Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 10 peyam
pereyên sexte - tirşik
pereyên sexte
(5) (0) (1)
di mijarê de bigere

1. pereyên ne rastî, yên ku di banka,...û atm'yande jî naçin.. meriv bala xwe baş bidê firq di nava wan û yên ne sextede heye lê meriv bala xwe bidê.. kurên kera herê çêdikên bira çêkin çima baş çênakin ez xwe li bavê wan xim va sê çar roje 270 tl ket destê min piyase tijeye * min bir atmyê nesitend min dikaribû bida xelkê lê ez fikirim ku bikebe destê yekî jimin feqîrtir û hejartir rojek tiştek jêre lazimbe û jêre bibêjin pereyê te sexteye... werhasil min qelaşt Xwedê nehêle, Xwedê nînbe jî bi tesadufîbe jî wê jiwanre nemîne hêza nifira heye hûn derbeya li tirkîyê dibînin tev ayik û nifirên kurdane, ayikê destekî ji yê dinre namîne yên reşşika jî didin min bira carek din bifikirin *



23.07.2016 02:09 | shorbevan

2. serpêhatiyeka min aniye bîra min,

dema lîseyê, ez bi otobûsê ji cizîrê diçûm stembol, di rê de min xwarin xwar û sed milyon hûr kir, axirê di nav pereyên min vegirtî de 20 milyonekê sexte hebû, tabî piştî hefteyekî min ferq kir.

ez hatim stembol,hevalan got, tu nayî em herin ber behrê, xwe bêxin av, min go bila, me xwe kar kir em çûn, herkes heqê plajê dide, hingî 12 milyon bî ez ne xelet bim, min jî bîst milyon derêxist da yê li ber şezlonga disekine, çawa destê wî li 20 milyonê min ket, go bira ev pere sexte ye, ez şaş mam, min destê xwe dayê,mîratê bi rastî jî sexte bû, camêran hîç serê xwe jî pê re neêşandibûn, hema fotokopiya 20 milyonekî kişandibûn, li gorî ebatên 20 milyonekî birrîbûn û berdabûn piyasê,neyse min perê xwe stand, şûna 20 milyonê sexte, 20 milyonek din dayê û ez jê xilas bûm, 20 milyon ma dilê min de, destê min jê nagire bavêjim jî, ez qederekî fikirîm min go madem yekî hîla xwe li min kiriye û ev perê sexte bi ser min de berdaye, ez jî divê bi ser yekî de berdim, yê li ber plajê nexwar, bî nîvro, nêzikî plajê (li kadikoyê) marketek hebû, ez çûm ji bo çend hûr û mûran bikirrim, ez hatim ber kasê, çawa min pere dirêjî kasiyerê kir, got ev pere sexte ye, û bi ser de jî got pereyê sexte em li xwediyê pereyan venagerînin, em ê îmha bikin, qederekî me li ber hevdu da, bi kotek sed bela min 20 milyonê xwe jê stand û şûna wê 20 milyonek dî dayê û min xwe ji wê jî xilas kir.

bû roja din, ev bîst milyon hê jî di berîka min de ye, li uskudarê, bi navê patso xwarinxaneyeka fastfod hebû, hin kartol dikir nav nanekî somun de,hin sos jî lê dikir û datanî ber te, her wextî li ber patsoyan dor hebû, gelek caran te nedikarî ji ber qerebalixê sîparîş bidî, min di dilê xwe de got, di nav vê qerebalix û xirecirê de bawer nakim, haya wan ji pereyê min ê sexte çêbe, neyse dor hat min, min patsoyek xwest û 20 milyonê xwe dirêj kir, çawa pere girt, go ji vî pê ve, pere li cem te nîn in qey, min go çima? go ev pere sexte ye, min bi wî re jî dirêj nekir, 20 milyonek din dayê patsoya xwe xwar û ji wir jî derketim, ez li mînîbûsê siwar bûm, min di dilê xwe de got kî nexwe, ev kerê ajokar wê vî pereyê sexte bixwe, ez li mînîbûsê siwar bûm, rê tê de nebû, bi zorê min cihê lingê xwe çêkir û dîsa 20 milyonê xwe yê sexte dirêj kir, qederek di ser re bihurî, pereyê min ê serde nehat, û ez jî nêzikî sekingeha ku ez ê lê peya bibim,dibim, min dengê xwe li ajokar kir û min got, min 20 milyon dabû, te pereyê serde neda, zîq li min nenêrî, go? tu ji kû yî? min go çima dipirsî? go ev pere sexte ye, min go ez cizîrî me, û bi ser de jî min erza wî şikênand, min go pere sexte be bêje sexte ye û pereyek din bixwaze, çi çewçewa te ye filan û min bîst milyonek din dirêj kir û min xwe ji wî jî xilas kir. û taliyê min fêhm kir ku ev pere li vî bajarî naçe. min telefon da birayê xwe, min go hal û mesele ev e, yekÎ 20 milyonek sexte bi ser min de berdaye, ez ê bi postê rêkim cizîrê, tu li wir safî bike, go rêke, ji xwe li vir ne pereyê sexte bin, naçin. û hew! *



23.07.2016 04:35 | endazer

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» pereyên ferazî
» sextekar

Kategoriyên mijarê:: jiyan
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî