Kategoriyan hilbijêre;

Tenê yên kurdî?:

Pêşîn yên:

Agahî: dema 2 an jî zêdetir kategorî hatin hilbijartin, bila mijar wan hemû kategoriyênku te bijartine, bihewîne an hema tenê yek ji wan kategoriyan bihewîne jî bes e?
Hemû an hema kîjan be:


10 mijar û 11 peyam
peyamên çeppikkirî yên di vê mijarê de; nifşa yekem a tirşikê
peyamên çepikkirî

143354. Têkiliya wan bi Tirşikê we li asteka pir cûda bû.
Ewqas li tirşikê hezdikirin ku hinek ji wan evîndarê xwe jî li tirşikê dîtine:
tirsik.net/143337



01.06.2013 01:27 | simurg56

143362. Ez jî yek ji wan kesan; filankes kurê filankes…

qederekî çil roj paşê deh salên min xelas dibin di vê malperê de. Cara yekem e ku evqas zÊde jê dûr mame. Carûbaran têm, çav lê digerînim û diçim. Bi taybetî di rojên li stenbolÊ de pirr têde çalak û helaq bûm. Deh sal deh! Hê nû zanko xelas bûbû, şûr zimbelên min nedibirrî! Lê aniha bûme 33 salî hem porên min hem zimbêl û riyê min tev spî bûne. kesî bawerî bi sîûsêsaliya min nayêne, weka ku çil salî bim. Aniha min du zarok hene, yek jê ciwan yê dî rojên; her dû jî helbestvan û hunermendekî temam dikin(ciwan haco, rojen barnas) bo min wek albûmeke ciwan hacoyî ne ku ji helbestên rojen barnas pêkhatî...
Erê deh sal pirr zû bihurî, te dît tê pirsîn; tu deh sal paşê xwe li kû dere dibînî? Ji 23 saliya xwe li van rojan dinêrim; min xeyalek hebû bi navê kurdistan, çi heyf! Xendekîstan ket para min. Ji 33 saliya xwe dinêrim li rabirdûya xwe; çi heyf! tu yê mezin bibî û xeyalên te bibin gulmek cîncoq bişkên di qirika te de! Aniha bi tenê bi pirtûkan mijûl im, êdî yên kurmancî bo dermên bin jî ji gewriya min naçin xwarê. Jixwe kurê min ê xweşkurdîaxêf jî dev ji kurdî qeraye, dest bi dibistanê kir yekcar dilê xwe jê sar kir, nikarim hêrs bim jî çimkî realîte, rasyonalîte, bêdewletîbûyînîte… welhasil û kelam heta qirika xwe bûme pesîmîst! Peyva hêvî ji bo min bi peyatî çûyîna heyvê jî zortir, tehltir, êştir, dûrtir, wêdetir e hîn. Bi tenê min rica heye ji nivîskarên nû; pirr bixwînin kêm binivîsin, hindik binivîsin, dirêjtir binivîsin, qene bi vexwarina qedehekê çayê, dagire dema me ya xwendinê, her tişt pûç bûye qene tîp, hevok, rist û rûpel bigihîjin hawara me. Piştî demeke dûvdirêj a ji dûrketina tirşikê nema zanim çi binivîsim, wek ku min hê nû nas kiribe. Xwendina pirtûkan ez ji nivîsandinê sar kirime, herçî dibÊjin xwendin bi dûv xwe re nivîsandinê dikemilîne lê belê ji xwendinê fêrî ne-nivîsandinê bûm. Ji min re dibêje destûr!
aniha bi xatirê te tirşik, dibe ku tam di deh saliya xwe ya tirşikê de bêm hin tişt jê re bilorînim. Xwudê zane, aniha min du zarok hene li hêviyê hezkirin û eleqedarîyê ne, yek bi girî bang dike yê dî bi gilî û gazî! bi xatirê te, divê kurê xwe bigirim pişta xwe û bidim kenînê.



08.06.2013 14:50 | simurg56