Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
çay - tirşik
çay
(4) (2) (6)
di mijarê de bigere

1. ya ku ez rojê 5-6 qedeh vedixwim, e.



31.05.2013 09:56 | simurg56

2. tişta ku li Nisêbîna Mêrdînê tîcareta wê yanê debara xwe pê dikin ango çaya kaçax



11.07.2013 15:41 | msirino

3. vexwarina sereke ya piştî avê li gelên rojhilatê ye. di semawerê de pir xweş çêdibe, mu dikare 10-12 qedehan li ser hev vexwe.



11.07.2013 16:12 | azadixwaz

4. ya ku baş û qenc û bikalîteya wê li srî lankayê tê hilberîn e.. çaya ku jê re çaya qaçax tê gotin di eslê xwe de ceylon tea yanî çaya seylan e û li seranserê cîhanê hema bêje baştirîn çaya bikalîte ev çay e.. yanî birano guh nedin derewên dewleta tirk û qewadên dewletê çaya ku li kurdistanê tê vexwarin zêrê zer ê bîstûçar eyar e ji ber ku bi dest hinekan nakeve neweyî û bêbextiyên wek xwîna berazan û nizanim çi û ne çi dixin stûyê vê çaya feqîr de..



12.07.2013 03:59 | endazer

5. Dema mirov diçe mêvandariyê;-tu venexwî jî- tiştê ku bi zorê bi mirov didin vexwarinê.



12.07.2013 15:10 | gulan

6. (bnr: çay heraretê distîne)



12.07.2013 15:20 | simurg56

7. tista ku bê wê jîyan nameşe.xwezî niha hebuya u me vexwarya.



12.07.2013 07:32 | feqiyêteyran

8. (bnr: çay mazota şagirt e)



12.07.2013 15:35 | brusk56

9. vexwer û vexwarina neteweyî ya kurdan.. tabî ji çayê qesta min ne çaya rîzeyê ya bi kalîteya sî û sêyem e..



12.07.2013 15:36 | endazer

10. vexwarina tirkan a netewi dew, ya kurdan çay e .



12.07.2013 23:37 | fuad hemedxan

11. malê çînê ye.



19.08.2013 06:09 | terkexem

12. qaçax be heyat e.



19.08.2013 06:10 | terkexem

13. vexwarina kurda yê fermî



19.08.2013 09:56 | newenda

14. Mesele heçî ku çaya qaçax be:



ew tiştê ku edî zor tê peyde kirin,lewra yên aneka ji ber tevlêkirina boyax û dermanan ku tama wê kirine kafir kerratî û weke zilindarê tal e.



bi qurtekê diranan avzêrkirî dike.



riwayet ew e ku berî bê ambalajkirin karkerên karxaneyên çayê bi dorê mîza xwe li ser dibeliqînin.



19.08.2013 10:23 | aryâspa

15. piştî goştê 'elokê, çayeke tarî, cixareke qaçax, pehhh! (gotina fermî a apê hecî Fexrî) !!!



19.08.2013 15:49 | mîrzal

16. sedema hebûna qehwexane û kafeyan e.

lê divê guh neyê dayîn gotegotên ku çaya kaçax reş dikin û bêbextiyan lê dikin. yek dibêje tê de mişk heye, yek dibêje mîz yek jî dibêje tê de gû heye.

çi hebe bila hebe, ji çaya tirkan xweştir e. loma tirkoyên pîs bêbextiyan lê dikin.



19.08.2013 19:03 | simurg56

17. ''Ji çaya zimanê çînî tê. Di zaravayê Çîna başûr de ew tay an tey dibêjin. Di sala 1657 an de peyva tee bi riya hollandî ketiye zimanên Ewropaya Rojava, di fransizî de bûye thé(tê), di îngilîzî de tea (tî). Lê Rûs peyva zaravayê çînî yê edebî, ça girtine û wek çay bi kar anîne. Peyva çay ji Rûsan di sedsala nozdehan de derbasî kurdî, tirkî û farisî bûye. Herwekî di erebî de dengê ç tune ye, wan jî vê peyvê wekî şay kirine zimanê xwe. ''



06.09.2013 01:20 | endazer

18. ya ku niha vedixwim.. ditirsim ku camêrnin derkevin û bêjin çay nayê vexwarin tê kişandin.. neyse xwudê jê razî be yê ku cara ewilîn fikra çayê pê re çêbûyî.. li gorî min baştirîn antîdepresan e.. gerçî hîç neketime depresyonê de lê ez dibêjim qey mirov bi penceşêrê jî bikeve piştÎ du sê îskan çay tu êş û elem pê re namîne.. yanî çay ne tenê heraretê distÎne, xeman jî direvîne, êşan jî sivik dike, birînan dikewîne..



07.10.2013 01:33 | endazer


20. çay wezîrê vexwarinane. padşahê vexwarinan jî qehwe ye ezbeni



07.10.2013 14:25 | seydayê_peyvan

dengdanên dawîn (yên din..)
pelûl [1]
Diranê feqîran di pelûlê da dişike....
tirşik translate [3]
Mirmirokî:kekremsî Mêrokî:erkeksî Mîrovokî, merivokî: însansi Tirş...
kerguh [3]
Ajalekî şêrîn e Ji bo "taybetmendiyên" wan gotine kerguh. Gu...
pelûl [1]
Ez pir jê hez dikim li jor nivîskar gotiye xwarin û şêraniya pîr û ka...
pelûl [1]
şêranîya ku bi ard-arvan û av û şekir çêdibe. kesê bixwaze kare ji dêl...
belki ev jî bala te bikişînin
» çaya qaçax

Kategoriyên mijarê:: xwarinvexwarin
nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


sitemap
reklamokên beredayî