Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


0 mijar û peyam
      şevên havînê - tirşik
      şevên havînê
      (1) (0) ecêb (0) (4)
      di mijarê de bigere

      1. min tu carî ji havînê hez nekiriye. ew germa wê ya kambax, bêhna xwêdanê, halekî xwe ve çûyî... tev wek şikenceyekî ne. lê tenê şevên wê xweş in. çi li gundekî xikîxalî li ser banekî bî, çi li şaneşîna apartmana bajarekî, çi li quntara çiyayekî... şevên wê li her derê bê qisûr in. dema ro diçe ava, şîv tê xwarin û hemû malîvan pala xwe didin cihekî, ew bayê hênik tê bi nermî rûyê mêriv radimûse, li her derê laşê mirov digere û bi xwe re hemû teşqeleyên nav rojê dibe. eger çerxa felekê wê şevê li we baş zivirîbe wê mûzîkeke xweş an hevaleke canecan an jî malbateke bextewar û pê re çayekê bibe para we. wê demê mirovê qet nexwaze ro hilê. ez niha naxwazim *



      2016.07.23-23:00 [guhertin:2016.07.23 23:04]| sergijik


      3. (bnr: Şevên havînê yên amedê)



      2016.07.23-23:29 | ferhenga şikestî

      4. cihê şevên kanûnan ya ji dengê miço kendeş nagire. *



      henek li aliyekî dema ez zarok, min hîç hej şevên havînê nedikir, lê rojên havînê ji bo min wekê eydê bû. ji ber ku bi roj ez sibehê derdiketim heta êvarî li kolanê bûm, ji xwe re digeram, dileyîstim, li kû erdeka xwudê avek hebe ez diçûm gul û kulîlkên li dora avê hişîn bûyîn min hildikirin û dianîn di nav baxçê xwe yê bçûk de dîsa diçand -mixabin gelek caran diçilmisîn- dema dibû êvar, ew kêfa min nedima, ji ber ku gelek caran şîv ne bi dilê min bû, an şebeş û penîr bû an jî meyîr bû, û min hej yekî jî nedikir, piştî şîvê jî birayê min dipirsî ka te sparteka xwe çêkiriye an na, eger min gotibûya na, yê gotibûya here çêke, eger erê, yê gotibûya here raze nexwe, ji tirsa wî min xwe dixsit nav cihan de lê xewa min nedihat, ji ber wê gelek caran ji bo ji min re nebêje here raze, mn digo sparteka min heye, min pirtûkeka dersê dikir destê xwe de û bi dizîka darî televîzyonê dikir.



      2016.07.23-23:46 [guhertin:2016.07.23 23:46]| endazer

      5. (bnr: nîvê şeva havînê)



      2016.07.24-11:16 | xendekî

      dengdanên dawîn (Yên Din..)
      flamenko [2]
      muzîk û dansa gelerî ya endulusê ku bi tevlihevbûna gelek çandên wek e...
      navê hespên navdar [3]
      Hespên navdar: Navê hespê pêxemberê me yê zişan "Bûraq" Na...
      civîna yekem a ferhenga şikestî û ceso ya li stenbolê [4]
      civîna ku teqrîbî sêzdeh saet berdewam kir, heke nobeta ferhenga şikes...
      çewtiyên mantiqî yên vegotinê [3]
      beşek ji pirtûka rêzimana kurmancî ya bahoz baran e.. ...
      duyemdest [1]
      peyva ku min berî çend deqeyan ji ber xwe avêt. mirov dikare ji bo tiş...
      belki ev jî bala te bikişînin
      » sêvên kurmî
      » havînê li ser xanî temaşekirina stêrkan

      Kategoriyên mijarê:: kurdukurdi zanistitenduristi
      nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


      sitemap
      reklamokên beredayî