Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


8 mijar û 9 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; efin û hejale
peyamên çepikkirî

92179. çîroka du pezkoviya ye, di kilama elê mala zeydîn de derbas dibe.



kilam ji dengê mihyedînê deştlanî (mamoste mihyedîn) ye, mamoste mihyedîn dengbêjekî botanê ye; emrê wî dora 50-60î ye, ev demeke dirêj e rêvebirê kurdî-dera cizîrê ye. hem karê komelê dike hem jî kilamên botanê berhev dike, ev jî yek ji wan e:



[nivîs nehatiye redaktekirin, demeke guncav de ez ê serast bikim]



kilamê ji vir guhdar bikin:







gotinên kilamê:

ELIYÊ MALA ZEYDÎN (Efin û Hejalê)

1     Heyê hey ê hey ê ê hê ê yê h ê ê Efin banî dike wa Hejalê e cihê me li wa welata nema o o hê hê ê ê ê.  



Emê biçine cem Mîrê Behdîna hê ê hê ê êy ê emê biçine cem Mîrê Behdîna dinyayê aro o o



Wextê berê xwe dane cem Mîrê Behdina o wê çûyîne e heft salê wa yê li cem Mîrê Behdîna qedane e sal ketiye sala heştê ê .



Efin banî dike wa Hejale hê ê ê yê minê şewêdî xewneke li xewna xwe dîtiye Mehmet Beg Mîrê Bota namîne li ser dinya yê ê ê ê.



lê belê ê bakûkê Geliyê Evdal Begê wê li min dide ê eger tuyê ji ya min bikî  emê biçin              wî mekanê xwe bibînin sax em nemirî dinya yê ê jaro o o



Hey lo dinya yê hey lo dinya yê ê sed qedaû bela bikevin bextû baweriyê vê dinyayê jaro o oo





2     Hey ê hey ê hey ê hê ê hê ê hê ê ê yê wextê berê xwe dane Geliyê Evdal Begê wê hatine e Ewê li ser kelha Mehmed Begê sekinîne ê ê ê



Mala Beybû hîznîne e hê ê ê Elê mala Zeydîn û Birahîmê mala Beybû çek û silehên xwe



hilanîn hatine li Geliyê EvdalBegê da roniştina e e



Birahîmê mala Beybû banî dike wa Elo hê ê hê ê ê tu wê lezke bilezîne e wê durbinê ji min re bîne ê ê ê.  



Wê he dû pez kûviya xwe ji Kelha Mehmed Begê da wê berdane e ez ê binêrim ka ne  

Nêrî yê Mehmed Beg Mîrê Botane dinya yê jaro o o



Hey lo dinya yê ê hey lo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bext û baweriyê vê dinya yê jaro o o



3     Hey ê hey ê  hey ê hê ê ê wextê Eliyê mala Zeydîn dûrbîn ji Birahîmê mala Beybo re wê aniye e e



Birahîmê mala beybû pê dûrbînê li dinêre ê hê ê ê hê yê ê banî dike wa Elo o xwedê ew Efino Hejalin wê xwe ji Kelha Mehmed Begê da berdane e e e.

Eger tu ji ya min bikî emê ji xwe re bikine emanc û nîşane e emê wesyeta Mehmed Begê winda bikin li ser darê vê dinya yê jaro o o



Hay lo dinya yê ê haylo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bextik û baweriyê vê dinya yê jaro o o



4      Hey ê hey ê hey ê  hê ê ê Eliyê mala Zeydîn banî dike Birahî Mala Beybû tu dizanî em mala Zeydîn tevda pênç mêr in qeweta me tenînin ê ê



Heçî hûn mala Beybû ne hê ê hê ê ê hezar û pênsed mêrê mala Beybû li pişta tene tu karî Efinoû Hejale ji xwere bikî emanc û nîşane ê ê



Lê belê wesiyeta Mehmed Beg Mîrê Botan li bîra mine ê ez ê wesiyeta wî  wenda nakim li ser darê vê dinyayê jara o o



Hey  agirê helebê bikeve mala Birahêmê mala Beybû o hê ê hê ê çawa tifengi berdaye Efin

Efin dikuje Hejale ser de gêrkiriye dinyayê jaro o o



Hey lo dinya yê ê heylo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bext û bawerî yê vê dinya yê  jaro o o o.



5       Hey ê hey ê hey ê hêy ê hê ê hê ê hêy Efin banî dike wa Hejale ma minê ne got te em naçine Geliyê Evdal Begê ê hêdî kêr me nayê ê ê



Tifenga vê sibhê bêhna xwînê jê tê ê hê ê ê çawa min û birayê mi ji xwe re bikine emac û nîşane ê ê



Ne Mehmed Beg Mîrê Botan namîne ser derê vê dinya yê êqey mêrê mala Zeydînjî qelana ji dinya yê jaro o o o.

Hey lo dinya yê ê heylo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bext û bawerî yê vê dinya yê jaro o o



6  Hey ê hey ê hey ê hê hê ê Wextê Efino ev gotina he gotiye e hê ê hê ê

Elî yê mala Zeydîn bani dike Birahîmê mala beybo

ez Elî yê mala zeydîn im

ez ê li serê zozana şûr kêşê Mehmed Begê ez xwidanê devzêrîn im.

Xwedê piştî Mehmed Begê rabîna mi n tenîni ên.



Ez ê te li wêdê bikujim bikim ewdîna efin û ka ewdîna hejale xweşmêrê mala beybo kî ji wane dinya yê jaro o o.



 Elî yê mala zeydîn wê rabiye e tifengi berdeye Birahîmê mala Beybo li ser Efino û Hejale de gêr kiriye dinya yê jaro o o



Hey lo dinya yê ê hey lo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bextik û bawerî yê vê  dinya yê  jaro o o



6      Hey ê hey ê hey ê hê hê ê ê hê ê hê hê ê ê hêy Êvare roj me çû ava o o êvare roja me çû ava o o o



Ji wê ve hatiye Xelo mala Zeydîn  ew xalê Elî yê mala Zeydîne Banîdike wa Elo çi bûye çi qewmiye ê hê ê hê ê ê



Eliyê mala Zeydîn banîdike wa xalo Birahîm ê mala Beybû Efino û Hejale herdu kuştine min ji Birahîmê mala Beybû kuştiye ê ê ê



Xelo banîdike wa Elo hê ê hê ê hey agirê helebê bi malê bavê te ketiya o tu dizanî em mala Zeydîn tevda pênç mêr in qeweta me tenîn ê ên



Xwedê em bibin agir aw bidin pêş xelas bîna wa  tenînin dinye yê jaro o o



Hey lo dinyayê ê hey lo dinyayê ê de sed qeda û bela bikevin bext û bawerî yê vê dinya yê jaro o





7      Hey ê hey ê heyê hê hê ê ê Eliyê mala Zeydîn banîdike wa xalo o o dilê mi dedîne sed cara dilê mi de dîne e e e.



Wê he hesabê sêh mêra ji nav mala derketine hê ê hê ê bi çek û sileha xemilîne e xwedêkî

Xwedê kî tu saloqdanê va weşmêra ji mi re hilîne ka kîw kîne e e



Xelo banîdike wa Elo xwedê kî tu tifenga li wan ne teqîne e

bila bêne bi kevin geliyê Evdal  Begê da

ez ê bi wanre biştexilim berê wan bidime alê dinya yê  ê ê ê.



Wextê têne dikevin li Geliyê Evdal Begê de têne li ser kelaşê Birahîm û Efino û Hejale di sekinin.

Qasê mala Beybû banî dike ya insa ya cinsa yê te Birahîm mala beybû kuştî tu bibî teyr  bifirî xilasiya te tenînin dinyayê ê jaro o o



Hey lo dinyayê ê hey lo diyayê ê de sed qedaw û bela bikevin bext û bawerî yê vê dinyayê jaro o



8       Heyê hey ê hey ê ê hê ê hê hê ê hêy Xelo banîdike wa Qaso dengê sê tifenga ji Gelî yê Evdal Begê wê hatiye e e



Em hatin me tu kes nedîtye hê ê hê ê hûn ji binêrin alê diye ka hûn tukesê nabînin hê hê hê ê ê ên



Wextê bi rêde çûyîne hê ê hê ê ê Qaso banîdike vegerin xwedê ji nefsa rohê Elî yê mala  Zeydîn pêve kesê Birahîm ne kuştiye diyayê jaro o o



Hey lo dinya yê hey lo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bextik û baweriyê vê dinyayê jaro o o





 9       Hey ê hey ê  heyê ê ê wextê Qasê mala Beybû  welê gotiye Xelo banîdike wa Elo

tu nizanî ev xweşmêrên mala Beybû kî û kîne e e



Yê pêşiyê Qaso ye yê dî Xelefe yê dî Xencere yê dî Emere yê dî fendoye Yê dî Şemdîne e Hesabê sêh mêra hatine bi çek û sileha xemilîne e



Elo banî dike wa xalo xwedê ev sêh mêr tîra vê şînkê tenînin hê ê hê ê ê wey hayê dilê

mi wey hayê ê ê



Elê mala zeydîn rûnişt nîşan berdayê erdê ranabî heta ji sêh mêra hiştî deh mêr e dinyayê jaro o



Hey lo dinya yê hey lo dinya yê ê sed qeda û bela bikevin bextik û baweriyê vê dinya yê  jaro o o



10      Hey ê hey ê hey ê ê Xelo banîdike wa Elo de berdê de berdê tuyê kabûka bide erdê

ez xalê teme e e e.                 



Hezarû pênsed mêrên mala Beybû hene hezar ji min re pênsed ji tero o Lewmanê ziryeta mala Zeydîn zêde nabê qey xwedê li serê me de kiriye fermane dinyayê  jaro o o



Hey lo dinyayê  êhey lo dinyayê ê de sed qeda û bela bikevin  bext û baweriyê vê dinya yê  jaro o o





11     Hey ê hey ê hey ê hê ê hê ê ê êvare xema dilê mi li xemê da o o şerê me kete hewlê nîvê şevê de o o



Xelo û Elo herdu asêbûne li Kelha Mehmed Begê da o o hê ê h ê ê Xelo Elo asêbûn li kelha Mehmed Begê da o o

ji wêve tê Reşo wê mala Zeydînê ê hê ê hê ê ê hêy ew ji birayê Eliyê mala Zeydîne e e hê ê  hê ê ê



Qasê mala Beybû banîdike wa

Reşa o di navbra me û Berwarî ya de şer çêbuye e

Hesaba bîst mêra ji me hatine kuştine zû were dinya yê jarao o o

 



12     Hey ê hey ê hê ê ê hêy wextê Qasê mala beybû ev gotina he ji Reşo re gotiye e  hê ê hê ê ê ê.



Reşo banîdike wa Qaso o xwedê ew bist mêrên hatîn kuştin hemî bi destê birayê mi Eliyê mala Zeydîn ê ê ên.



Mane hûn dizanin ez jî birayê Eliyê mala Zeydînim hê ê hê ê ê hûn ser mi de bêne ez kit nemînê ji hewe nahêlim diyayê ê jarao o o.



wa bi şkêre wa bi şkêre e e Kelha bagurtê Geliyê Evdal Begê ê wa bi şkêre e Reşo wê mala Zeydîn ronişt û tifeng danî ser bêr e mêra dineqîne car bi care dinya yê jaro o o.



Hey lo dinyayê ê hey lo dinyayê ê ê de sed qeda û bela bikevin bext û bawerî yê vê dinyayê jaro o o





13    Hey ê hey ê hey ê  ê ê êvar e xema dilê mi li xemê da o şerê me ketiye hewlê nîvê

şevê da o Xelo Elo herdu asêbîne li kelha Mehmed Begê da o o



Eliyê mala Zeydîn di çeperê de cihê xwe guhertiye e e destê xwe avêtîye kelaş ta tehtê marekê bi serê tilîya wî ya şehdê ve dayiye e e e.



Jehrê hêdî hêdî xwe berdaye serê perê dilê wî ye e

Elîyê mal zeydîn ji hişê xwe çûyiye e  

dinyayê jaro o o .



Hey lo dinyayê ê hey lo dinyayê ê sed qada û bela bikevin bextik û baweriî yê vê dinya yê  jaro o o o.





14     Hey ê hey ê hê ê hê hê ê êy Sibe ye sibe zûye dengê çekan ji gelî yê Evdal Begê de wê hatîye e e e.



Elî yê mala Zeydîn ji xwa şîrîn hişyar bîye e demê xwe li wî halî de dibîne ê banîdike wa xalo wa Reşo o xwedêkî diyaye ez bimirim bilo wesyeta mi li ser we be ê ê ê.



Hûnê mi li tu erdê xwedê ne veşêrin hûnê mi bibine li ser hewaleki ji va yê bilint li pêşberî xanî yê Birahîmê mala Beybû tirba min bikûlê ên.



Hûnê kêlên mi bilint rakin li ser kêlê min binivîsin Elî yê mala Zeydîn ne kuştiyê mala Beybû ye kuştiyê heywanê xwedê ye dinyayê jaro o o



Hey lo dinya yê ê hey lo dinya yê ê sed qada û bela bikevin bextik û bawerî yê vê dinya yê  jaro o o o.



Deng û Deşîfrasyon: Mamoste Mihyedîn

Miqam: Pehîzok

Herêm Botan



07.06.2013 18:27 | brusk56