Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


31 mijar û 50 peyam
türk telekom - tirşik
türk telekom
(0) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. navê aveayê yê nûn..,operatora xwedê û pêxember jê nerazîbe jiminre 100dk 500 mb şandiye Xwedê xêra wan qebûl neke, bi ber wan ve negere û nebe sedeqeya serê miriyê wan *



18.07.2016 00:32 | shorbevan

2. operatora ez diçim têm çêrî yê ku wê kir bela serê min ez bawer nakim sê meh biqede û vê Operatora tirek biguherînim..



18.07.2016 00:36 | shorbevan

3. Operatora ku min îro ji bo barkirina hejmara xwe serî lê da. Niha operatora min vodafone e. Bi 25 lîreyan 500 deqe 1000 sms û 2 gb înternet dide min. Lê wexta serîlêdana min a türk telekomê bê pejirandin ez ê bi 19 lîreyan 750 deqe 1000 sms û 3 gb înternet bi kar bînim. Xweş mesele ye lê bi şebekeya wê ne bawer im. çend rojên din ez ê bibînim ka kî berx e kî beran e..



05.08.2016 23:54 | mergehez

4. operatora min bawer nedikir 3 meh biqede ku ez biguherînim niha qediya.. Operatora leza înterneta wî hêdiye û zû jî diqede.. li ba min wisaye min hez jê nekir



06.08.2016 00:12 | shorbevan

5. Şîrketa kêrî sê qirûşan naye, ma ne ya dewletê ye, helbet wê wisa be.
Ji xwe telefon baş nakişîne û înterneta wê hêdî ye, serde jî ji bo malê min deh caran serî lêda min kir û nekir girê nedan. Dibêjin binesazî li mala te tune, ez dibêjim vaye cîranê min ê li heman avahiyê girê daye lê dîsa jî feyde nake.
Dibêje qey xwedê têra xwe bela nedaye min ba dikin min û dibêjin tu bixwazî em tivibu ji te re bînin.
Ya star! Ya hawar! Ya sebir!



09.12.2016 21:38 ~21:39 | azadixwaz

6. şerîke û şîrket û şirîkatiya ku xebatkarên wê jî tê de kes jê ne qayîl e.
hevalekê min di vir de endazyar e, rojekî bi erebeya xwe diçe derekî, di rê de dikeve radarê, piştî qederek rê polîsên trafîkê disekinîn, ew jî çawa disekine ji camê re karta xwe ya turk telekomê derdixe û dibêje turk telekom it! yê polîs jî feqîro qey gelek zimanê wî ji turk telekomê şewitiye, dibêje ez ê bikutim telaqê te û yê turk telekomê.
ji hingî feqîro ji tirsa newêre behsa turk telekomê bike.



09.12.2016 22:19 | endazer

7. min înterneta xwe nakîl kir, eva du hefteye hê pirsgirêk çareser nekirine.
ez berê ji înterneta wana memnûn bûm lê niha idî wana axirîya xwe da kir..
arizayeke piçûk çêdibe peyam dişînin dibêjin wê navbera 48 saetan de were çareserkirin.
ji bo arizayeke piçûk bile divê hun 48 saetan bisekinin.



26.10.2017 11:30 | bûtîmar

8. înterneta mala min jî tirk teleqome peymana me 75 gb 70 weleqe bû lê 4 mehan me bi kar anî 10-12 rojan da qota cîda xilas dibû piştê wî me têl kir dibêjin peymana me 30 gb 70 weleqe ye min jî go nalet li we vere lê 12 mehan emê tirk teleqomê bi kar bîne piştê wî ezê bû guherînim.



26.10.2017 15:09 | alîşêr mordem

9. fîrmaya ku divê mirov xwe jê dûr bike.
min çend salan înterneta wan bi kar anî lê qet qayîl nedibûm. ya ku min dixwest ew bû ku înternet qut nebe û hew. teknîk servîsa wan qet ne baş bû.
ev 5 sal in superonlineê bi kar tînim, servîsa wan gelek baş e. kengî problemek derkeve, bi giştî di heman rojê de an jî roja dûre, çareser dikirin. tenê vê dawiyê problem 10 roj dewam kir, ew jî problemek giştî bû, ya hemû taxê. wê çaxê jî 3 caran 4 gb înternet diyarî telefona min kirin û ez bêînternet nehiştim.
welhasil ji telekomê dûr bikevin.



26.10.2017 23:54 | simurg56

10. min xast ku ez peymana xwe a ji wana ra feremoş kim, ji min 500 tl ''cayma bedelî'' yanî perê poşmanbûnê xastin.
ez mecbûr im hê 15 mehan înterneta wana bikar bînim.
xwedêkirî ev mala ku ez teze hatimê, mûkaveleya wî a înternetê wê rojê qediya.
min jî înterneta xwe kişande vira.
ku wisa nebûya min ê yan boşê ra her meh 70 lîra bida, yan jî carekî da 500 lîra bida feremoş bikira. herdu aliyan va jî wana yê ez bixistama zirarê.

hun ya min bikin, mukaveleya 2 salan ji wana ra îmza nekin. ji ber ku qe belî nabe ku pêşerojê de yê çi be..



27.10.2017 15:32 ~15:33 | bûtîmar

dengdanên dawîn (yên din..)
tehdîdên kurdî [2]
Ezê te li berekê(kevir) ve vedim, Ezê lingê te bişkênim, Were meydan...
horhorik [2]
Tirşikvanek fantastîk e. Miqayeseya xweşikbûna memik û welatê xwe di...
toksîkolojî [1]
Zanista ku bi jehr, jehrêketin, antîdot û dermankirina jehrêke...
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1]
babetna - khosha hawraman

...
îy yo hee [2]
Strana binavûdeng a koma the cranberries e. zarok bûm. Jin...
belki ev jî bala te bikişînin
» türk hava yolları

Kategoriyên mijarê:: marka
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî