Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    35 mijar û 52 peyam
    kurmanc bakurî - tirşik
    kurmanc bakurî
    (2) (0) ecêb (0) (3)
    di mijarê de bigere

    1. dengbêj û stranbêjek e, dikarim bêjim ku delîl dîlaner jî di nav de di nav stranbêj û dengbêjên dema îro de yê herî serkeftî ye, ji navê wî û ji simbêlên wî diyar e behdînî ye, lê camêr çi kilam û straneka kurdî hebe bi miqamê qeydeya wê deverê distirê. dengê wî biçekî dişibe yê kawîs axa, lê dengê wî ji yê kawîs axa stûrtir, xurttir û aztir e, ligel kilam û serhaweyan, stranên dawetan jî gelek xweş dibêje..

    min hêvî heye li gel mûzîsyenên baş, bi wî dengê xwe yê xweş gelek stranû kilamên li ber windabûnê ji nû ve bêje û bêxe albûm.



    de loy loy (şêx mehmûd, şêxê zirav):










    straneka li ser mele mistefa barzanî:










    beşek ji şevbêrkeka li ser dtv:










    çiya bilind in:










    eman hey lê:










    2016.07.20-23:44 | endazer

    2. min kurmanc bakurî ewil ji bavê xwe bihîstibû, gellekî pesnê wî dida. heman awayê wek endazer li jor gotiye wî jî digot: "ew, ji delil jî xurttir e". bi vê hevokê ve min bi çavên zoq li bavê xwe nêrî û şaş,metel mam. ev zilam kî bû ku ji delîl jî xweştir digot? aciz bibûm tu tabetî nedihat êdî... di nav vê meraqê de, min demildest çû camêrî guhdar kir.. paşê hinekî li ser hişê xwe ve hatim * bi ya min xweş dibêje û maqaman gellekî li hev tîne. lê bê guman mirov nikare wan herdûyan bide li ber hev. deng û awaza delîl tamtir û xurtttir e. mirov bi dengê wî aş dibe, ji tayê derdikeve, difire... qeşengtî û kubarbûna wî jî bi ser de..



    2016.07.21-16:59 [guhertin:2016.07.21 17:00]| sergijik

    3. Xwudê heye, divê meriv Heqê yekî nexwe, min jî guh da nalîna wî, xweş distrê lê dengê wî ne bi qasî delîlê min î dîlaner xurt û xweş e.



    2016.07.21-17:43 | ferhenga şikestî

    4. yek ji wan stranbêjan e ku dema distirên ken li ser wechê wan konê xwe vedide, wekê leyla îşxanê, dengê camêr ji xwe xweş e, vêca dema mirov dibîne ku bi eşq û kêf stranan dibêje,bêtir kêfa mirov jê re tê, ka guhê xwe bidin vê şevbêrka wî;










    2016.07.21-21:55 | endazer

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    bombala [1]
    min bi xwe fêdî kir ku heta dawî temaşe bikim. Ez bawer im ez ê heta d...
    qoser [1]
    Havînan Bihuşta toz û tebarê,zivistanan bihuşta herî û çiravê......
    gboard [1]
    Di vê mijarê de sepana herî serkeftî li gor min swiftkey e. Ji bo iosê...
    13.12.2019 îlana partîya ahmet davutoglu [1]
    li kurdistanê tu şanseke partiya davutogluyî tune ye çimkî li kurdist...
    o ses turkiye [1]
    ez ê bêjim pêşbirka mûzîkê ye lê na, ji wê zêdetir pêşbirka dengê ye. ...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » kurmanciya farqîniyan
    » bakurîzm

    Kategoriyên mijarê:: muzik muzikstrnbj
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî