin.



Di sala 2005’an de ji bo mamostetiyê vedigere Cizîrê. Li vir serpêhatiya xwe ya muzîkê bêhtir ji aliyê afirandinê ve didomîne. Sîmir bawer dike ku divê gotinên stranan jî wekî muzîkên wan balkêş bin. ji ber vê yekê jî bi ziman û wêjeyê ve eleqedar dibe. Di mala xwe de li gor xwe demoyên xwe bi pêş ve dibe û stranên ku gotin û besteyên wan wî çêkirî sererast dike. Bi dû amadehiyeke dirêj re di Çileya 2013’ an de bi produktoriya Ayhan ORHUNTAŞ dest bi qeyda albüme tê kirin. Bi çîrokî bi etîkata Ütopya Müzik’ ê di 3’ ê Tîrmeh’a 2013’ an de derketiye.



Sîmir di gelek mîtolojiyan de mîna “Simurg”, “Zümrüd-ü Anka” an jî “Phoenix” dibore. Di derheqê wê de tê gotin ku ev teyr ji xeliya xwe vedije. Di zimanê Farisiyê de tê wateya sî çûkan. Rûdan jî di Kurdî de tê wateya çêbûn an jî qewimînê. Sebeba navdana “Bi Çîrokî” yê jî, mîna ku di çanda dengbêjiyê de jî xuya dike, di gotinên stranan de diyarbûniya vegotineke bi çîrokîtî ye.



ha ev rûpela facebookê https://www.facebook.com/simirrudanfun/info

ev jî stranek wî



21.08.2013 21:42 | çukko

2. (bnr: oha ev ez im) *

vî wextê şevê, bi xwedê ji bo min bû nûçeyeke gelekî xweş. tarza wî û kurdiya wî xweş xuya dike.

min heta niha tenê li strana "dîsa bi tenê" guhdar kir, û min got ev e û min nekarî xwe bigirim ku li vir nenivîsim. ez ê niha li stranên din guhdar bikim.

pir kêfxweş im, tirşik.



21.08.2013 21:47 | simurg56

3. ev camêr heç weke ji gundê min be (memîra, dihê, sêrt) hinek peyvên ku bi kar tîne, heremî ne û ez bawer im geleke kes wê fêhm neke.



weke mînak:

ji strana brîna reş.

https://www.youtube.com/watch?v=H5j3JsJGgag

welê: di wateya wisa de tê bikaranîn.

holê: ev jî di wateya wisa tê bikaranîn. "ji kengî ve ye, holê ye ev, brîna reş?"

dida. di wateya diran de tê bikaranîn. "bê ziman û bê didan e ew, ne dixwe ne vedixwe"



ji strana dîsa bi tenê:

https://www.youtube.com/watch?v=lJ8B0W2TtcE

he: di wateya "hanê" tê bikaranîn. "rasta wî hat, dît zeriya he"



strana dîsa bi tenê' de jina ku bi wî re duet dike, kî ye nizanim, dengê wê jî xweş e.



21.08.2013 22:06 | simurg56

4. stranbêjê nû ku ji tirşikê xwe li dinyayê dide nasîn. rast e musika wê pir baş e, bêguman lê biborin gotin li min ewqasî baş nehat in. bawerim bi vê musikê dikare bê guhdarkirin û înşileh dê gotinên baştir jî binivîse.

(bnr: min ev eciband)



21.08.2013 22:14 | azadixwaz

5. malpera wî ya fermî:

http://www.simirrudan.com/



ji strana doşeka xemrî;





ho: di wateya wisa de tê bikaranîn. "dibêje were min, bêje min çima ho dikî" (cem me weke "hu" jî tê karanîn jixwe sîmîr jî dibêje hu eslê xwe de)

vêdê. wateya "ev der" tê bikaranîn. "da xwe rabû, go ez ê biçim ji vêdê"



ji strana bajarî:





wêdê: wateya "ew der" de tê karanîn. Dibêje çi bikime ez ê li wêdê""



21.08.2013 22:14 | simurg56

6. mûzîkjenê ku dengê wî bi ser dengê mirady ve diçe.



21.08.2013 23:33 | simurg56

7. Bi $eref kêfa min ji berê de ji vî camêrî re tê. Ew jî zarokê mehlê bû. Helal be jê re.



21.08.2013 23:41 | înano lo

8. strana têkilhev û doşeka xemrî de dişibe feridun düzağaç

strana birîna reş de dişibe rockurd (ku staraneke wan jî bi navê 'bardî reş' (black stone) heye )

strana dîsa bi tenê de dişibe mirady.



lê dema mirov hemûyan dêne ser hev, dibe hunermedek nû û cuda.



23.08.2013 18:42 | simurg56

9. ROCKVANEKE NÛ YE. Jİ CİZÎRÊ YE û Bİ DEVİKÊ BOTANÎ DİSTRE.



14.11.2013 00:26 | oxir

10. strabêjê ku gava din dema min li vir dît, guhdarî kir.

şêweya mûzîka ku çêdike, gelek jê hez dikim, gelek xweşa min çû . hêvî dikim xebatên xwe dom bike .



14.11.2013 00:56 | brusk56

11. xwediyê albûma ku mixabin li tu derî peyda nabe, ye.

dixwazim albûmên strabêjên nûjen û resen bikirim ku ji bo wan bibe piştgirî, loma min gelek albûm jî kirîne lê mixabin ya sîmir peyda nabe. nizanim kes dizane li ku ye.



07.12.2013 10:42 | simurg56

12. (bnr: ew kî ye law)



07.12.2013 10:46 | ceso

13. stranbêjê ku hingî guhdarî dikim zêdetir jê hez dikim e.

helal be jê re gelek serketî ye .



28.01.2014 20:55 | brusk56

14. ez wî nu nas dikim... xweş diki heya tu bêjî...



29.01.2014 01:14 | jajî

15. xwediyê strana lê bibure ye ku gelekî xweşik e:





her wiha min strana wî ya bi navê dûr nekeve jî nû bihîst:





ji aliyê din ve strana bablîsokya hîvronjî xweş gotiye:





29.01.2014 20:50 | simurg56

16. kesê ku li twitterê, ji min re gotiye ku tirşikê dişopîne. vaye hûn dibînin herkes tirşikê dixwîne *



30.01.2014 00:03 | brusk56

17. stranbêjek herî zêde baş e, ji xwe her tişt ji bo wî hatiye gotin. beriya 3-4 rojan ez pêre telefonê de mijûl bûm. li cizîrê mamosteyî dike û hemû xebatên xwe yî mûzîkê jî li vir dike. camêrek pirr baş û kêfxweş e.albûma xwe ya yekemin di "utopya muzik"ê de derxistiye. 10 stran di vî albûmê de hene.

strana dîsa bi tenê de vokalist ruşen alkar e. hûn dikarin albûmê li ser itunesê an jî d&r ê bibînin.

http://www.dr.com.tr/Muzik/Bi-Ciroki/Simir-Rudan/Yerli-Albumler/Yoresel/urunno=0000000451784

Stranên di albûmê de:

1- bajarî

2- doşeka xemrî

3- dîsa bi tenê

4- winda me

5- birîna reş

6- têkilhev

7- lê bibore

8- dûr nekeve

9- xeyalên min

10- serxweş



*ger heval bixwazin ez dikarim akorên gitarê vê albûmê ji wan re bişînim.



23.02.2014 05:57 | serburiyek

18. dengÊ wÎ wek dengÊ rojhan beken e.*



28.05.2014 23:56 | xwelî li ser

19. ilo me hev nu naskir û li vÎ hev naskirinê jÎ vÎ qasÎ ez tenÊ agahdarim.ew hÊ pÊ nehÊsiyaye. van roja bûme sevdaliyê stranên wÎ.li hev naskirinê jÎ li jorÊ brusk56 gotiye tirşikê dixwîne ger vÎnÎ bixwîne bila heval û hogirin xwe re bÊjE tirşikÊ da sarpik heye (na na bila nebÎje sarpi ev gotin mina se yê pîs dibe ) sarpimolenik heye û hevaltÎya me bi yek alÎ (tirkî fikirin û kurdÎ gotin tek taraf) didomÎne û strana minÊ dîsa bi tenÊ pir diçe xweşa wÎ.



30.09.2014 21:48 | sarpimoleni

20. stranbêjê ku li amedê li mala diyarbakirê* konsertekê wî hebû lê min xemsarî kir û borand. niha gelek poşman im xwezî ez çûbama. rastî jî gelek poşman im him wextê wê jî gelek musaît bû. înşallah carek din konsertekê bide ez ê teqez nerevînim.

strana wî a ez herî zêde jê hez dikim serxweş e. zêde zêde xweş e. ez gelek hez dikim ji stranan bi vî awayî ..



30.09.2014 22:12 | brusk56

21. stranbêjeke jêhatî ye..

cizîrîbûn an ji cizîrê rabûna wî jî cihê kêfxweşiyeke ekstra ye ji bo min.. ligel wê cewhera xwe ya zêde cizîrê mixabin heta niha nekariye heqê wÎ navê xwe yê nestêleh bide û ji nav xwe di warê mûzîk û wêje û hunera kurdî de kesên kalîfiye derxîne..

gelek kesên li jêr mijarê nivîsî dengê wî şibandine hinek stranbêjên din, lê li gorî min xweyê xwe û dengeke xweser e, terzê mûzîka wî belkî biçekî bi ser ya yaşar kurt û teoman ve diçe..

di bernameyeka li ser imc tvyê de li ser pirsekî, ji bo albûmê bertekên çawa ji te re hatin, dibêje; bertekên guhdaran bi pirranî erênî bûn lê hinek jê dibêjin ji bo ku di lîrîsên stranên xwe de tu zimaneke zêde lokal bikar tînî, em nikarin jê fêhm bikin filan.. li gorî min îro pirsgirêka sereke ya mûzÎka kurdî li bakurê kurdistanê, gotinên stranan e, gotinên klîşe û klasîk ên ji ber stranên gelêrî mayîn, an gotinên zêde zêde siyasî Û sloganîk.. gelek sebebên vê pirsgirêkê hene bêguman lê bi ya min sebeba sereke ew e ku gelek kesên ku nanê xwe ji mûzîk û hunera kurdî dixwin di jiyana xwe ya rojane de kurdî bikar nayînin anku bi kurdî emel nakin, heta hinek stranbêjên hene ku li wan ahengên ku pirraniya beşdaran kurd in, bi tirkî an bi zimaneke din diaxivin heta gelek caran anonsa strana di rêzê de jî bi zimaneke din dikin.. ji ber vê yekê normal e gotinên stranên kurdî stewr bimînin û her û her xwe dubare bikin.. yanî mirov heta ku bi zimanekî dil nekeve, hejê neke, bêrî neke, nexwîne, nenivîse, neaxive, nefikire, xeman nexwe, terkeser nebe, bi çolê nekeve mimkun e ku bi heqî û bi layiqî bistirîne û bavêje ser? em bêjin lê hat û stira wê bikaribe ji wê sîrkÛlasyona genî ''tu gul î ez bilbilê te me'' xwe xilas bike? niha dibînim hinek stranbêj dixwazin vê kêmasiya xwe bi helbestinên helbestvanên kurd temam bikin an binixumînin, di vî warî de wekê nimûneyeke serkeftî tenê nimûneya mehmet atlı tê bîra min, teq û req, diljen ronî, hîvron û çend kom û stranbêjên din di ceribandinên xwe yên bi vî rengî de nekarîne serbikevin li gorî min.. min gelek dirêj kir, ez bêm ser merem û mereqa dilê xwe, eger vê peyamê bixwîne, pêşniyara min û belkî hêviya min jê, guh nede wan kesên dibêjin em ji gotinên stranên te fêhm nakin, peyv û biwêjên kurmanciya cizîrê û telafûza te rengeke xweş dane stranên te..




22. tu merês nedaye bablîsokê lê bêhna reng esmerê dayiyê ji heq de hatiye..



(bi ya min bike bila destê xwe lê nede hema bi vî halî stranê têxe di albûma xwe ya nû de)




24. Stranbêjekî gelek serkeftî ye. Albûma wî a yekem ki ji xwe tenê ye bi rastî gelek xweş e.

Di mûzîka kurdî de, harun ataman, simir û mirady hêviya min in. Ger dev ji mûzîkê bernedin wê cihên gelek giring bigirin di mûzîka kurdî de ..



02.03.2015 21:40 | brusk56

25. Ev kurik ew ê karên serkeftî bike. kilama wî ya bi çîrokî hêjayê guhdarkirinê ye.

en son "hey dilberê" ya ciwan haco sitirabû. ciwan bi riya twitterê wî pîroz kir. heft xwezî bi dilê wî *



02.03.2015 23:54 | mistefa

26. stranbêjekî mezin e. şêweya mûzika wî bi rastî gelek xweşa min diçe.

stranek din gotiye di imc tv yê de ;

Here lînkê



27.03.2015 19:42 ~19:43 | paşê min got what the fuck

27. stranek nû gotiye:

ji bo albûma ku ji helbestên bro omerî pêk tê, strana berfîn gotiye;





02.09.2015 23:25 | simurg56

28. stranbêjekî gellekî serkeftî ye. single'lekî bi navê berfîn derxistiye ew jî gelek xweşa min çû.





belkî van rêzikan bixwîne ; xwezî te li amedê konsertekî bida ku me jî bikariba guhdarî bikira kekê sîmîr. em li benda te ne ..



12.10.2015 16:23 | brusk56

29. stranbêje ku nizanim gelo ji bo albÛmeke nû tu xebat dike yan na. min albûma kevin ji ber kir. li bendê me yeka nû derxîne..



25.01.2016 04:14 | brusk56

30. Duh li ber strana wî ya berfîn bi xew ve çûme. Ev bûn du saet hişyar im lê stran hê jî di guhê min de dixulxule, olan dide.

Li ser stranê û tiştên bi vê stranê dikevin bîra min, min sê çar paragraf tişt nivîsîn paşê poşman bûm û min jê birin.



26.07.2016 11:04 | endazer

33. çima wilo serhildêrin , çima...?



xwezî te jê nebira , lê ez bawer nakim di serê te de jî hatibe jê birîn .



26.07.2016 11:33 | mijdar

35. Wexta min bihîst ku 35 salî ye ez şok ez îptal ez belawela! Mi digot qey gelek ciwan e, bêtir 28 salî ye felan..

Tarza wî xweş e, dengê wî ne ewqas xurt be jî pêdîviya tarzê bi dengê xurt nîn e ango ji heqê muzikên ku distrê têt.

Bi taybetî yên ji stranên demode û dubare qerixîne wekî derman e.

Gelek zêde stranên xelkê jî dibêje, ev ne tistekî b'xêr e, bila hew berhemên xwe bêje û nola ciwan hacoyî ya ku di dawiya emrê xwe de hetka xwe bir, bila xwe û muzîka xwe nehetikîne.

Ev zilam nivîsandin û xwendina bi kurdî jî zane loma ev yek avantajek e di vê bazara kesad e, gotinên stranên wî teqlomeqlo û tiroviro nîn e yanî mîna xelkê bi peyvên sînordar hevokên zirto li hev nayêne. Hew ji bo vê taybetiya wî mabe qetr û qîmeteke mezin heq dike.



27.07.2016 21:15 ~21:20 | ferhenga şikestî

36. bi xêr albûmek nû hazir kirîye hemşerîyê min, navê albûmê jî "kevî" ye. 27ê vê heyvê wê li ser hemû platformên dîjîtal be: Here lînkê



22.12.2019 19:19 | xendekî

37. a ku wê albûma wî û erebeya nû a netewî a tirkiyê wê hemen rojî de bên danasîn.
albÛma sîmîr min zêdetir bikelecan dike *



23.12.2019 00:04 | brusk56

38. Stranbêjê kudi rockê de serkeftî ye. Lê çend xulek berê li ser twitterê camêrekî jê re digot heyran tu ne xwedî awayekî kurdî yî. Tu wek jinan stenbolê distrê.



23.12.2019 00:17 | darînê daryo

39. muzîkjenek wesat e. Kurdîya wî rût e, yanî wek biyanîyek kurdî distire. Hetka kurdî dibe. Bawer dikim ne serwextê kurdî ye. Ne wek kurdan dibêje, min fehm nekir çawan cizîrî ye. Di her stranek wî de şopên rocka tirk hene. Li hin deran mirov tinîyên anadolu rock û teoman jî dibihîze. Ji hêla enstrumental ve muzîka wî qels e.

A herî sosret ew e ku mêrik xwe fîlozof dihesibêne. Ser twîtterê ji xwe re gotye: philosopher. *



05.04.2020 20:23 ~20:26 | hespêsor

40. yek ji wan şexsan e ku di pêvajoya çareseriyê de navdar bûne. mirovên nola wî apolîtîkbûnê dikin nasname û xwe di ser nirxên gel re mezin dikin. heyf û xebînet.



05.04.2020 21:15 | tizbîkêş

41. Dibînim ku neheqiyek mezin lê tê kirin. Camêr mûzîsyen û stranbêjeke serketî ye. albûma wî ya duyemîn kevî facîa û felatek bû şikestek mezin çêkir di hêviyên guhdar û tamijiyên mûzîka sîmir de lê her mirov pê re jî her stranbêj di kar û kariyera xwe de xwediyê grafîkên çilûxwehrî ne, radibin, dikevin, tiştên baş jî din tiştên pêlêhvok jî.
neyse di konsêrta xwe ya li Diyarbekir ya çend sal beriya niha strana aşk var ya bülent ortaçgil gotibû û pirr xweş gotibû ew qasî xweş ku êdî orjînala stranê tamê nade. Li ser YouTubeê hîç qeyda wê nîne. çima nîne nizanim xwezî hebûya.



06.04.2020 03:50 ~03:51 | endazer

42. Kêfa min gelek ji muzîka wî re tê. Êz hêj fêrî albûma duyem nebûme. Ez dikarim bibêjim bi sedan car min li albûma Sîmîr Rûdan a yekemÎn guhdarî kiriye.



06.04.2020 13:27 | oceancr

43. bi ya min niha di muzîka Kurdî de bi tenê ew bi dev û hestên bajarî strana dinivîse. yanî wek mînak tû di stranek ya wî de ''çavxezal'' nabînî. jixwe ev jî ji me re pêwîstîyek e. Camêr serkeftî ye. lê albuma wî ya yekem ji ya duyem serkeftîtir bû. ger bixwîne bila vê rexneyê ji xwe re bigire. piçekê bêhna teoman ji muzîka wî te. ev him baş e him jî ne baş e. divê xwemalîya xwe biparêze.



13.04.2020 23:25 | soryazyus

46. Stranbêjê ku di 21ê çileya 2022an de ew ê li wanê konsertê li dar bixe. Li bendê me ku feyzekê ji muzîka wî bistînim.



06.01.2022 13:30 | dewbir

47. bi straneka wî dixwazim jê re bêjim sîmir ''vegere mala xwe, cihê te ev der e'' çi karê te li ser hed û hidûdan heye? henek li aliyekî, performansa wî ya zindî pirr xweş e. yên dudilî ne dikarin biçin ez kefîlê keyfa wan!



07.01.2022 11:16 | endazer

48. berî 2 heftîyan fîlan li amedê konserek da. ez jî çûmê tabî.
li kafeyek bûçûk, bi navê varon kafeyê bû konser. zêde kes tune bû. ji xeynî xebatkaran 40 kes hebû tunebû. ji ber vê rewşê xemgîn bûm lê konser xweş bû. bi saya kêmbûna guhdaran me gelek ji nêz ve guhdar kir.
performansa wî jî baş bû. wî bixwe li gîtarê dixist û hevalekî wî jî li kemanê. xwedê bihêle.



11.12.2022 11:49 | simurg56

49. Albûma wî ya ewil gelekî serkeftî bû, û paşê strana berfînê ya ku di albuma peşkê de cih digirt. Paşê sîmir li pey xwe ma. Hêvî jê heye ku ji xweliya albûma pêşî biveje. Bila biveje canim.



12.12.2022 01:50 | hêvî

Hemûyan Bixwîne