Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


    4 mijar û 4 peyam
    big hero 6 - tirşik

    Têkiliya seyr û germ ya di navbera Hiro Hamada û robotê bi navê Baymax ji birê wî yê mirî, jê re maye. Fîlma qehremanên xwendekar û teknolojîk....
    (2 şîrove)
    big hero 6
    (0) (0) ecêb (0) (2)
    di mijarê de bigere

    1. fîlmeka anîmasyon e, sala 2014an li amerîkayê li stûdyoyên walt disneyê bi derhêneriya don hall û chris williams hatiye çêkirin. cureyê fîlmê aksiyon-komedî ye, lê ya rastî di fîlmê de ji elementên komediyê zêdetir yên dramê hene. di 87.xelatên akademiyê (oskar), de xelata baştirîn fîlma anîmasyonê standiye, wekê dî ji gelek pêşbaziyên fîlman gelek xelat wergirtiye.

    mijara fîlmê jî; li bajareke bi navê san fransokyo (senteza san fransisco û tokyo) zarokek 13 salî bi navê hero heye, di çêkirina robotan de gelek zana û şareza ye, li bajêr bi riyên îlllegal şerê robotan tê lidarxistin, robotên şerker datînin ser rîngekî û xwediyê robotan bi konsolan ji dûr ve robotên xwe berdidin hev. birayê hero tadashi, jî wekê hero zana û hostayeke robotan e, li enstÎtûya teknolojiyê ya bajêr bi serperiştiya yekî bi navê profesor Callaghan, ligel ekîbekî ku ji 6 hevalên xwe; GoGo, Wasabi, Honey Lemon, û Fred, her yek ji xwe re li ser pêşxistin û peresandina robotekî kar dike. hero di serdaneka xwe de dema çav bi wê atmosfera labaruwarê dikeve, dixwaze ew jî bibe yek ji xwendekarê vê enstîtûyê, ji bo yek bikaribe bikeve enstîtûyê divê tişteke robotîk çêke û ev projeya wî jî ji aliyê jûrî û rêveberiya enstîtûyê ve were ecibandin û pejirandin. ew jî microbotan çêdike, bi van mîcrobotan miov dikare jiyana rojane gelekî sanahî bike.. di fÎlmê de karaktereke din ê balkêş jî robotê tadashi, baymax e, ji bo lênêrîna tenduristiya şexsî hatiye çêkirin. piştî hero projeya xwe ya microbotan pêşkêş dike, tê qebûlkirin, di avahiya enstîtûyê de teqînek mezin çêdibe, û profesor Callaghan û birayê hero, tadashi di teqînê de dimirin. hero û ekîba xwe li pey vê bûyerê dikevin.



    senaryoya fîlmê zêde klasîk e, mirov dikare gelek sehneyên fîlmê texmîn bike, lê karakterên fîlmê gelek baş in, bi taybet jî baymax, wek min di serî de go cureyê fîlmê komedî xuya dike, lê dramayek mezin tê de heye, du karakterên sereke yên fîlmê di fîmê de bi awayek trajîk dimirin, nizanim ne ji ber moda xemgînyiê ya ez tê de, ne ji ber tişteke din, hindik mabû li ber fîlmeke anîmasyon bigirîm *



    2016.07.24-12:55 [guhertin:2016.07.24 13:04]| endazer

    2. ji anîmasyonên ji bo mezinan, e.

    ne xerab bû mirov keyfê jê distîne lê ne bi qasê wall-e. wall-e xweştir û orjînaltir bû.




    mirov demekî kurt ji bo baymax xemgîn dibe lê paşê fêhm dike ku wî hemû hişê xwe yanî kesatiya xwe kiriye di kaseta xwe de û wê kasetê bi kulma xwe ya jêvebûyî, daye hiro. yanî baymax di dawiya fîlmê de bi hemû hişa xwe vedije.



    2016.07.25-16:53 | simurg56

    dengdanên dawîn (Yên Din..)
    nivîsandina şîroveyên bi kurdî di malperên wek google maps de [4]
    berxwedana min ya takekesî ye ku ev çend sal in didomînim. dema mirov ...
    gîska gerok [1]
    Tirşikvan û youtubevanê berê ku me bi xêra wê gellek kurdên hêja nas k...
    gîska gerok [1]
    ev demek bû deng jê dernediket. ji bo ku hevpeyvîna wê ya bi ferît sev...
    namzet nîşandana kurdên rojavayê ji bo xelata mirovê salê ya newyork timesê [1]
    bi anketa newyork timesê, derketiye holê. di malpera kovarê de mirov ...
    ji înternetê kirîna albûmên kurdî [1]
    mixabin hê jî ne pêkan e. ya xerabtir ew e ku êdî jixwe mûzîkjen cd de...
    belki ev jî bala te bikişînin
    » bigirî hibra pênûsa min bigirî
    » herodot

    Kategoriyên mijarê:: sinemaflm
    nivîskarên ku li vê mijarê nivîsîne


    sitemap
    reklamokên beredayî