Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    7 mijar û 10 peyam
    hişt hişt - tirşik
    hişt hişt
    (2) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. çîrokeke sait faik abasıyanık e. min wilê wergerandiye kurdî.





    Hişt, Hişt!



    Rêve diçûm. Hingî rêve diçûm bêhna min pê derdiket. Ji malê bi hêrs derketibûm. Belkî jî hêrsa min ji ber cilêtê bû. Dibe, dibe! Teqez ez ji cilêtê hêrsoyî bibûm.



    Keskbûna giyayan, şînbûna behrê, bêewrbûna asîmanan, ne meseleyeke xirab e. Qey, kî gotiye ne mesele ye? Ehmeqî! Heke baran bariyaba? Heke keskahiya giyayan xemrî, heke şînahiya behrê sor bûya? Heke bibûya ha hingî dibû mesele.



    Min pelçimeke di rengê çeqolatê de, bizineke rengbehîvterk dît. Yekî/ê ji pişt min got:



    - Hişt.



    Ez zivirîm, min lê meyzand. Strîmişkên nû yên hê bejna wan bi qasî bostekî dirêj nebûyî û berzelingên di çêşa alûçeyê de meyzandin min. Dinanên min alû bûn. Di rê de kesik tune bû. Min serbanê malekî, du çûkên ji dûr ve difirîn, ji neqeba pelçiman re behr dît. Gava min rêya xwe domand got:



    - Hişt hişt.



    Min xwest bizivirim û meyzînimê. Belkî jî hingî min gelekî xwest min nekarî bizivirim û meyzînimê. Çêdibe. Çûkek kiribe hişt hişt û firiyabe ji asîmanan. Marek, kîsoyek, jîjoyek derbas bûbe. Belkî kêzikek hebe dibêje hişt hişt. Dîsa got:



    - Hişt!



    Vê carê belkî jî ji ber dilsariyê ez zivirîm û min lê meyzand, heçku yekî/ê xwe kiriye pişt deviyan û xwe vedişêre.



    Rûniştim qeraxa rê. Hema piçekî ji min dûr kerek diçêre. Rengê wê jî behîvterkî, dev, dinanên wê, guhên wê, bejna wê çiqas spehî ne. Diçêre. Wek ku giyayî biqiçqiçîne dixwe. Belkî jî min ev dengê qiçqiçî wek hişt hişt bihîstibe. Dengê kerî yê jêkirina giyayî dengekî pir cuda ye, got:



    - Hişt hişt hişt.



    Te dî carinan dengekê pir naskirî di bin guhê mirov de bi navê mirov dibake. Dibe ne wilo? Pir kêm tê dîtin. Belkî jî ji nava serê xwe dengekê tu gelekî hijê dikî, gelekî xweş tê bîra te, bêyî ku dengek hebe, gazî te kiriye. Çêdibe.  



    Di carekî de mijeke zer û ecêb ya naşibe ewran dorûberê tavê girt. Destekî pîs ji ser pişta kerê behîvterkî pertalek kişand û bir. Sakoyê xwe yê herdemî yê xwelîrengî, hin qet û met jê weşiyayî yê kevin li kerî kir.



    Çûme ser rê. Çiqasî bêje hişt bila bêje. Bixwaze bila dostekê berra yê dilzîz be. Bixwaze bila ne tu kes be, bila ez kesekê teredîn ê xwe bi xwe ji guhê re xwe re dibêje hişt hişt bim, ez ê guh nedimê.



    Belkî çûkek be. Belkî kîso ye. Belkî jîjoyek be. Belkî jî masiyeke ji behra nêzîk dibake, cinawerek be. Kersel e. Çûka mîhalakî be.



    A baş ez ê bi xwe bêjim hişt hişt. Hingî min dest bi çimçimeke timama wê pir naşibe timamiya bakirina hişt hişt, heta ji bo ku neşibê min hewil dayî, kir.



    Ji nişka ve, min li pêşiya jinikek û mêrikek dît. Rêya Qelpezanqeya pirsîn. Min gote hûn li serê ne. Heçku rê bi rê ket û hereket kir. Ew rêve neçûn. Bi du gavan de ji min dûr ketin. Min di nava pêz de kurê keşeyî yê devdevkî xwe dirêj kirî dît. Ji ser rûyê wî mehlûqeke mîna dîkê deqdeqokî yê ehmeq rabû. Gilîza devê xwe paqij kir. Ji lingên berxikê re girt. Bi berxikê re kete erdê. Ji pozê berxikê maçî kir. Kurê keşeyî bi rûyekê kirêt, ehmeq, sih-û-yekî meyzand. Niha ez di zeviyeke kulîlkan de bûm. Yê/ya ji min re digot hişt hişt seda sed çûkek bû. Hene hin çûkên wilê. Nabêjin çîk çîk, şûna wê dibêjin hişt hişt. Çûk e çûk.



    Mêrikekî erd merr dida. Pêl hêsinê merrê dikir, axa zêrî ya helesorî, diquliband ser. Wî gote min:



    - Merheba hemşerî.



    - Ooo! Merheba!



    Dîsa berê xwe da karê xwe. Min got hişt hişt. Guh nedayê. Min careke din got hişt. Dîsa guh nedayê. Hişşşik hişt hişt hişt! Gote min:



    - Fermo bego.



    - Min tiştek negotiye.



    Tiliya xwe ya qilîçkê kire guhê xwe’de. Xwurand. Derxist û li tiliya xwe meyzand. Wek ku bi darê merrê ve paqij bike kir. Min got:



    - Hişt hişt.



    Serê xwe rakir, meyzand asîmanan. Meyzand çûkan. Meyzand behrê. Zivîrî û bi guman meyzand min. Min gotiyê:



    - Îsal artîşok çawa ne?



    - Ne baş e.



    - Tu yê baqilan kengî jê bikî?



    - Hê maye.



    Weke bêhnê bidim bistînim min got hişt.



    Dîsa bi guman meyzand behrê, bi guman meyzand asîman, bi guman meyzand min. Min got:



    - Divê ev çûk bin.



    - Xuşîniyek tê guhê min jî lê, got û, ji kîjan alî ve tê? Jixwe van rojan ev guhê min giran bûye.



    - Divê bê şûştin, min got, yê min jî wan rojên din giran bûbû...



    - Te da şûştin?



    - Min neda şûştin, pêwîst nekir, ez çûm doktor. Jê derxist; pîsî bû.



    - Zarok çawa ne? min pirsî.



    - Baş in. Neh bûn man heşt. Tu dizanî jixwe serpêhatiya yê nehê...



    - Hiş be, hiş, min gotiyê. Dil û kezeb diperitin. De xatrê te!



    - De bila oxira te ya xêrê.



    Piştî ku hinekî dûr ketim:



    - Hişt hişt.



    Min vê carê qefalt. Bexçevan bû. Ew bû ew. Min got:



    - Haydê haydê min tu girtî vê carê.



    - Na wilehî, got, wilehî hê min baqil jê nekiriye, ma çima ji te veşêrim, ne bi perê xwe ye?



    - Ma ne tu yî dibêjî hişt hişt?



    - Ez jî dibihîzim dengekî, lê belê nabînim ka ji ku tê?



    Ji ku tê bila bê ji çiyayan, ji çûkan, ji behrê, ji mirovan, ji giyayî, ji kêzikan, ji kulîlkê. Hema bila bê ji ku tê bila bê! Dengek hişt neyê nebaş e. Piştî hat dûvre bijî kulîlk, kêzik, benîadem.



    Hişt hişt!



    Hişt hişt!



    Hişt hişt!



     



    Saît Faîk Abasiyanik

    Wergêr: Rênas Xendekî



    *Sait Faik, Alemdağ'da Var Bir Yılan, (r: 65, 66, 67, 68) Weşanên Yapı Kredi, çapa 1., Mijdar 2002



    2016.07.08-10:56 | xendekî

    2. çîroka ku min şanoya wê di sahneya tiyatroyê ya reşat nuri ya li saraçhaneyê temaşe kiribû. versiyona wê ya şanoyê jî gelek xweş bû.

    koma ezginin gunlugu vê çîrokê kiriye stran jî. gotinên stranê ne ji çîokê ne lê strana xweş e;












    2016.07.08-11:44 | simurg56

    3. Strana husnû arkan e jî.



    2018.08.07-13:51 | bêdestmêj

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    egon schiele [1]
    wênesazekî rehmetî ye ku dibêjin berî mirinê yek ji berhemên xwe dayiy...
    kesê ku bibe evîndarê/a yekî ji xwe mezintir [2]
    Ev cure evîn min gelek cara bihîstîye ku di nav civaka me da qewimîye ...
    gever [1]
    Şer û tofan e. Qedexeya derketina kolanan hatiye îlan kirin. ...
    pêşgir [2]
    ew çend tîpên ku bi hatina pêşiya peyveke din, wateya peyvê diguherîni...
    navên ecêb ên pirtûkan [1]
    (bnr: apê min cemşîd xan ku hertim bê ew li ber xwe dibir)...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » historiography
    » historiography

    Kategoriyên mijarê:: weje
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî