Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


9 mijar û 11 peyam
baran barî - tirşik
baran barî
(0) (0) (2)
di mijarê de bigere

1. straneka xweş a gelêrî ye, ya rastî baran di nav çi de hebe ew tişt xweş e. şivan perwer gelekÎ xweş distirê, lê vê paşiyê cemîl qoçgirî û aynur doğan jî di albûma tembûr & harb ya tara jaff û cemÎl qoçgirî de gelek xweş stirandine.

mixabin qeyda albÛmê li ser youtubê nîne, lê qeydeka din a ji konsêrtekî ku cemîl qoçgirî û tara jaff bi hev re dibêjin heye;



ev jî ji dengê şivan e;



15.07.2016 17:02 | endazer

2. strana ku Şivan perwer jibû wê xweş li tembûrê daye, kêfa min ji melodiya wîre hat dibe jiber ku ez miqamê vê stranê tenê dikarim bi tembûrê bidim gotin bimin xweş hat *

gotinên stranê jî ev ;



Baran barî Gulê Gulê tene tene

Vana rêçên were Gulê min û tene

De bilezin Gulê Gulê zû bimeşin

Rojên giran were Gulê li benda mene

Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lê kir

Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir

Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn

Kanî û rûbar were Gulê tev de derkir

Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir

Dar û zevî were Gulê tev de geş kir

Tu ciwanî Gulê Gulê pir delalî

Dilê fêsad Gulê Gulê te pir reş kir

Tu ciwanî Gulê Gulê pir bedewî

Dilê nerinda Gulê derda reş kir



15.07.2016 22:24 ~22:26 | shorbevan

3. baran barîya ji dengê jinên botan straneke kevn û gelêrî ye, ya ku stranê dibêje hanim onur e, demekî ketibû hebsê, ji ber ku zarokên wê bêxweyî mabûn ji bo bê berdan li ser sosyal medyayê kampanya hatibû lidarxistin û di encamê de hatibû berdan. di hilbijartinên vê taliyê yên şaredariyê de navê wê ji bo namzediya şaredariya cizîrê derket pêş, lê çênebû.



16.07.2016 02:40 | endazer

4. Straneke/helbest

Dilo rabe ji xewnên xwe
Em rizgar kin welatê xwe
Baran barî, baran barî...

Helbestvan: (bnr: can kurd)
Stranbêj: (bnr: mizgîn)





04.06.2020 20:38 ~20:39 | fîriko lao

5. Navê stranbêjeke, bi strandina kurtestran(mashup)ên kurdî hat naskirin an tê naskirin belavbûna navê wî wekî (bnr: serbang emrah) ne bi bandor be jî nav û dengê wî jî têra xwe heye û hêjaye meriv jibûna wî peyamek li tirşikê zêdebike.



05.06.2020 21:06 | shorbevan

6. ev stran strana zaroktiya min e ez ewqas mezin bûm jî dîsa dilê min de mîlîmek tev neda ♡



06.06.2020 00:20 | şev

dengdanên dawîn (yên din..)
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
seyda perinçek [1]
Bavê wî cangorî ye di sala 1990î li gundekî qoserê şehîd ket. Dibê ku ...
belki ev jî bala te bikişînin
» baran kendeş
» barît

Kategoriyên mijarê:: muzikstrn
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî