1. li amedê rêzexwarinxaneyek e, li amedê du şaxên vê xwarinxaneyê hene, ez ne xeletbim li bajareke din jî şaxeka vê xwarinxaneyê heye, şaxa wan ya ewil û navendî li ofîsê ye, ya didoyê jî li dîclekentê ye, berê şaxeka wan bi navê buket a la carte li semta çamlıca, li nêzikî şaredariya bajarê mezin a amedê, li tenişta dedeman otelê (niha ev otêl jî hat girtin) hebû, lê dema pevçûnên kobaniyê agir girt vê xwarinxaneyê -hin jê dibêjin bi qest hinekan keysa xwe jê anî û agir berdayê- , dîsa li ofîsê li ser cadeya gevranê xwarinxaneyeke bi navê tatlısöz lahmacun hebÛ, digotin ew der jî ya xwediyê xwarinxwaneya buketê ye, anyway, xwediyê vê xwarinxaneyê zêde bitr û têrxwarî ne, selete û mezeyên wan nayên xwarin, bi navê seleteyê parçeyek firingiyên kerrik û xiyar dêxin nav hev de û datînin ber miştêriyan, tenê kebab û lehmecûn û pîde heye, xwarinên avî lê peyda nabin, xwarinên wan bêtehm in, kengî ez çûme vir poşman û birçî ji ser mase rabûme. |
|
21.07.2016 21:26 |
endazer
|
2. Rêzexwaringeha ku niha li sê bajaran heye: amed, stenbol û ku ne şaş bim êlih. |
|
21.07.2016 23:39 ~23:42 |
mergehez
|
3. Xwarînên wan xweş in, piçeke zêde rûn dixin nava xwarinan loma meriv hê têr nebûye ber dilê meriv tê girtin. |
|
22.07.2016 00:11 |
ferhenga şikestî
|
4. Not: demekî hevalekî min li buketê kar dikir, beriya wê jî li xwarinxaneya fîdanê dixebitî. |
|
22.07.2016 00:21 |
ferhenga şikestî
|
5. Li mêrdînê jî şubeyek a buketê heye û ez îtiraf kim lehmecûnên wa pir û pir xweş in * |
|
22.07.2016 04:35 |
kevçiyê dil
|
pulmoner embolî [1] |
|
dêr miryem/manastira hogots'ê/hogots monastery [1] |
|
taybetmendiyên jinên faris ên li tirkiyeyê [1] |
|
warê stranan [1] |
|
nivîskarên ku tirşikê diterikînin [4] |